ASTENGÊN Lİ PÊŞ ÇAPEMENİYA KURD
DAXUYANÎ Jİ BO ÇAPEMENİYA KURDİSTAN
A. BALÎ
FERHENGA KURDÎ-TIRKÎ YA ANSÎKLOPEDÎK
KÜRTÇE-TÜRKÇE ANSİKLOPEDİK SÖZLÜK
ÇAPA SÊYEMÎN
FERHENGA KURDÎ-TIRKÎ YA ANSÎKLOPEDÎK çapa sêyêmîm di dema 2011 an, meha Tebaxê de li Meletyê di çapxana Flaş Digital de hate çapkirin û weşandin. Ew berhema jı 3 bergan (cild) pêk hati di navbeyna 34 salan de hatiyê amadekirin. Di naveroka 3 bergan de qasî 2600 wêneyên rengîn jî hene. Çapek wusa ofset ji bo 3 bergan jê re bes ji bo çapkirinê 700 TL pêwist e. Di aliyê dinde ji bo belav kirin û firotina pirtûkxanan % 50 li ser buhayê çapkirinê lê zêde bibe, kirîn û firotina vê berhemê di mercên wusa de hîn jî dijwartir dibe...
Çi li dervayî welat û çi li welat tu sazî û rexistinên Kurd li vê berhemê xwedî derkevin nehatin dîtin. Çendek caran jî min serlêdana wezerata Kurdistan ya Federal jî kir! Ew bêdengiya heyî, çi mixabin ji xemgîniyê pê ve tiştek sernexist!..
Dema hikumat û saziyên Kurd nikaribin alikariya nivîskar û berhemên nû yên tên afirandin bikin, ma nivîskarên Kurd yê serlêdana kê bikin?!.
Kurdên ku îro li serkarin û dixebitin, dema çavên xwe ji karên çandî re bigirin û alîkariya lêkolîner û nivîskarên Kurd nekin, her kî diçe çand û wêjeya Kurd yê paş ve biçe...
Di van mercên heyî de bê alikarî, karê nivîskarên Kurd qels û dijwartir dibe û pirtûkên nû jî nayên afirandin û amadekirin. Dema çavkaniya gencîneya çand û wêjeya Kurd bimiçiqe, neteweya Kurd jî jar û pêrîşan dibe!..
Bi vê bangawazê, ez dengê bi sedan nivîskarên Kurd ji raya giştî ya Kurdistan re pêşkêş dikim. Ji bo ku rewşa pir nivîskarên Kurd ji rewşa min ya ku Ferhenga Ansiklopedîk tê de baştir nîn e!..
Bi gotina Ehmedê Xanî, ez carek din bang sazî û rêxistinên Kurd dikim û dawî bi gotinên xwe tînim:
Ger dê hebûya me padişahek
La‘iq bidiya Xwedê kulahek
Te‘yîn bibûya ji bo wî textek
Zahir vedibû ji bo me bextek
Hasil bibûya ji bo wî tacek
Elbette dibû me jî rewacek
Xemxwarî dikir li me yetîman
Tînane derê ji destê le‘îman
Xalib nedibû li ser me ev Rûm
Nedibûne xirabeyê di dest bûm
Mehkûmi ‘eleyhî û se‘alîk
Mexlûb û muti‘ê Tirk û Tacîk
Emma ji ezel Xwedê wisa kir
Ev Rom û Ecem li ser me rakir.
Namûs e li hakim û emîran
Tawan çi ye şa‘ir û feqîran
Herçî bire şîrî destê himmet
Debt kir ji bo xwe bi mêrî dewlet
Lewra ko cihan wekî ‘erûs e
Wê hukim-i di destê şîrê rûs e
Lê ‘iqd û sidaq û mehr û kabîn
Lutf û kerem û ‘eta û bexşîn
Pirsî ji dinê min ev bi hikmet:
”Mehra te çi?” Gote min ko “himmet”.
Hasil ko dinê bi şîr û ihsan
Tesxîr dibit ji bo wî insan
Ez mame di hikmeta Xwedê da
Kirmanc-i di dewleta dinê da
Aya bi çi wechî mane mehrûm
Bil-cumle ji bo çi bûne mehkûm
Wan girtî bi şîrî şehrê şuhret
Tesxîr-i kirin biladê himmet
Her mîrekê wan bi bezlê Hatem
Her mêrekê wan bi rezmê Ristem
Bif‘kir, ji ‘Ereb heta ve Gurcan
Kirmancî ye bûye şubhê burcan
Ev Rom û Ecem bi wan hesar in
Kirmanc-i hemî li çar kinar in
Her du terefan qebîlê Kirmanc
Bo tîrê qeza kirîne amanc
Goya ko li serhedan kilîd in
Her ta’ife seddek in sedîd in
Ev qulzimê Rom û behrê Tacîk
Hindî ko bikin xurûc û tehrîk
Kirmanc dibin bi xwîn muletex
Wan jêk ve dikin misalê berzex
Cawamêrî û himmet û sexawet
Mêrînî û xîret û celadet
Ew xetm e ji bo qebîlê Ekrad
Wan dane bi şîr û himmetê dad
Hindî ji seca‘etê xeyûr in
Ewçend ji minnetê nefûr in
Ev xîret û ev ‘uluwwê himmet
Bû mani‘ê hemlê barê minnet
Lew pêk ve hemîşe bêtifaq in
Da‘im bi temerrud û siqaq in
Ger dê hebûya me ittifaqek
Vêk ra bikira me inqiyadek
Rûm û Ereb û Ecem temamî
Hemiyan ji me ra dikir xulamî
Tekmîl dikir me dîn û dewlet
Tehsîl dikir me ‘ilm û hikmet
Temyîz-i dibûn ji hev meqalat
Mumtaz-i dibûn xwedan kemalat
01/09/2011
A. BALÎ/ a.bali@web.de