pen-kurd.org

Helbest - Pexshan - Gotar - Daxwezanî - Kampanî - Endam

 

-Daxweyaniyên PEN a Kurd

 

 

 

 

 

 

 

Vegere Destpêkê

 

  

Nameya Navenda PENa Kurd ji hemû Endaman ra.

 

Gelî birêzan, endam, berendam, heval û hogirên Navenda PENa Kurd,

Gelî birêzan, nivîskar û wêjevanên Kurd,

 di 19.09.2011an de peymanek di navbera bîroyên cihgira serekê PENa Navneteweyî  û Navenda PENa Kurd de hate destnîshan kirin (imze kirine) – Peyman di pêvekê de ye.

 Ev bîroyên PENa Navneteweyî di bin navên POETIKI and Diversity  (Wêje û Cidarengî) de dixebitin.

 Armanca wan jî berhevkirin û weshandina berhemên wêjeyî yên PENa Navneteweyî ye, wek helbest, kurtechîrok, chîvanokên gelêrî, essay,  (pexshan bi gishtî) ûwd.

 

Peyman di navbera Navenda PENa Kurd û herdû bîroyên PENa Navneteweyî de li ser hevkariya chandî  û weshandina berhemên wêjeyî hatiye danîn.


Tenê berhemên ku di rêya Navenda PENa Kurd re herin, wê di malpera www.diversity.org.mk werine weshandin

Em raya gishtî ya kurdî bi vê nameyê agadar dikin, ku deriyên Navenda PENa Kurd ji bo wergirtina  berhemên her wêjevaneke/î kurd, ya/ê ku bixwaze berhemên wê/î di vê pencera navneteweyî de werine weshandin, vekirîne.

 

Ji bo vê mebestê û ji bo ku ev kar bi rêxistinî bi pêsh ve here, komîteyeke taybetî ji aliyê Navenda PENa Kurd ve hatiye hilbijartin.   Endamên vê komîteyê ev birêz in:

 

Ahmet Gulabî Dere

Deniz Ekici

Sonja Galler

Dawid Yesilman

 

Ew wêjevanên kurd, yên ku bixwazin em berhemên wan ji bîroya PENa Navneteweyî re bishînin, divê

Berhemên xwe li gor van xalên li jêr ji me re bi rê bikin.

 

  1. Berhema resen î bi kurdî
  2. Wergera wê yî inglîzî. Tenê geva wergera inglîzî li ser asteke wêjeyî nirxdar be, berhem tê pejirandin. Ji ber vê yekê navê wergêrvan jî giring e.
  3. Peywendî tê kirin û berhem tê rê kirin li ser navnîshna e-maila birêz Ahmet Gulabî Dere:

ahmet.gulabi.dere@hotmail.com>

  

Wê cihê dilxweshî û serbilindiya me be, ku em bikarin bi hev re di salê de chend berhemên xweshik ji wêjeya xwe hildine nav wêjeya navneteweyî.

 

Em li hêviya berhemên We ne.

 

Bi gelek rêz û silavên

Komîteya Birêvebira Gishtî – KBG re

 

Navenda PENa Kurd

01.11.2011

 

, Wergêr Miraz Ronî, Weşanên M, Stenbol 2004 

Vegere Destpêkê

 

 

 

 

 

Copyright ® 1990 pen-kurd.org