|
Nivîsên din yên Nivîskarî:
:EZ IM KURDISTAN!
-Va iro sersal hat
Vegere destpêkê
|
XEWÛNA SERXWEBÛN!
Gelê Kurdistan,
ji xew şîyar bin,
Destên hev bigrin,
ser çîyan bin!
* *
Xewa giranda,
hestîyê me hilîyan,
Girtin, girêdan,
kirin bin lingan!
* *
Lêxistin, kuştin,
dayîk û bavên me,
Dibin û dajon,
xwûşk û kekên me!
* *
Kirine bin dest,
raman dane me,
Mêjîyê kerên xwe,
kirin serê me!
* *
Ser erd û bin erd,
hatina welat,
Çand û dîrok,
kirin malê xwe!
* *
Zimanê Kurdan,
cîhanê nas kir,
Li me qedexe,
ji xwe ra çêkir!
* *
Edetê Kurdî, pirr dewlemend,
Hical û berde, rakirin ji ser me!
* *
Kirin dîwane,
bê hiş û reben,
Zilim û zorî,
mêjîyê me şuştin!
* *
Dane me raman,
wan ji bo xwe,
Cengê bikin,
li himber gelê xwe!
* *
Tev parvekirin,
ji hevdi xistin,
Talan, kuştin,
namûs nehîştin!
* *
Em kirin dîndar,
hinek jî solcî,
Pirr kirin, kûçik,
diz û kuricî!
* *
Bûne serok hoz,
didan dijmin,
Gelî dukuştin,
birin keçik û jin!
* *
Tev kirin, Fariz,
Ereb û Tirk,
Deng dikin,
gurlan dikin zik!
* *
Beg û Axê Kurd,
li cem dijminan,
Bi quriş firotin,
wana keç û jin!
* *
Li me digerin,
dibînin û digrin,
Dikin zindanan,
komkojî kirin!
* *
Axan dan dijmin,
gelî firotin,
Xwîn rijandin,
ser xweva kirin!
* *
Îdrîsî Bitlîsî,
Kamûran Înan,
Cehwerî û Çetin,
pirr wekî wan!
* *
Pirrî ji wana,
dibûne çep û rast,
Doza mîrovê,
Kurdistan nexwast!
* *
Pirrî ji wana,
bûne sosîyalîst,
Çêkirin Rûs û Çîn,
Kurdistan nedîn!
* *
Pirrî bûne Sunî,
hinek Elawî,
Xwe kirin Yêzîdî,
çêbû dubenî!
* *
Ji wana zikdir,
ji wana mîxbîr,
Navê gel da,
wan negirtin şûn!
* *
Pirryan çêkir,
partî û komal,
Negîştin hev,
ko jîn bibê gel.
* *
Bûne serok,
bi yekî û duduyan,
Bûne merbend,
ketin nav lingan!
* *
Dijmin beradan,
tev hatin ser me,
Bûe mîxbîr,
gewadên li ser me!
* *
Bûne bê kesayet,
zikdir û genî,
Devê xwe vedikin,
tev didin bîn!
* *
Gelê me kişand,
pirr ji dest van,
Ew pîsên genî,
xwe dikine zana!
* *
Pirr li Ankare,
hinek li Tehran,
Çûn Bexdadê,
li azadî gerîyan!
* *
Bûne kûçikên derva,
pirr li hindir,
Tev dîwane,
li ser me bûne mar!
* *
Hinek bûne pena,
pirî jî lûmpen,
Dixwun û berdan,
wekî ga û ker!
* *
Pirr bûne dîndar,
hinek jî bê dîn,
Ser gelê meda,
wana dihanî şîn!
* *
Tim li cem dijmin,
mirîd û kole,
Pirr derdên giran,
anîne ser me!
* *
Serok Öcalan,
rabû ser xwe,
Ceng û şer da,
bi hêza gelê xwe!
* *
Rabûne ser,
keç û xortên me,
Bûne gêrîllan,
parastina me!
* *
Qazî Mihemed,
ew şerê zîlan,
Qoçkêrî, Agirî,
tev serî hildan!
* *
Doktor Şivan û
hosta Cîgerxwîn,
Bi hêz û raman,
gel kirin hebûn.
* *
Doktor Qasimlo,
Elî Şêrê me,
Ew Seyîd Riza,
Şêx Saidê me.
* *
Zîlan, Delal,
Bêrîvanên me,
Nemirên Kurd,
bûn jîna me!
* *
Ketin ser çîyan,
bûne şoreşvan,
Gelê Kurdistan,
ji van hêvîdar!
* *
Mirin û kuştin,
dijmin bikin der,
Pispor û zana,
gelek werin ser!
* *
Serî bilind kir,
şoreşgerên me,
Şeref û rûmet,
wana dayê me!
* *
Dijmin derxin,
bikin serxwebûn,
Bibin komar,
tev bibin hebûn!
* *
Cejinê çêkin,
li nav Kurdistan,
Gêrîllan dakevin,
ji serê çîyan!
* *
Keçikên ciwan,
kesk, zer û sor,
Maçekê bi lêvan,
bidin gêrîllan!
* *
Xortên Kurdistan,
siwarê hedban,
Keçên Kurdistan,
tev hev dilovan.
* *
Cejna Kurdistan,
bankin cîhanê,
Nûçe bidin Hind
tev Yîrîwanê!
* *
Gelê Rûs û Hind,
tev gelê cîhan,
Hevra pîrozkin,
me Kurdistanê!
* *
Gelê Kurd û dor xwe,
ji hev zana bin,
Dijminî û nerindî,
ji ser xwe rakin!
* *
Nerindî rakin,
ji nav dorên xwe,
Her kes jîn bibê,
li ser warê xwe!
* *
Netewên dor me,
wekî bav û dê,
Welat û warê me,
tev wekî gulê!
* *
Eme razî bin,
doz û warê xwe,
Jînbê gelê cîhanê,
û tevî gelê me!
* *
Serok Mandêla,
madem Mîterand,
Werin pîroz kin,
Serok Kurdistan!
* *
Nemiran bidin,
serê meydanan,
Bêşîkçî deyînin,
li nav Bajaran!
* *
Zana, pispor,
mêjîvanên me,
Rista bi aşitî,
bavêjin ser me!
* *
Komara Kurd,
bibê dewlemend,
Navê netewanda,
ko bibê rêhber!
* *
Çîya û mêrgên me,
bibin gulîstan,
Çem û qûçên me,
koprî û otoban!
* *
Nav welat da,
her kes wekî hev,
Navber û navçe,
tev bigêne hev.
* *
Pispor û zana,
dakevin nav gel,
Aborîyê çêkin,
welat dor û ser!
* *
Artêşa Kurdistan,
bi fîze û rokêt,
Doza mîrovêda,
ko xwe bidin ber!
* *
Keçikê dengbêj,
bikin şîqe, şîq,
Navê cîhanê da,
ko ew bibin jîr.
* *
Nivîskarên me,
bibin hêvîdar,
Jin û keçên me,
hîva li çardan!
* *
Dîrokvanên me,
tev dibin rûmet,
Helbestvanên me,
dibin kesayet!
* *
Jin û mêrên Kurd,
tev zana bin,
Keç û xortên me,
li dibistana bin.
* *
Welatê me tev,
gula cîhanê,
Cîhan şahbibê,
bi Kurdistanê!
* *
Ew gul û gupik,
bîna endeko,
Kesk, zer û sor,
ser me da bê!
* *
Jîyaneke xweş,
li nav gelê me,
Nemir û zindî,
tev bigêne hev!
* *
Dibin kesayet,
Feqîr û zengîn,
Mîrovên hêja,
bikin doza jîn!
* *
Kurd û Kurdistan,
li hev pîroz,
Cîhan piroz kin,
vê cejina newroz!
* *
Serok Kurdistan,
rabê ser banan,
Dengekî bidê,
cîhan Kurdistan!
* *
Aborî û aşitî,
me tev pêk anî,
Jînbê gelê Kurd
û gelê cîhan!
* *
Zanayê Kurd,
bibin jîyan xwaz,
Nav cîhanê da,
bibin xêr xwaz!
* *
Nemiran bibînin,
nebin zilim kar,
Eme bi mîrov bin,
nebin dîn û har!
* *
Şeref û heysîyet,
bi Gund û Bajar,
Cîhane deng bidin,
tev bibin dîwar!
* *
Em bikin kulîlk,
cîh û warê xwe,
Kesk, zer û sor,
Kurdistan ya me!
Feqîr Ehmed.
05.10.1996
Vegere destpêkê
|

|