GELÊ KURD JI NIRX Û AZADÎYA XWE LI SER PÎYA YA
Abdusamet Yigit
Di vê demê de gelê kurd ji bo nirx û azadîya xwe li ser pîya ya. Ev demeka ku kurd, li qada na. Di wan li qadan bûna xwe de oparasyonên leşkerî yên ku li beşên kurdistanê li dijî kurdan tên meşandin û tecrida li ser serokê gelê kurd birêz Ocalan şermazar bikin. Di vê demê de kurd, bi awayekî girseyî bi hev re di tekoşînê de na. Lê divêt ku ji wê zêdetir li dora tekoşîna azadiyê levbicivin û tekoşîna xwe ya azadiyê bidin û li serokê xwe xwedî derkevin. Ev tekoşîna demê ya ku kurd didin, ji bo azadî, statû û nasname wan a. Di vê demê de, bi vê yekê re, mirov divêt ku vê yekê bi teybetî bibêje ku kurd, tekoşîna wan ya vê demê pirr kifşkar a. Li rojhilat, di vê demê de, hewl tê dayin ku ji nû ve dîzaynek û rastkirinek lê were kirin. Di wê dîzayn û rastkirinê de, tirkî hewl de û tê dikoşê ku kurd di wê rastkirina nû de bi statûya xwe nebin. Oparasyonên wê yên leşkerî ên hewayî û yên bejehî yên ku ew dimeşêne û di vê demê de hatîya dayin ku Îran jî were li nav xistin, hewl tê dayin ku hêza kurdan were şikandin, ku li herêmê nikaribin li ser navê xwe karibin gotinê bibêje. Ev şerê dawiyê yê ku bi kurdan tê dayin ku yê bê hêzkirina wan a.
Di vê demê de li tirkî û Îranê wê kurd, bên şikandin û wê li ser wê şîkandinnê re weke ku di salên 1923´an de bû, wê dîzaynek li ser wê bê kirin. Bi vê yekê re wê kurd, bê statû werin hiştin. Piştî ku statû, weke salên 1923´an hat afirandin, êdî wê bi heman rengî weke wê demê wê şerê dana herêkirina wê statûya ya li wan were kirin. Bi vê yekê re, tekoşînak dihê dayin ji aliyê dewletên herêmê ve. Li herêmê, çendî ku bahse rastkirinekê were kirin û ji nû ve rastkirinekê were kirin jî, hewl tê dayin ku gelên herêmê bi navê xwe de di wê rastkirinê de ji di bin sehêt(kontrol)ê de bin. Nayê xwestin ku gelên herêmê karibin bi vina xwe bibina xwedî gotin li ser pêşaroja xwe. Bi vê yekê re, mirov karê bibêje ku li herêmê weke şerê statûqûya herêmê ya ku heya û ya gelên wê bi hev re heya. Statûqûya herêmê, hêzên rojava yên weke Emerîka. Inglistan, Firansa û hwd, piştgirîya wan di çerçova berjewendiyên wan de jêre heya. Bi wê piştgiriyê, ew statûqûya herêmê ya ku î ro heya, di şer de bi gelên herêmê re.
Bi vê yekê re, mirov karê gotinaka din jî bi teybet bibêje ku şerê ku li herêmê bi vî rengî tê dayin, şerê desthilatdarî, serwerî û serdestiyê ya. Di vî şerî de berjewendî, pir li pêş in. Xwesteka pêşketina herêmê ya wê ya bi azad, nîn a. Bi vê yekê re şer, li rojhilat heya. Li kurdistanê, biteybetî Îran û Tirkî, dixwezin ku wê desthilatdariya xwe ya bimetingerî û awayê wê bidina berdewam kirin. Ji kurdan re, li gor wan ti maf û azadî nîn a. Divêt ku mirov vê yekê di serî de kifş bike. Kurdan, ev yek kifşkirîya. Bi teybetî, serokê gelê kurd, ev yek kifşkirîya. Di hevdîtinên bi hev re yên bi serokê gelê kurd re, tenê mijara ´bêçekkirina hêzên kurd´ hanîna li rojevê, dide nişandin ku wê bi çi awayê werina bi ser kurdan de. Di deme şerê li Îraqê de tirkî li dervî pêvajoyê hat hiştin. Di vê pêvajoyê de ji bo ku li dervî pêvajoyê newê hiştin, çi ji destê wê tê dike. Hin gotinên rayadarên wan yên ku di çapameniyê de derketin û di gotin ku "emê xelatîya di deme şerê li Îraqê de nekin" di vê xalê de bi kurdan ve girêdayî tên ser ziman. Yanî di wate van gotinan de tê gotin ku di şerê li Îraqê de bêbandûr hatin hiştin û kurd li wir bûna xwe xwedî statû, wê di vê demê de ev yek nebe. Ew gotina "me xelat kir" ya ku rayadayên tirk, di wan gihiştina kurdan ya statûyê de tê ser ziman. Di serî de divêt ku mirov vê yekê kifş bike.
Tirkî, bi gotina ku dibêje ku ´emê wê xelatiya berê nekin´, di xwezê bibêje ku di wê pêvajoyê de emê hewl bidin ku hebin û nehêlin ku kurd bigihina ti statûyê ji bixwe li herêmê. Divêt ku mirov vê yekê û vê gotina wan di vê yekê de bixwêne. Li tirkî, kurdan, rengê xwe denezand. Xweserîya xwe denezand. Ev denezandin, di aslê xwe de ku baş were fahmkirin û hundurê di deme kin de were tişîkirin ku hinekî jî bê, wê kurdan li herêmê bike hêzeka mazin ya dîrokî ku pêşketina herêmê hemûkî bi xwe re û bi pêşketina xwe re bide kifşkirin. Pêşketina kurdan, hemû planên hêzên ku herêmê na, xira dike. Bi vê yekê çûna bi ser kurdan de dibêt. Di çerçova planekê û bi planekê, ev pêlên hêrîşan li kurdan dibin. Bi vê yekê re, mirov ji wan hêrîşên ku li kurdan dibin, ji têgihiştin û felsefeya wan, mirov fahm bixwêne ku dihê xwestin ku çi awa were dayin li rojhilat. Rojhilat, weke ku di cendereyekê de ya. Ew cendere, ji roja ku konfaranse Lozanê bû de lê heya. Şerê ku li rojhilat dibin, di bin hemûyan de têgihiştin û felsefeya konfaranse Lozanê heya. Divêt ku mirov dii serî de vê yekê fahm bike.
Oparasyonên Leşkerî û yên siyesî ku kurdan di wan tên kuştin û girtin û tecrida li ser serê serokê gelê kurd birêz Ocalan hemû di wê çerçovê de dihên kirin û meşandin. Mirov nikarê wan jev dûr û cuda bêne ser ziman û şîrove bike. Şerê bêhêzkirina kurdan, bi vê yekê re tê meşandin. Di vê çerçovê de, hemû hêrîşên li ser tekoşîna azadiyê û li ser serokatîyê dibin, hemû hên bêhêzkirinê na. Serokatîya kurd, di keseyetîya Bîrêz Ocalan de, weke ku xwediyê ast û statûyekê ya. Ew ast û statû, dihê xwestin ku were ji holê rakirin. Ew nûqta ku kurd li dorê dicivin, dihê xwestin ku ji holê were rakirin. Hemû hêrîş û reşkirinên ku tekoşîna azadîya kurdan û serokatîya wê, divêt ku mirov di vê çerçovê û xalê de şîrove bike û fahm bike. Gelê kurd, di vê demê de bi vê yekê, mirov karê bibêje ku di bin hêrîşeka mazin ya pir mazin de ya. Ev herîş, pirr alî ya. Minaq, doza girtina televizyona kurd, aliyek ji wan aliyan a.
Oparasyonên leşkerî yên hewayî û bejehî ku li kurdistanê tên meşandin, hemû jî, dii bi hev re diahangekê de na. Nivîskarên tirk yên di nîjadperestiyê de rekor şikandina ên weke Ahmed Altan û hwd jî, di wê reşkirina kurdan û hêrîşa li wan de ketina bêsînorîyekê de. Bi têgihiştina metinegerî ya serdest tevdigerihin. Bi nivîsên xwe re, weke ku ji kurdan re dibêjin ku dewlet çi ji we bike li ber bêdeng bin û qabûl bikin. Ew, ya rast a. Bi vê awayê gotinê yê weke yê Ahmed Altan û wan û hwd, weke ku dîroka bêahlaqiyê ji nû ve li gor demê dihê nivîsandin. Di hêrîşên hewayî yên dewletên jin, zarok dihên kuştin. Ku piçekî ji ahlaq yên weke wî re heba, wê ew kuştinên jin û zarokan yên dewletê kirin, wê şermazar bikira. Minaq, weke ku di ancama hêrîşa hewayî ya tirkî ku ew komkujiya li Kortekê ku pêkhat û hwd. Mirov, karê wê komkujiya li Kortekê, weke komkujiya Helepçê ya duyemin bi nav kê. Kîjan, nivîskarê tirk ew şermazar kir? Bi vê yekê re, mirov karê bibêje ku zihniyeta hemû nivîskar û rewşenbîrên tirk, li ber komkujiya ku li Kortekê ya ku di hêrîşa hewayî ya dewlete tirkî de pêkhat, bi bêdengîya wan re azmûna xwe ya mirovatiyê derbas nekir. Dewletê tirkî, Î ro, mafê kurdan hemû ji destê wan girtîya û zimanê wan qadaxa kirîya. Ya ku li ber kurdan şer dike. Yê ku di şer de isrer dike jî, dewlete tirk a. Kurdan, tevî ku ewqas hêrîş li wan dibin jî, bahse aşîtiyê dikin. Serokatîya wan, birêz Ocalan Naqşeya rê, nivîsand û danî li holê ji bo çareserîyeka aştîyana. Lê bersiva van, kirinên gelê kurd yên aşîtîyana hemû jî, bûna şer û kuştin. Gelê kurd, di vê demê de, divêt ku bi tekoşîna xwe ya azadîyê û serokatîya re yekbûna xwe ya dîrokî biafirêne û bi wê li ber van herîşên ku lê dibin bisekinê. Ya ku wê ji wê re serkevtinê bên tenê ev a.
Di vê demê de konfaranse Netewî ya kurd, girîngîya wê dihê li holê. Bi vir ve girêdayî, divêt ku mirov carek din, gotinekê li ser wê bibêje. Ji xwe, ev hêrîşên demî yên ku li kurdan dibin, armancaka wan ew e ku kurd, wê yekbûnê di nav xwe de ji bo xwe çênekin. Divêt ku hemû hêzên kurd yên siyesî yekbûnekê digotinê de bê û an jî di her qadên din de bê, bi hev re çê bikin. Pirsgirêka kurd, li herêmê beşên kurdistanê, bi heman awayê dihê li holê. Bi heman awayê lê tê nerin. Kurd, ji bo ku kurdên başûr, û an jî bakûr û her weha an jî yên rojhilat in li wan nayê nerin. Ji ber ku kurd in, li wan tê nerin û bi vê yekê ti ciudatî nayê xistin di naqabîna wan de. Kurdên hemû herêmên kurdistanê, bi hev re di bin hêrîşê de na. Hêrîşa ku li kurdên i bakûrê kurdistanê tirkî dike, bi heman rengî Îran jî li kurdên rojhilatê kurdistanê dike. Sûrî jî, di dema xwe de li kurdên rojavayê kurdistanê kirîya. Yekbûna kurdan, wê wan li herêmên wan bike hêz. Ji wê zêdetir, wê şer û pevçûnên ku bi wan re tên kirin, wê kêm bike. Hemû, şer û pevçûnên ku bi wan re dibin, ji bo ku ew yekbûn di nav wan de nebe û nebina yek li wan dibe. Hêrîş, bi vê yekê, li navê kurd û kurdistanîtîyê ya.
Li kurdistanê, hê oparasyonên leşkerî yên ku bi awayê hewayî û bejehî dibin, hê berdewam in. Oparasyonên siyesî ku têde yên ku li ser navê kurd û kurdistanê gotinê tênin li ser ziman tên girtin, hê berdewam in. Saziyên kurdan yên li dervî welêt jî, yên weke yên televizyon û komal yên li ewropa jî, bi awayekî din yên oparasyonî ku tên kirimînalîze kirin, hê berdewam in. Ev alî hemû, didin nîşandin ku kurd bi konsepteka mazin ya tûnekirinê re rû bi rû na. Ya ku wê kurd li ber van hêrîşan hemûya serfirez bike û serbixe, yekbûna wan a. Bi vê yekê, divêt ku bêî ku deme bidina windakirin girîngîyê bidina kar û xabetên yektiyê û konfaranse netewî. Ku kurd, wê yekbûnê di nava xwe de çênekin, wê nikaribin, hebûna xwe bi navê xwe biparezên. Ku tekoşîna kurd ya li bakûrê kurdistanê ku î ro tê meşandin ku têk herê, wê başûrê kurdistanê jî, were ji holê rakirin. Ku çendî jî, li wir bahse statûyekê dihê kirin jî. Ji ber çi herêmê başûrê kurdistanê yên weke yên Kerkuk û Şengelê nayê hiştin ku bi kevina nava herêmê kurdistanê de? Ji ber nayê hiştin ku başûrê kurdistanê destûra xwe ya bigihin çê bike tevî xwediyê parlaman û hukumetê jî ya? Ev herdû mijar jî û hê gelek mijar û pirsgirêkên kurdistanî yên bi vî rengî ku hate roja hatina hanîn, bi vê armancê hatina hanîn. Ku mirov bi awayekî rast û konjekturel li rewşê binerê, mirov wê bibîne ku mifta çêkirina destûra bigihin ya başûrê kurdistanê û ya çereserkirina pirsgirêkên din yên başûrê kurdistanê yên weke yên Kerkuk û Şangelê û hwd jî, li Îmralîyê na. Hate ku li wir ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd, ancamak bi serokê gelê kurd birêz Ocalan re newê bidest xistin ji bo çareserîya pirsgirêka kurd ya li bakûrê kurdistanê, wê ew pirsgirêk jî, wek xwe bimênin û newina çareserkirin.
Şerê ku li herêmê tê meşandin, çendî ku weke şerê "bihara gelan" jî tê binavkirin, mirov nikarê tenê bi vê awayê û rengî wî şerî şîrove bike û bêne ser ziman. Di demeka kin de, wê bi vê yekê ti ancam newina bidest xistin. Lê di demeka dirêj de mirov karê vê gotinê bibêje û bêje ku wê bi vê awayê salixkirina wate di tê de, wê were piştrastkirin. Kurd, bi tekoşîna xwe re, li rojhilat, hêzeka kifşkar in. Tekoşîna wan, wê pêşketinên li herêmê hem yên ramyarî(siyesî) û hem jî yên civakî û civaknasî, wê bi têgihiştina xwe re bidina kifşkirin. Bi vê yekê re, mirov karê bibêje ku weyn û rola kurdan, di demê de wê pirr mazin derkevina li holê. Emerika, li herêmê, levkirina wê ya li dijî kurdan ya bi Îran û tirkî re, li ser temenê astangkirin û pêşî lê girtin ya li pêşketina kurd a. Emerika, di xwezê pêşî li wê bandûra ku wê li rojhilat bi tekoşîna kurdan re bibe, bigirê. Bi vê yekê re, çûna wê ya bi ser kurdan de didomê. Di demên pêş de, wê pevçûnên mazin yên di nav dewletan de biqawimin li rojhilat û an jî li herêmê li nig rojhilat. Li herêmê bicihkirina pergale mertalê parastina ji fûzaya, mirov karê bi vê yekê şîrove bike û bêne ser ziman. Bi wê pergalê re, wê siyeset û pêşketina herêmê were xistin li bin sehêt(kontrol)ê de. Di nav ewqas pêşketin û pêşveçûnan de tecrida serokê gelê kurd ya birez Ocalan divêt ku mirov şîrove bike û bêne rojevê. Li herêmê, weke ku tirkî û Îran dike, dihê xwestin ku ew bihara gelan ya ku bahse wê tê kirin were kirin kabûsa gelan. Di vê yekê de, şerek heya. LI herêmê, şerê vê yekê heya.
Li herêmê, Dîroka kurda, ya bi pirsgirêka wan re ku dihê rojevê, bi teybetî, bi mirov karê ji konfaranse Lozanê bide dest pê kirin. Lozan, bi Hêzên demî yên weke Firansa û Ingiliztanê re bû. Piştî şerê cihanê yê duyemin re, êdî Emerika ew devr girt. Êdî ew li ser wê temenê û xate kete nava şerê desthilatdariyê de. Lê divêt ku mirov bibêje ku hêzên ku ev pêvajo dana dest pê kirin yên weke Ingiliztan û Firanse, di vir de di vê demê de jî, pêvaşavaniya wan ji bi aqil ji Emerika re heya. Di çûna bi ser Sûrî de, Firanse bi gotina xwe re derdikeve li pêş. Di rastkirina Îraqê de Ingiliztan li pêş bû. Hê jî, ya ku politikayên wê yê ku di domin dide kifşkirin Ingiliztan a. Bi vê yekê re, ne şerekî pêşketinê li herêmê tê dayin. Şerekî serwerî û serdestiyê dihê dayin. Di vî şerê serwerî û serdestiyê de kurd, tûne hatina hasibandin. Li ser pêşaroja xwe jî, mafê kurdan yê gotina gotinê ji destê wan hatîya hildan. Û dihê xwestin ku ev bi heman awayê û rengê were berdewam kirin jî.
Bi vir ve girêdayî, mirov divêt ku gotinekê li ser şoraşa kurdan û bandûra wê ya li ser herêmê bibêje. Ji ber ku ev jî, wê dîrokî bê. Di serî de, wê awayê serwerî û serdestiyê li herêmê bide guharandin. Di serî de ya ku Emerika li ber wê di sekinê jî, ev yek bixwe ya. Weki din jî tekoşîna kurdan, di awayê siyeseta xwe de û di têgihiştina wê de xwediyê awayekî ya ku di wê de gel xwediyê gotinê bin li ser pêşaroja xwe. Li gor têgihiştina siyeset kurd û ya têkoşîan wê, ku mirov dihizirê, mirov karê bibêje ku ne li gor statûqûyê divêt ku rastkirin were kirin. Divêt ku gel û hebûna wan easa werina girtin û bi wê easgirtinê re divêt ku rastkirin were kirin û siyeset were meşandin. Ya ku î ro, şerê wê tê dayin jî, ev yek bixwe ya. Di ancamê vê awayê siyesetê yê ku tenê bi statûqûyê hat kirin, Efrîqa hat û ket vê rewşa xwe ya ku î ro têde ya. Bi vê awayê vê siyesetê, wê rojhilat jî, bi ber efriqabûnê ve herê. Ji xwe hin bi hin diçê jî. Rojhilat, awayê wê statûqûya ku lê hat rûnandin bi ya ku di konfaranse Lozanê de hat kifşkirin de, hate roja me ya ku em têde dijîn, şer û pevçûn jê xilas nebûn û lê bidawî nebûn. Bi heman awayê, wê di demên pêş de jî, wê bidawi nebin. Tenê bi têgihiştina netewî ya zûwa lê awayê pêşketinê û pêşveçûnî nerin û bi wê re bi pêşveçûyin, wê tenê ev awayê ku bi vê rewşa ku î ro em têde na wê bi xwe re bêne. Ev jî, şer, pevçûn, kuştin û ji dîrokê birina gel nirxên gelan a. Weki din jî, divêt ku mirov vê yekê bibêje ku bi vê tegihiştinê nerîn, wê bi pêşketinên nû yên ku derkevin re jî, wê şerek û pevçûnek hertimî temenê wê hebe. ..
Bi vir ve girêdayî, mirov gotineka din jî, bi rewşa tecrida serokê gelê kurd ve girêdayî bêne ser ziman. Di vir de, mijar ne tenê mijara kesekî ya. Mijar, mijara gelekî û vina wê ya. Di aslê xwe de, şerê ku bi serokê gelê kurd birêz Ocalan re tê kirin yê vinê ya. Yê bidest xistina vînê ya. Çendî, tirkî bibêje ku ew li herêmê serdest a jî, li ber Birêz Ocalan nikarê vê gotinê bibêje.Gelê kurd, hemû mirovên wê ev rastî fahm nekirina.Lê tenê hin rewşênbîrên kurd ev rastî hê fahm nekirina.Tirkî, ku bi şerê ku bi kurdan re dide meşandin, di xwezê ku ne tenê kurdan ji wê rewşa wan ya ku li bakûrê kurdistanê ku têde na, ji wê bi wan gavê bide bi şûn ve bide avêtin. Her weha ku hinekî jî bi serbikeve, wê bandûra wê li ser kifşkirina rewşa kurdan ya li rojavayê kurdistanê jî wê hebe. Divêt ku mirov vê yekê û rastîyê ji bi teybet bêne ser ziman. Bi vê yekê re, mirov karê bibêje ku ev şerê ku ew bi kurdan re dike, şerê kurdistanê giştkî ya. Bi vê yekê re, mirov divêt ku bi rojavayê kurdistanê ve girêdayî, vê gotinê ji bibêje, ku pêşketinên li rojavayê kurdistanê yên di vê demê de, wê biqasî yên i bakûrê kurdistanê wê li ser tirkî û Îranê bandûra wan hebe. Gelê kurd yê rojavayê kurdistanê, divêt ku di vê demê de xweserîya xwe ji rêveberîya navandî ya Sûrî bidenezêne û pergala kurdistanê ya xweser li wir bide ava kirin. Li her herêm, navçe, gund û bajerên kurd, û yên ku kurd lê dijîn, divêt ku kurd dibistanên xwe ava bikin û bidest perwerdehiya xwe ya bi zimanê zikmakî bikin. Ev rastî û girîngî, ji bi bakûrê kurdistanê di buhurê. Ew jî, divêt ku vê yekê bike. Ya ku wê temenê wê xweserîya wê kurdistanî ya ku ji rêveberîya navendî ya Ankara ku denezandî jî, wê temenê biafirêne û wê hundurê tişî bike. Hemû hêrîşên ku dibin li kurdan di vê demê de, armancaka wan ya din jî, ev a ku ev navaroka wê xweserîyê ya ku kurdan denezandî ku ji aliyê kurdan ve were tişî kirin, ji bo ku newê tişî kirina jî. ..
09.09.2011/Abdusamet Yigit