43. mîn civîna nivîskarên Komîta Aştiyê ya PEN a Navnetewî li Bled, Slovenia
Kela Bajarvê Bled
Navenda PENa Kurd, îsal jî di civîna Komîteya Aştiya PENa Navneteweyî de bi awayek çalak beşdar bû u hin destkevtên giring bi dest xwe ve anîn. Di 43.mîn civîna nivîskarên cîhanî de ku, ji aliyê Komîteya Aştiya PENa Navneteweyî ve li rojên 4-8ê Gulanê li bajarê bedeve Bled li welatê Slovenia birêve çû, li ser navê Navenda PENa Kurd, sekretera PENê, Bêrîvan Dosky beşdar bû. Rojeva serekeye civîna Bled mijarên wêjeyî u aştî bû. Piştî vekirina civînê li roja 4ê Gulanê, PENa mîvandar hin xalên serekeye rojevê anîne ber basê ku asoya wêje u astengiyên ser riya nivîsê diyar dikir. Pişt re Komîteya Aştiyê mijarên serekeye di rojeva Komîteyê de vekirin ku aştî li Kuridstanê yek li mijarên sereke bû.
Beşekê Kongirê li Bled
Roja duyem, şandên beşdar di çarçoveyên mijarên ”pirrengiya wêjeyî u pêşeroja nivîsê”
u ”îmaja cudabîrî di wêjeyê de weke rêxweşkerê aştiyê” babetên xwe pêşkêş kirin. Di wan beşan de nivîskarên weke, Marjan Strojan serokê PENa Sloven, Sylvestre Clancier ji PENa Franse, Elisabeth Csicsery Rònay ji PENa Mecar, Gèrard Bini, Zoran Paunovic, Marek Halter u gelek nivîskarên navdare din bas u babetên xwe pêşkêş kirin. Li ser navê Navenda PENa Kurd, Bêrîvan Dosky babetek pêşkêş kir bi navê: ”Îmaja aştî, pejirandin u nasnameyê di wêjeya Kurdî ya klasîk u nû de”. Babet basî zêhniyeta mutleq u girtî li welatên ku Kurd lê dijîn dike ku hemû bîr u ramanên derveyî ramana deselatdaran bi biyanî dihesibîne, wan napejirîne u li dij derdikeve. Di wê çarçoveyê de, hem wêjeya klasîke Kurd u hem nivîskarên serdem, weke pêşengên civakê li hember zêhniyeta serdest rawestane u bi zimanê cuda hewl dane ku cudabîrî, rabûnurûniştina cuda u nêzîkbûnên ne wekhev li civakê bînin rojevê u bi wê riyê wan bidin pejirandin. Çîroka şêxê Senan ya Feqiyê Teyran weke mînaka cudabîrî di wêjeya kilasîk de u şêira Milwanke ya Şêrko Bêkes weke minaka berxwedan li hember pîvanên civakê u hilbijartina riyek cuda hatin bas kirin. Di nivîsê de qedera mamosta u nivîskarê Kurd, Ferzad Kemanger ku ji ber pîşeya xwe u helwêsta Kurdayetiyê li Îranê hate îdam kirin weke mînaka çarenûsa nivîskarên xwedî helwêste Kurd li Rojhilata Kurdistan u Îranê hate bas kirin. Her wisan nivîs bas dike ku şêira Milwankeya ya Şêrko Bêkes tu şansê jiyanê li Turkiyê nîne ji ber ku dewleta Turk niha jî zarokên Kurd li bakûrê Kurdistan u Tirkiyê neçar dike her roj bi sirûda ”Çi qas bexteweim ku Turkim” herin dibistanê u ev jî dibe hegerê bê nirx kirina nasnameya wan u şikandina kesayetiya wan ya neteweyî. Babet bi germî ji aliyê nivîskarên beşdar ve hate pêşwazî kirin u biryar hate dan ku bi babetên PEN a Navnetewî re bê weşandin. Her weha gelek navendên PENên welatan biryar girtin ku wê babetê bi awayê serbixwe biweşînin.
Dema Xwendina Gotara Nunera Navenda PEN a Kurd
Di civîna roja 7 ê Gulanê de mijara aştiyê rojeva sereke bû. Li ser pêşniyara
nûnera PENa Kurd, serokê Komîteya Aştiyê, profesorê Sloven, Edvard Kovac mijara Aştî li Kurdistan anî rojevê u daxwaza Mafê diyarî kirina çarenûsa gelê Kurd weke daxwazek rewa bi nav kir. Li gor Kovac, pêwîste pitir pîte bi mijara aştî li Kurdistanê bê dayîn ku xwediyê hemû taybetmendiyên welatek serbixwe ye. Di berdewamiya guftugoyên di wê derbarê de pêşniyara PEN a Kurd ku civinek bi serperiştiya Komîteya Aştiyê ya PEN a Navnetewî u bi hawkariya PEN a Kurd u Tirk li bakûrê Kurdistanê bê lidarxistin hate pejirandin u biryar hate dan ku li kongireya PEN a Navnetewî li Belgirad biryar li ser bê dan.
Wêne bi serokkomarê Sloveniya re, Rêzdar Dr Danilo Türk
Di wê civînê de her wisan daxoyaniyek hevbeş ku ji aliyê PEN a Kurd u Tirk ve li ser rewşa nivîskar u rojnamevanên girtî li Turkiyê hatibû amade kirin hate pejirandin ku di wê de azadiya hemu nîvîskar u rojnamevanên girtî li Tirkiyê tê xwestin.
Lê destkevta here giring ew bû ku mijara Kurdistan u Kurd weke netewe kete nav ziman Edebyat u guftugoyên PEN a Navnetewî. Lewma daxwaz hate kirin ku ji bo pitir nasandina Kurdistanê di maweyê yek heftiyê de gotarekê li ser Kurdistanê bê amade kirin heta ku ji hemû navendên PENên welatan re bê şandin, bê weşandin u bikeve nava gotar u protokolan.
(Wêne digel sekreterê PEN a Navnetewi re)

Di beşa dawiya civînê de li ser gaziya serokkomarê Sloveniya, payebilind Dr Danilo Türk li koşka Brdo mîvandariyek firavînê ji bo şandên beşdar hate saz kirin. Serokkomar di axaftina ku li dema bixêrhatinkirina mîvanan de kir, giringî da mijara pirrengiya kultûrî u pêwîstiya rêz u hurmetgirtin ji hizr u kultûrên cuda re anî ziman. Li ser xwana ku serokkomar ji bo nivîskaran pêk anîbû nûnerên PENên beşdar, di nav de nûnera PENa Kurd, di çarçoveyek dostane de bi cenabê serokkomar re dan u standin hebûn u Serokkomar kêfxweşiya xwe ji bo wê munasibetê anî ziman. Herwisan di navbera civînên PENê de, serokê şaredariya Ljubljana, serokê şaredariya Bled u serokê şaredariya Bohinj mîvandariya şandên beşdar kirin. Di navbera civînan de gelek hevdîtin u guftugoyên dostane li navbera nûnera PENa Kurd u nûnerên PENên beşdar de pêk hatin. Her weha serdana gelek navendên kultûrî u mûzexaneyên welatê mêvandar hate kirin.
Digel Nunera PEN a Swiss Italian Xanim Franka Tiberto
Gotara nûnera PENa Kurd li jêr bixwîne:
Digel Serokê Komîta Aştiyê Dr. Edward Kovac

The image of the Stranger in Literature as a Route to peace:
Images of peace and acceptance in classis and modern Kurdish literature
Whether we accepted or not, in the part of the world where we come from, we are faced with some powerful and undisputed dogmas. These dogmas have replaced facts and reasoning and have become dominated norms of society, that have influenced the mentality of people in a way that breaking these (dogmas) means going against the known norms.
Yet we have many examples of writers in old and modern times who have gone against all odds even when regarded as strangers in some ways.
In old times the classic Kurdish poet Feqiyê Teyran (1590-1660) who was also a Prince of Hakkari was regarded as an odd but in some sense a wise person who could understand and even speak the language of birds. He was using the idea of passing birds' messages in order to get his own messages across freely, which were in most cases against then known norms. His masterpiece 'Şêxê Sen'an' is about a committed religious sheikh who had about 500 sofie students or followers, teaching them the warship of God through the Islamic doctrine.
Once the Sheikh and his followers were on their way to pilgrimage to Mecca, they stopped at a Christian town ruled by Georgians. The Sheikh and his 500 followers stay there for some times. One day while he was walking in a garden, he saw the daughter of the Christian ruler of the city. He immediately fell in love with her and proposes to her. Her precondition to accept him was to abandon Islam and become a Christian. The Sheikh gave up what he stood for during a lifelong, and not only became a Christian, but became a shepherd of their pigs too.
The message of Feqê Teyran of going against the norms and following his path to peace and acceptance in such a society could only be delivered through the language of birds.
Feqê Teyran could then get away from been stigmatized or being punished but may be in today's our parts of the world is more difficult to be saved from punishment as there are too many established dogmas in our region. Not adopting these norms is regarded as strangeness which sometimes could result in paying heavy sacrifices including losing one's life. The theocratic regime of Iran, fundamentalist groups in the Middle East and some established traditional authorities have used these dogmas knowingly and deliberately against rationalism, critical approach and creativity.
A stranger within this framework is a pioneer who stands against these dogmas, who is steps ahead of his or her time.
In old times Feqê Teyran who was a prince, a poet and a writer could survive and his writings ever live yet in our modern times the dreams of writers and potential writers are executed before they were.
Farzad Kamangar a teacher and a writer who had a dream of peace was executed last year by the Iranian regime because according to them he was against the set of rules by wanting to teach Kurdish children in their own mother tongue. He was treated as an outsider and a danger to society because he challenged the established norms of the regime. He lost his life, but his dream of peace is shared by many who continue to challenge the established norms.
Nowadays, may be the writings of the great contemporary Kurdish poet Shêrko Bêkes are not far from being strange yet very much accepted in some parts of our regions. In his master piece Milwanke ( The Necklace) who's characters are a number of necklaces, tweezers, watches, pens, eye glasses, etc which are going through a life similar to human life full of love, hatred, war, torture and full of contradictions. The necklaces have women feelings, the watch with a shiny golden strip is a very macho man, the tweezers is a womanizer, one pen is a lover, an eye glass is a cheater while other figures are torturers or traditional fundamental family heads who practice their authority on women under their control.
In this poetic story few of these necklaces refuse to deny their origin under torture and continue declaring they are pearls rather than being any other beads.
In this work Sherko Bekes is going against all odds, criticizing many many features in society and although he is regarded as a stranger by some, yet he could survive and in fact paving the way to peace by refusing ugly norms in society.
I cannot imagine that Sherko Bekas and his necklaces would not face heavy consequences had they lived in the other side of the border, in Turkey, for if Kurdish children In Turkey, even today, at the start of lessons every day at school, who are obliged to repeat over the obligatory phrase ”How proud we are to be Turks”, immediately being deprived of their identity, if they refuse to say it they would face heavy consequences, such as being deprived from education if not of course been accused of being a member of a terrorist group and face imprisonment.
To conclude I say that the path to peace might be distant and far reaching yet achievable, for as long as there will be people, mainly writers who will go against the odds and pave the way to peace even if regarded strangers of some sort.
Digel birêz Antonio Delaroca

Li Kela Lubljana li Paytexta Slovenia

Disa ger u seyran u bi dawi buna Kongirê