pen-kurd.org

Helbest - Pexshan - Gotar - Daxwezanî - Kampanî - Endam

 

 Nivîsên din yên Nivîskar: Dr.Bedisrxan Sindî :

 Vegere destpêkê

 

 

EZBENΠ

Dr.Bedirxan Sind

Ez benî av şêlî bû, wexte rîbar rabibin,

Ger jî rabûn zehmet e, çare bo wan nabitin.

 

Begler û axa ji nwi, tijî bajêrên me ne,

Heçiyê bigrî paşa ye, û serdarên serên me ne.

 

Xadimê Ke'ba Kurdan, herema wê tu bisho,

Zor fere paqij bibit, bawerke hetka me ço.

 

Me bese derdê diza,  rabe ser xû erê Mîr,

Êk êk bîne mehkemê, çi wezîr û çi gizîr.

 

Heqê xelkê wergire, bin saziyê tewanbar,

Çi hal e ev çi derd e, sal bo sal xozî bi par !!.

 

Hedekê bo wan dane, bese êdî  te'edda,

Cihê wan hebs û zindan e, nabit bijîn nav me da.

 

Dara te çandî ezbenî, ade û pakî divêt,

Kaniyê paqij nekî, dê çawa ava xwe zêt?!.

 

Ger birîndar nenalin, ne ji xoşya dilî ye!,

Şerm û bêdeng û mittî, hurmet û dilsozî ye.

 

Kurd dibên dar ger rizî, çare dase bê mefer!!,

Rabe Mîr dasê bîne, keremke tu were der.

 

Sikr û bendav tijî bûn, xogir êdî zehmet e

Xogirî ger dirêj bû, bêgoman ew zillet e.

 

Gotina te moqedes bû, kes ser yasa nakevit,

Lê we nîne ezbenî, waste  ser wê ra dikevit.

 

Kar bi rêva naçitin, maf evro bê qîmet e,

Gendelî desthelat e, bertîl mîr û dewlet e.

 

Dîtina berpirsên Kurd, xewneke êkcar zehmet e,

Ger jî hat hizîra we Cibrîlê milyaket e.

 

Berpirsên me ezbenî,  banek û du hewan e,

Dîmokrasî ne welê, her êk ji wan sultan e.

 

Serok bêje van kesa,  xizmeta kurda fere,

Ne minnet e  ew dikin, ne deyne erk ne qer e.

 

Şoreşa çakirinê, ezbenî destpê bike,

Ziyana gendeliyê, giran e ne sivik e.

 

Qelem sorên we înayîn, bûn hilgirên peyva me,

Berê jî yarî dikirin, bi asman û heyva me.

 

Ew çucara rast nabin, boye tib,et xwehirbon,

Ger ji ewwel sax nebin, ne nojdar û ne gerdûn.

 

Bawer bike ezbenî, ew çucar nabin heval,

Kesê şêxê xwe hêlayî, dê çawa bo te bit mal?.

 

Xweş bi Kurda dikenîn, heta berî çend sala,

Evroj serkêş û mîr in, xayin ji bav û kala!!.

 

Ewan bê hed û bê tam, zêdegavî kirîne,

Ger ne bo qedrê we bit, ew çi tişt in ew kî ne?!.

 

Erê destar û felek, sed sirûdên miletî,

Ser devê jin û mêran, pêncî sala vî xetî.

 

Şi,ra xwe bi wana nadim, welê zeman çi bikim ez?,

Rêvî bûn şêr û piling, zilam jî bûn bizn û pez!.

 

Ezbenî goman nîne, dê durustkî vî rezî,

Tuyî rezvan û xudan, tu her serok û berz î.

----------------------------------------------------

 

 

 

Vegere destpêkê

 

 

 

 

 

Copyright ® 1990 pen-kurd.org