pen-kurd.org

Helbest - Pexshan - Gotar - Daxwezanî - Kampanî - Endam

 

Nivîsên din yên Nivîskar

Konê Reş

 

-Hemze Begê Miksi

-

-Li Qamişlo Yeksaliya Aramê Dîkran

 

-Koçkirina Seydayê Mele Nûrîyê Hesarî

Û Kurtiyek Ji Jînenîgariya Wî

 

-Hecî Mûsa Begê Xwêtî

1855 – 1928

 

 -Memdûh Selîm Begê Wanî

Çilrojiya Mele Nûriyê Hesarî Û Serdana Gora Wî

 

Îro (06.03.2011), çil roj di ser koçkirina zimanzan û helbestvan mele Nûriyê Hesarî (Pirêşan) re derbas bûn. Bi vê helkeftinê, di vê rojê de, danê sibehê, wek wefadarî û rêzgirtin ji kar û xebarên wî re, beşek ji rewşenbîr û hezkirên peyva Kurdî, di gel çend neferan ji malbata wî, bi dest wan gul û kulîlkên rengîn çûn serdana gora wî, li bajarê Qamişlo, goristana Qidûrbeg.

  Piştî danîna gulan û xwendina fatîheyê, her yekî li gor naskirina xwe bi mele Nûrî re, bîr û baweriyên xwe bi devikî anîn ziman..

Mele Nûrî ji wan melayên ku gelekî xwe di ber ziman û hunandina helbesta Kurdî de westandiye, bi dehan destnivîs di vî warî de li paş xwe hiştine.. Ji rexekî din ve, ew ji wan melayan bû, yên ku bi Cegerxwîn re li pêşberî şêxên civatçewt û paşverî sekiniye û dengê xwe tevî dengê Cegerxwîn kiriye:

Şêxê min! Destên te êdî maçî nakim, ez bese

Kavil û wêran te hiştin, ev sera û medrese..

   Di vê serdanê de, çend gurzên gulan li ser gora mele Nûriyê Hesarî hatin danîn; yek bi navê rewşenbîrên Kurd, yek bi navê kovara Pirsê, yek bi navê Dr. Hiznî Haco, di gel ku amadebû ( Wek ku diyar e bijîjkê wî yê taybetî bû, gelek caran ew di nexweşxana xwe de derman dikir..),yek bi navê Xoşnavê Mala Şêkir ji gundê Letîfiyê, ev gundê ku mele Nûrî pêlekê lê melatî kiribû û yek bi navê Farisê Iniz bû..

  Hêjaye gotinê ku mele Nûriyê Hesarî(Pirêşan), di sala 1934 an de li Kurdistana bakur, gundê Hesarê çêbûye, piraniya jiyana xwe di nav Kurdên Binxetê de derbas kiriye, ji sala 1988 an ve bayê falic lê xistibû; zimanê wî nedigeriya û nivbawî bibû.. Ji berî 40 rojî ve li Qamişlo, di mala xwe koça dawî kiriye.

Yezdanê mezin wê bi dilovaniya xwe şad bike. Bela serê rewşenbîriya Kurdî sax be.

 

Konê Reş

Qamişlo 06.03.2011

 

 

 

Konê Reş

 

Vegere Destpêkê

 

 

 

 

Copyright ® 1990 pen-kurd.org