pen-kurd.org

Helbest - Pexshan - Gotar - Daxwezanî - Kampanî - Endam

 

 

 Nivîsên din yên Nivîskar

Mirhem Yigit

 

-Dil û mêjiyekî mezin -4-

Dil û mêjiyekî mezin -2-

Dil û mêjiyekî mezin -3-

- Romana bi guftûgo

 

 -DewletaTirk, dîroka  serneketî

-Li bayê bezê Kurd û Kurdistan

-

Dil û mêjiyekî mezin -1-

-Apê Osman Sebrî

-Destavêjî û destqirêjî

-*Hefteya Mafê Mirovan -1-

-Mafê Mirovan 2-

-Mafê Mirovan -3-

-Mafê Mirovan -4-

-Mafê Mirovan -5-

-Mafê Mirovan -6-

-Mafê Mirovan–7

-Mafê Mirovan -8-

-Sibata 2011 an

-Ka ew roj ?

-Serbixweyên bindest û bindestên serbixwe

Vegere Destpêkê

 

Meha şehîdan û hilbijartin

Mirhem Yigit 

Çend rojên din em dê xatir ji meha şehîdan, ji meha Gulanê bixwazin û têkevin meha hilbijartinên meclîsa 2011 an.

Gelê kurd, li welat û li derveyî welat li aliyekî bi kurd û tirkên xwe şehîdên meha Gulanê  Haki Karer, Xelîl Çavgûn, Mehmet Karasungur û Ibrahîm Bilgîn,  Argeş, Şêrîn, Ferhad û Elî, Denîz û hevalên wî, Kaypakkaya, Ferhat Kutay û hevalên wî, bibîranî û li aliyê din jî bi rêzdariyeke bêpayan, lehengane, li şêremêr û şêrejinên li çar aliyên welat ku mehên dawî şehîd ketin, xwedî derket, ew himbêz kirin û bi rengekî layiqê meznahiya wan ew sipartin axê.

Bi minasebeta meha şehîdan li bajarên Siwêdê Stokholm û Upsala û li paytextê Fînlendiya jî şehîdên meha Gulanê hatin bibîranîn û di konferansa li Stokholmê de rêvberiyeke xwurt; 17 kesî hate hilbijartin.

Di van 30 salên di ser îlankirina meha Gulanê wek meha şehîdan derbas bûn de, li şehîdên berî sala 1981 ê gelek şehîdên din jî zêde bûn, kerwanê şehîdan dirêj bû, bû bi hezar û dehezaran, em jî bûn netewe, xwedî rêxistin, sazî, medya û rêberiyeke neteweyî.

Û helbet, bi her şehadetê re jî erk û barên li nav milên her kurdê welatparêz û neteweyî jî girantir bû.

Piştî ewqas şehîd, ewqas fedekarî, xwîn û xwêdan, tehb, qiriktehlî û kezebreşî, ewqas koçberî û derbederî û law û keçên li ber îdamê, kî dikare ji îro û pêde rune, dûr be ji şehîdan, ji doza wan û wîjdanê kîjan kesê/kesa rûniştî dikare rehet be ?

Di demekê de ku em dê çend rojên din meha şehîdan li xwe babidin û ev demeke kampanyên hilbijartinên 12 ê Hezîranê li dar in, gelê me li çar perçan lihevnêzîktir dibe, daxwaz û hewlên ji bo yekîtiya neteweyî dikevin jiyanê,  em ji her car bixwebahwertir dikevin hilbijartinan.

Şoreş û Tevgeraizgarîxwazî jî îro di alyê leşkerî, siyasî, rêxistinî de, ji awira piştgiriya gel, tecrûbeya heralî de, di asta helî xwurt de ye.

Blokê Ked, Azadî û Demokrasiyê li seranserê Kurdistanê û li gelek bajarên Tirkiye, ji Tekirdaxê, ji wî serê rojava, ber bi Kurdistanê de starta zincîrek  mitîng daye.

Mitîngên, rojê wê li çend bajaran bêne kirin wê heta 11 ê mehê, roja berî hilbijartinan dewam bikin.

Li gora lêkolîn û pêşbîniyên têne kirin, wê Blok hejmara parlamenterên xwe zêde bike, şika kesî tune ji vê, texmînên 35-40 parlamenteran jî di nav van pêşbîniyan de ne.

Ev jî partiya Erdogan, artêş, Polîs û dormedorên hevalbendên şer û li dijê aştiyê dixe nav mitaleyan û panîkê ku ew jî di zêdebûna operasyonên leşkerî û siyasî de bilaş û gewd dibe.

Li Kurdistanê, Hikûmeta AKP bi taybetî û dewleta dagîrker bi giştî bi her roj, hefte, meh û sala dubhure re meşrûîyeta xwe winda dike, ji dest dide.

Serokê partiya helî mezin, partiya deshelatdar, serokwezîr Erdogan, hew kare bi hesanî here Kurdistanê, dema berê wî dikeve Kurdistanê, hêkên hesinî dike, behsa “gomlekê  sipî” û “kefen” dike, di nav tank û topan de diaxive.

Gotinên birêz Ozdal Uçar, parlamenterê BDP têne cîh: heger em li ser erd û axa xwe, axa bav û kalên xwe ne ewle bin, bila hinek jî nefikirîn ku wê bi serbestî destên xwe bihejînin û li ser vê ax û erdê rehet bigerin.

Erdogan 1 ê Hezîranê diçe Amedê bila gotinên Ozdal Uçar bike guhar û têxe guhên xwe.

Vegere Destpêkê

 

 

 

 

 

Copyright ® 1990 pen-kurd.org