pen-kurd.org

Helbest - Pexshan - Gotar - Daxwezanî - Kampanî - Endam

 

 Nivîsên din yên Nivîskarî:

:Yasîn Hisên

-Ji birçîbûnê re

 

 

Vegere destpêkê

 

Û ez Hemza me

 

Yasîn Hisên

Amûdê

 

Ez Hemza me, hûn min nas dikin?

Hemzayê Pêlewan

Kurê Xwedê û Yezdanan…

 

Tê bîra we…dema hîna we diranê şîrî derdixistin, min ji kezeba xwe dida we?

Tê bîra we…dema min hêsirên xwe dikirine kom û mîna ziryana di çavên celadan de dipijiqand?

 

Ez payebilindê şehîda me…

Ez birayê pêxembera me…

Ez perîka bi sînga xwe ve vedikim…

Ez du keviran diavêjim çavên qederê…

 

Ez kovî me…kovî

Min ji guhanê xweyî çar memikî şîrê hilperînê dida we…

 

Ez hemû Hemzayên dunyayê me…

Cinawer im û tême ser bedena we

Lê…ew bi qurbana cina bin…

 

Di dema koça gerdena we de

We bi kelogiriyê kezeba min dişweitand…

 

Ez ji zayendeyên Mezopotamya me…

Û

Temenê min ê qulinga ye…

 

De bela destê min î hate birîn diyarî Şermola be…

Herdû cavê min ê rijyayî diyarî Dicle û Ferat bin…

Û

Mêraniya min…ew ji mêraniyê dixistin…

Dayika min digot: Kurê min…serê tê diêşe?

Kalikê min çîrokê şoreşên kevn ji min re digotin…

Min jî ji ber çilekiya Guran serê xwe weke şoreşekê danî…

 

De xwe-nişan-bidin…

 

Ez bi du şûran şer dikim

Perîkê qulingan ji xwe re dikim berbejn

 

Hûn dinasin ji paşve rima li min didin

Rima "Wehşî kurê Herb" îro di destên neviyê hovan de ye…

Dema "Hind" kezeba min dixwar

min dizanîbû derdê kezebê çend giran e…

 

çiye?

Vaye ez hevalên xwe dibînim…ez ê maçî Enya wan bikim

Erê …derba wan di Eniyê de bû…

Ez bi serê wekim

We tiştê wisa berî aniha dîtine?

Em gulan didin destê hev

Em ramûsanan ji hev distînin

Em bi hevre taştê dixun

Em bi hevre dimrin

Em bi hevre distrên

Em bi hev re her sibeh gulberojan kom dikin…

Li Girnîka temaşe dikin

Dastana Gilgamêş dibêjin…

Li bêbextiyan guhdarî dikin

Hîna jî kezeba min dilebite…

Xwîna min germ e…

Dilê min germ e…

  

Û Ez Hemza me…Hemza…

Ez gelekî bêrya we dikim…

   

 

Vegere destpêkê

 

 

 

 

Copyright ® 1990 pen-kurd.org