pen-kurd.org

Helbest - Pexshan - Gotar - Daxwezanî - Kampanî - Endam

 

 Nivîsên din yên Nivîskar:

 

Silêman Azer:

 

 

 

Vegere destpêkê

 

    Di şevê de                                                                                            

Silêman Azer

 

Tiliyên te
binermiya xwe,
vedikirin qumçikên
şevên min di westandinê de.
Tu li bijiandinê gur dibî,
ji te dibijive mêraniya
kelgerim.
Li ber dîwarê keçîndariya min
pîpokên rût bi axê şa dibin.
Li ber serê kesera xwe tu dilerizî
û şeveder mane awirên te.
De xwe di wêrekiya xwe de
bigevizîne
bere ji bîna te bipengize
tovê binemala te.


Di çûnê de


Serê min
wek çîrokên penaberan
li kolanên şayîk
dişemite.
Çarika dayikê
bi keziyên min ve
diheribile
û kopalên bapîran
li ser keçîndariya min
pal didin.
Ez te di xweziyên xwe de
vedişêrim
bêrîkirin li çavên min mukur tên.
Tu ji ber sînga min direve
û di malzaroka min de
pûç dibî.
Ji te re
ez buxçika razên xwe vedikim
û xwe li ber seqa jibîrkirinê
dinehwirînim.

silemanazer@hotmail.com

 

 

 

 

  

Vegere destpêkê

 

 

 

 

 

Copyright ® 1990 pen-kurd.org