Dewleta Tirk û dardestê wê hikûmeta AKP ê, di bin zexta du faktoran de ku her yekê bi serê xwe li ser siyaseta herêmê, têkiliyên navneteweyî, siberoj û dîzayna li Rojhilata Navîn wê xwedî encam bin, bi ser hev de hatiye guvaştin û di nav panîkeke diyar û heşkere de; eskerî, siyasî, dîplomasiyane êrîş dike, li vî alî û li aliyê din dikeve, hewara xwe dighîne vê dewletê û dewleta din li rojava.
çi ne ev faktor ?
Ya yekê Tevgerarizgarîxwaziye ku di nav xwîn, agir û barûdê de li Bakurê Welat ji diya xwe bû, bi biha û bedêlên giran ber bi roja me de di coxrafyake fireh de kete rê, heralî û çarperçeyî; îdeolojîk, leşkerî, rêxistinî, siyasî, medyayî û aboriyane, xwe avakir û bû hêzeke madî.
Ev tevger, sal bi sal mezin bû, xwegirt û di 30 salên derbasbûyî de bi dehan serokwezîr, serokkomar, serfermandar, elemanên ewlekariyê, kesên mîna Kozakçioglu, Unal Erkan, Mehmet Agar, Nejdet Menzîr û Hwd. hêrt in, bêkêr kirin û dagerandin nav kategoriya rûreşên binketî û navnoyên dîrokê.
Faktorê duhem statu û serokayetiya li Herêma Başûrê Kurdistanê ye. Çend sal in dewleta Tirk li gora vê statuyê dikole û li aliyê duhem jî hewil dide, li dijê gerîlayên Tevgerarizgarîxwazî li Qendîlê Başûr bikşîne aliyê xwe, bi pêşmergeyên Başûr re eniyeke hevbeş veke û careke din zarwên kurdan bi hev bide kuştin, destên wan têxe xwîna hev, belê bi sernakeve.
Faktorê yekê dewlet û hikûmeta Erdogan anî cîhê bi birêz Ocalan û PKk re rûne û yê duhem jî li ser asta Serokdewlet, Serokwezîr û Wezîrê Derve, ev dagîrker naçar kirin ku hikûmeta Kurdistan nas bikin, pêşwaziya birêz Berzanî bikin ku zemanekî ew bi gotin û sifatên bêhurmet binav dikirin..
Berzanî di serdana xwe ya dawî de bi zimanekî zelal û sayî piştî hersê hevdîtinên xwe li ser asta helî bilind bi rayedarên dewleta Tirk û hevpeyvînên xwe bi rojnamevanan re got ku ew ne amade ye ji bo çu obsiyonên şer.
Her wiha wî da zanîn ku şer neçare ye, Tirkiye çendî bi teknîk û artêşa xwe bahwer dibe bile bibe, ne mikun e ew bikaribe PKK ji Qendîlê, ji Xakûrkê, ji wan cîh û deverên ku ew bi xwe baş nas dike bikaribe derxe.
Ya gelê Kurd jî li welat û li derveyî welat bi salane li bendebû, lihêviyê bû û dixwest bibhîze jî ev bû.
Bahweriya Bakur û Başûr bi hev, hewcedariya wan bi hev û jihevpiştrastbûna wan ji hev, îro ji her gav mestir e
Ev rest û gotina di cihê xwe de, neteweyî û ewçendî jî pêwist ji aliyê birêz Berzanî, bi awayê helî berçav tê wateya ku êdî wê mîna caran ne dewleta Tirk û ne jî tu hêz û dagîrkerekî din bi hesanî dê nikaribe kurdan berde pêxêra hev, wan mîna goka agir ji bo enterese û berjewendên xwe bikar bîne.
Neteweyê kurd ji şerê xwebixwe, ji bêtifaqî û nebihevreyîyên navxweyî ,heta niha gelek zerer û ziyan dîtiye, ew êdî bi çavekî din, bi hest û ramanên nû, neteweyî û kurdîstanî li pirsgirêkên navxwe, yên xwe û gelên cîran, yên xwe û yên cîhanê dinere û têkilî û dayînûstendinên xwe bi der û doran re li ser bingehekî li xêra xwe dinirxîne
Ev jî ne bi tenê li xêra kurdên çar perçan û cîhanê, belê herwiha li xêra gelên cîran; gelên Tirk, faris, Ereb, Asûrî-Suryanî, Ermenî û giş çand, ol û mezhebên herêma Rojhilata Navîn e.
Berxwedana Bakur, israra ji bo mafên xwe û çavnequrmiçiya gerîla, siyasetmedar, jin û ciwanên gelê me li jora sînor û helwestê serok û siyasetmedarên Başûr li dijê şerê birakujiyê li jêr û wî aliyê sînor, wê zû yan dereng dewleta Tirk jî bîne ser rê û dê wê naçar bike dev ji vê siyaseta xwînrêj û bêencam berde û bibe mirov.
Mirhem Yigit
November 2011