KNK, Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê di nav rojên 22-23 yê meha Çiriyê de, di bin navê ”Şêwra Neteweyî” de civîneke durojî li dar xist.
Di civînê de bêj hema giş rêxistinên giş perçên welat û niwênerên saziyan ji welat û derveyî welat beşdar bûn û di nav atmosfereke heta tu bêjî bes demokratîk de, bi dehan ciwamêr û ciwanik axivîn, dîtinên xwe gotin, rexne û pêşniyazên xwe pêşkêş kirin..
Di civînê de xalên girêdayî herêma Rojhilata Navîn û Kurdistan û gelek xalên din bûn dabaşa nîqaşan.
Beşek ji qisekerên civînê di nav axaftinên xwe de behsa kirîza li Rojhilata Navîn kirin, em jî em dê hinekî li ser vê xalê bisekinin.
Raste Kirîzek heye, di vê de şik û goman tune. Belê xweserî û tayetmendiyeke vê kirîzê jî heye. Ev kirîz ne wek her kirîzê ye, bi gelek aliyên xwe ji kirîzên ferheng nas dikin û di jiyana rojane de li vî alî û aliyê din em dibhîzin têra xwe cihê ye û aloztir e
Ev kirîz, ne bitenê aborî, yan jî siyasî, kulturî û civakî ye. Ev giş jî di nav de, kirîz heralî û kûr e, destên derve ji her kirîzeke din heşkeretir û di asta dagîrkeriyê de, bê perwayîyeke xweser di nav de ne.
Kirîzeke ku ji hejmarek faktorên dîrokî, kevin û nû, doh û îro, olî, mezhebî, etnîsîteyî û nasyonalîstî û bi taybetî hejmarek destêwerdan û tecawizên emperyal bi her hefte û meha dubhure re lihevgeryayîtir û girîftir dibe ku ber bi şerekî dûr û dirêjî navxweyî de ketiye rê.
Bi gotineke din ev kirîz ji pirsgirêk û problemên ji damarên berî zayînê bixwedî dibin bigir, heta bi yên ku di serdema kolonyalîzmên Osmanî, Ingilîz û Firensî de û îro jî ku bi hatina Emerîka re li wan zêde bûne hatiye pê.
Kirîzeke ku bi her midaxela ji derve re gurtir, mestir, xwênawîtir û tirajîktir dibe. Kirîz bi welatekî û çend welatên cîran nasekine, bilez bela dibe û dewlet û gelê negirtibe nav xwe nemaye.
Lê ya ji van gişan jî xwesertir ew e ku kirîz herwiha ne bi tenê kirîza deshelatdriyê û rêvebiran e, belê ewçendî jî a opozisyonê ye û ev jî tê wateya ku kirîza li Rojhilata Navîn ne ji kirêzên tên û diçin, ne kirîzeke demkurt, belê demdirêj û dirêjxayan e.
Ev divê bê zanîn, bê gotin û siyaset û stratejiyeke li gora vî karekterê kirîzê bê amadekirin.
Bi gotineke din dewletên Rojhilata Navîn bi giştî û yên li Kurdistanê deshelatdar bi taybetî ji çend awir û aliyan mane bi tenê, rût û tazî, bê kes û kûs û sebeba ku giş bûne hêrs, xezeb û erda di bin destên xwe de kirine gola xwînê jî, ji vir tê.
Bala xwe bidinê
- nav giş dewletên Rojhilata Navîn û gelên wan vebûye, ew û gelê xwe di nav nîr û bizmar re li hev dinerin, diranan li hev disûn û li gorên hev dikolin.
- cara ewil bi vê nisbeta îro nav van dewletan û dewletên mezin, dewletên rojava vebûye û ji vî alî de jî cîhekî ev dewlet pişta xwe bidinê, ji xwe re bikin senede û palik nemaye, giş „dost“ û „hevalbendên wan“ pişta xwe dane wan, ambargo datînin ser wan, pilanên hilweşandina wan digerînin.
- ya din ev dewletên herêmê xwe bi xwe di nav xwe de jî, wek Tirkiye û Sûrî, Misir û Tirkiye, Lîbya û Tirkiye, Iran û Tirkiye, Israîl û Tirkiye jî ji her dem û qonaxê zêdetir ne li hev in, nav wan xerab e û giş bend û tifaqên 70-80 salên dawî yek li pey ya din têne xwarê. Hewlên binûvekirina peyman û bendên kevin jî bêencam dimînin.
- yeke ji gişan jî ecêbtir ew e ku dewletên despot û serbiderve em bêjin Sûrî, îro bûne dewletên li dijê dagîrkeriya derve, bûne „dewletên neteweyî“ û opozisyona ku di şertên normal de li dijê dagîrkeriya derve ye bi temamî li derve bialîkariya dostekî dewleta xwe em bêjin Tirkiye organîze dibe û hêzên mezin vedixwîne dagîrkirina welatê xwe.
Rewş wiha neasa û nenormal e, wiha serobinî hev, bervaja û bermeqlûb bûye. Helbet ev li aliyekî jî ji bo kurdan derfetek e ku hergav naye.
Heger em ji awir û pencereya kurdan li rewşê binerin, rewşa kurdan bi giştî baştir e û kurd wek hêzeke opozisyonel di vê qonaxê de di serdema helî bikêr û xwurt de ne.
Rewşa kurdan hêviyê dide, dînamîk in, tije jiyan in û kurdan seranser çar perçên welat kirine qada çalakiyan, çalakiyên hercoreyî.
Sînorên nav kurdan jihev dikevin, di dil û mêjiyên xwe de kurd li hev nêzîk dibin, konferans, sempozyûm, festîval û çalakiyên hevbeş; yên jinan, ciwanan, akademisyenan, mamoste û zimanzanan, nimûneyên jidayikbûna ronesanseke kurdî û Kurdîstanî ne.
Ev çend sal in 15-20 kenalên televizyonan, hejmarek radyoyên gilobal û lokal û bi sedan malper bi çend zaravayên kurdî dikevin malên kurdan, dighin her cîh û devera kurd lê dijîn.
Gerîlayên kurd ji her aliyê welat ji bo yekîtiya kurdan, li parçeyekî ku ew bi xwe lê jidayiknebûne şer dikin, birîndar û gazî dibin, şehîd dikevin û cenazeyê wan jî bi biha û bedêlên giran, bi berxwedanên di dîroka kurdan de nebûne ji nav lepên dewletê têne derxistin, bi rêzdariyeke layiq ji aliyê kurdên vî alî û wî aliyê sînor ve têne serxetkirin û binxetkirin.
Ev giş nîşan û delîlên berzî û bilindaya hestên neteweyî, solîdarîte û hevkariya navxweyî ne.
Ji xwe ya tê xwestin jî bi riya civînên şêwrê, xebat û karên hevbeş polîtîzetirkirin, kûrtirkirin, hişmendanekirin û organîzekirina van hestan û vê solîdarîteyê ye. Civîna Şêwrê di nav hejmarek erk de ev erkê lihevnêzîkirinê jî anî cîh, bû pilatformeke wiha neteweyî.
Yeke din, divê ev bê gotin ku tirsa ji şerê nav partî û perçan, ji diyalektaxêvên bi vî zaravayî yan jî bi yekî din, tirsa ji şerê xwuşk û birakujiyê bi temamî û ji sedî sed nebe jî kêm bûye, ev şer û ev tirs jî divê careke din venegere.
ji bo venegere ewil partiyên çar perçan û piştre û bi wan re rewşenbîr, hunermend û giş kategoriyên civakî bi rola xwe rabin, bi berpirsiyariyeke temam tevbigerin.
Êdî ne hewceyî gotinê ye ku em îro bi nisbet berê çendî bi tecrûbetir in. Komplo jî êdî li dijê me ne hesan in û em di vî alî de jî çend caran hatine ezmûnkirin.
Serokayetiyên me, siyasemedarê me, rêber û pêşengên me li çiyê, di nav gel de, li ser asta şaredarî û parlamento şarezatir, konetir û hostetir in.
Xwedîderketina kurdên perçakî li kurdên perçên din û li serokayetiyên xwe jî bi doh re naye miqayesekirin, ev jî cihê pesnê û serbilindayê ye, ev jî di minasebetên corecor de bilaş û gewd dibe.
Nûçeya li ser erdheja Wanê ku li her aliyê cîhanê bela bû û gelê me li welat û li derveyî welat ji ber wê di nav xemgînî û liberketineke kûr de ye, em jî êşandin û kezebên me dax dan.
Em ji miriyan re rehm û mexfîretê û ji birîndaran re jî şîfayê dixwazin.
Bila serê xizim û merevên miriyan, erdhejzadeyan, gelê me li Wanê, li derûdora wê û her cihê ketiye ber şapa vê boblatê saxbe û Yezdan sebrê bide wan.
Di vê roja teng de hêvî û daxwaza me ji gelê me li welat û li derveyî welat ew e ku herkes destê alîkariyê dirêjî xuşk, bira û welatiyên xwe bike û di vî alî de xwe ji tu fedekariyê nede paş.