Archive for pen-hekar

Daxuyaniya Navenda PEN a Kurd

post-wene-01Di nav rewş û mercên herî hestiyar û dîrokî de, gelê Kurd rastî guherînên mezin û girîng tên li Rojhilata Navîn. Li aliyekî bi metirsiyên çarenivîsaz re rûbirû maye, û li aliyê din jî pêşengiya guherandinên şaristanî dike. Ji hêlekê serkeftina îradeya Kurdên bakurê Kurdistanê di hilbijartinan de û herifandina dîwar û sînorên tirs û bê çarebûnê, ji hêla din dîplomasiya başûrê Kurdistanê ji bo bidestxistina mafên gelê Kurd di qada navneteweyî de, û ya ji hemûya girîngtir jî serkeftina şervanên Kurd li Rojavayê welêt bi ser hovên DAIŞ ê û hevpeymanên wan de ku ji hemû Kurdên xwedî wîcdan re cihê şanazî û serbilindiyê ye.

Pêtir Bixwîne

Telegram Ji Nesîm Yaman

Ji PENa KURD re,

Kongirê silav dikim, serkeftin dixwazim. Ji mêvan û endamên kongrê re hurmetê xwe

dişînim.

Mehmet Nesim YAMAN

Pîrozbahî ji Haydar Diljen

Merheba,

Min bi kêfxweşiyeke mezin bihîst, ku tu carek din ji bo serokatiya PENa Kurd hatiye hilbijartin.

Ez bi dilekî germ te û hemû hevalên komîteya nû pîroz dikim û ji we re serketinê dixwazim.

Bi rastî jî dema niha berpirsiyariyên gelek giran û girîng dane ser milê ronakbîrên kurd. PENA Kurd jî dezgeheke girîng ya ronakbîrên kurd e. Hetta mirov dikare bêje di peywendiyên ronakbîrên kurd û cîhanê de xeleka herî girîng e. Lewma pir girîng e, hevalên ku ev girîngiya rast fêm kirine bên ser kar. Di vî warî de baweriya min bi we heye.

Bi silavên dostaniyê

Haydar Diljen

———————————————————————————————————

Birayê hêja, kekê Haydar Diljen,

ez bi navê xwe û navê hemû endamên komîteya birêvebira nû ji bo hestên We yên biratiyê, spasî, rêz û silavên xwe pêşkêş dikim.

Ez hêvîdar im, ku emê di xebata li pêşiya xwe de cihê baweriya welatparêzên mezin ên weke We bin.

Bi rêz û silavên min re

Birayê Te

Zerdesht Haco,

13.03.2003

Daxuyaniya Dawî ya Kongireya 5an ya Navenda PENa Kurd 2003

Roja Şemiyê, 8ê Adarê 2003an, ji seet 10 :30 – 19 :00 Navenda PENa Kurd li gor rêbazê, kongireya xwe ya 5an li bajarê Berlînê, li avahiya „LITERATURHAUS, Fasanenstr. 23“ bi amadebûna piraniya endamên xwe li dar xist..

Li ser vexwendina Navenda PENa Kurd sekretêrê giştî yê Navenda PENa Navneteweyî, birêz Terry Carlbom (Siwêd) û cihgira serekê PENa Navneteweyî, ya ku di heman demê de sereka Komîteya Nivîskarên  Jin e jî, birêz Lucina Kathmann (San Miguel de Allende/Meksîko) – du kesên herî girîng ji serekatiya Navenda PENa Navneteweyî- di civînê de beşdar bûn.

Di destpêkê de serekê Navenda PENa Kurd Dr. Zerdeşt Haco bi awireke kurt rewşa dawî ya welatê me da xuyakirin û hinekê li ser zor û setem, êriş û pestana dagîrkerên Kurdistanê li ser çand û kelepora me, li ser tevgera me ya neteweyî bi giştî rawestiya û bi taybetî kiryarên dewleta Tirk li bakurê welêt û gef û gurên wê li ser başurê welatê me şermezar kir.

Wisa kongireyê bi rawestana yek xuleyê li ser giyanê pak ê cangoriyên baweriya azad û rojnamegriya azad li seranserê cîhanê destpêkir.

Piştî wê, serekê navenda me, birêz Dr. Zerdesht Haco, birêz Stî Lucina Kathmann vexwende ber megrefonê û di rêya wê re pîrozbahiya tevahiya jinên cîhanê kir, ji ber ku roja lidarxistina kongireya me rastî cejna jinên cîhanê hatibû.

Stî Lucina Kathmann di axaftina xwe de silav, rêz û spasiyên xwe gihandine beşdaran û da xuyakirin, ku ew bi hevnasîna helbestvan, nivîskar û rojnamegerên Kurd gelekî bextewar e. Wê di axaftina xwe de got, ku ew ji bona hevaltî û dostaniya bi endamên PENa Kurd re ji rêyên dûr û dirêj hatiye û dixwaze rewşa wêjevan û rojnamegerên Kurd ji nêz ve nasbike. Ji ber ku ew sereka Komîteya Nivîskarên jin e, wê dixwest bi taybetî agahdariyên berfireh li ser rewşa qehremana Kurd xuşka me, Leyla Zana bibihîze. Hê li kongireya 68an, ya PENa Navneteweyî li Mekdoniyayê nûnerên PENa me ew bi rewşa xuşka Leyla Zana hişyar kiri bûn. Li gor daxwaza wê, piştî axaftina sekreterê giştî yê PENa Navneteweyî, rojnamegerê Kurd, birêz Mehmet Aktaş gelek agahiyên berfireh û nirxdar bi taybetî li ser jiyana wê ya rojnamegerî û rewşa bi gishtî  pêşkêşî kongireyê kirin.

Piştî axaftina Stî Lucina Kathmann, sekreterê giştî yê PENa Navneteweyî, birêz Terry Carlbom dest bi axaftina xwe kir û wî jî da xuyakirin, ku bi naskirina nivîskar, helbestvan û rojnamegerên Kurd gelek bextewar e û got, ku ew ji rewşa astengkirina rê û derfetan li ber çand û wêjeya Kurdî agahdar in. Gelê Kurd bi hejmara xwe ya 40 milyonî niha jî di bin metirsiya şer de li Rojhilata Navîn di rewşeke gelek dijwar de ye û bi encama wê, wêjeya Kurdî jî dikeve bin metirsiyê.

Komîteyek ji sê kesan ji bona birêvebirina kongireyê hate hilbijartin û silavnameyên ku ji kongireyê re hatibûn, hatin xwendin. Nûnerîtiya Yekîtiya Nivîskarên Kurd ji Dihok û Hewlêrê, ji Başurê welêt, birêz Hesen Silêvanî, Mehdî Xoşnav û Dr. Arif Hîto dixwestin amade bibin, lê mixabin ji ber astengiyên hatina di rêya Sûriyayê re negihîştin kongireyê û wisa silavnameyên wan hatin xwendin. Ji Başûr-Rojavayê welêt jî hejmarek nivîskar û helbestvanên Kurd nameyeke pîrozbahiyê şandibûn û dabûn xuyakirin, ku avakirina şaxekî PENa Kurd li wî beşê welêt ji xwe re kirine armanc. Gelek silavname ji nivîskarên Kurd ji bakurê welêt û deverên din, yên ku ji ber sedemên cur be cur nikarîbûn xwe bigihînin kongireya 5an, hatibûn..

Piştî pêşkêşkirina hin raporan li ser rewşa wêjaya Kurdî kongire derbasî rapora kar û bar bû. Serekê PENa Kurd, birêz Dr. Zerdeşt Haco çalakiyên here girîng yên van du salên dawî anîn ber çavên beşdaran. Her û her ji roja ku malpera PENa Kurd vebûye de, piraniya endamên PENê li ser van kar û baran agahdar dibin û bi rêya e-Mailan jî her tişt belav dibe.

Di dawiya kongireyê de hilbijartin pêkhatin û serekê Navenda PENa Kurd ji bona sê salên din bi tevayiya dengan hate hilbijartin. Di pey re çar endamên komîteyê û du endamên cihgir ji bo dema nû bi awayê nehînî hatin hilbijartin. Endamên komîteya nû ev in:

Dr. Zerdeşt Haco (serek)
Mustefa Reşîd (cihgirê serek)
Dr. Zorab Aloian (sekreter)
Hêvî Berwarî (berpisiyara komîteya jinan)
Yûnis Behram (berpirsiyarê darayiyê)

Piştî xwarina êvarê, xwendina berhemên wêjeyî li avahiya Înstîtûta Kurdî ya Berlînê destpêkir û wisa kongire bi coş û şahî bi dawî hat.

13.03.2003

Pîrozbahî ji Yekîtiya Nivîskaran – Duhok

Berêz Dr.Zerdeşt Haco;

Silav û rêz,

li peşiyê, ez binave xwe û endamên yekîtiya nivîskaran li Duhok pîrozbahiya serkeftina kar û barên kongireya we dikin, her wesa pîrozbahiya cenabe te dikin bi helkeftina helbijartina ser ji nû serok bo PENa KURD. Eve ji nîşana xizmeta te ya berçav e ji bo rewşenbîriya kurdî. Careka dî digel silavên min bo hemû andamên we.

Hesen Silêvanî – Duhok

—————————————————

Birêz, kekê Hesen Silêvanî,

ez bi navê xwe û navê endamên komîteya birêvebir a Gishtî û hemû endamên Navenda PENa Kurd spasî, silav û rêzên xwe pêshkêshî We dikim. Ez bi nameya Te û hestên biratî, yên ku Te tê de ji min re derbirîne, gelekî serbilind û dilsha me.
Bi hêviya ku peywendiyên me yên biratî di riya xebata di ber chanda neteweya me de xurttir û bi hêztir bibin, ez dîse spasî We dikim û xweshiya We dixwazim.

Bi rêz û silavên min re

Birayê Te
Dr.Zerdesht Haco
14.03.2003

Silavnameya Sîrwan Hacî Berko

Kekê hêja Zerdeşt!

Ez bi hêvî me ku tu di rewşeke baş de be.
Mixabin ez nikarim sibe di kongireya we de beşdar bibim.

Di hefteya ku tê de, çar ezmûnên min ên zankoyê hene.
Ji ber vê yekê ezê nikaribim bême Berlînê û di kongireya PENa Kurd de beşdar bibim.

Hêvîdar im ku kongireya we baş derbas be û hemû armancên we yên ku we dane ber çavên xwe, pêk bên.

Ji niha de pîrozbahiyên xwe ji komîteya PENa Kurd a nû re dişînim û jê re serkeftinê di birêveberiya PENa Kurd de dixwazim.

Serkeftin ji bo we û xebata we û gelek silav ji hemî endan û kesên beşdar re.

Li gel rêz û silavan

Sîrwan Hecî Berko
Berpirsê Malpera Amûdê
www.amude.com

Silavnameya Elî Qazî

Birêz Dr. Z.Haco, birêveber û hemû endamên PENa Kurd!

Ez bi can û dil kongira we ya pêncan pîroz dikim. PENa Kurd di van demên nazik de ku hemû dagirkerên Kurdistanê li dijî doza me ya netewî zibare(cîhad) dane îlan kirin, dikare di nava raya navnetewî de rolekî berçav û dîrokî bilîze. Ez pir bi pêwîst dibînim, ku hemû nivîskarên Kurd li jêr banê PENa Kurd de xwe bicivînin û pênûsa xwe mîna top û tankan li dijî neyarên aştî û biratiya gelan bikar bînin. Pênûsê xurte ku dilê dîktator û şovenîstan dilerzîne û rûçikê wan yê gemar li ber çavên hemû gelên azadîxwaz li cîhanê dide kifş kirin.

Îro ji her rojê girîngtir e, ku rewşenbîr û nivîskarên Kurd li jêr siya PENa cîhanî, bi rêya PENa Kurd dengê doza rewa ya neteweya xwe bi cîhanê bidin nasandin.

Ez ji kongira we re serkeftinê dixwazim û bixêrhatina mêvanên we yên hêja dikim.

Elî Qazî (Kurî Reş)
08.03.003 Almaniya 

Silavnameya Mehdî Xoşnav – Hewlêr

Birayî xoşewîst kak Dr. Zerdeşt

Çawekanit maç dekem, ji dilewe silawekî germit peşkeş dekem .

Kake:
Be dil zor zor man pe xoş bû le kati xoi lelatan amade bin û beşdari kobûneweketan bikeyn.

Zor bedaxawe, lekati xoi netwanra amadebin, belam renge le çend roji tir bitwanin amade bin.

Be nawî xom û be nawî gişt nûser û şayiran û roşinbîranî kurd le Hewlêrî paytextî Kurdistanî Îraq pîrozbayitan lê dekem û hevîdar im le karekantana serkewtû bin

Yek yek çawekantan maç dekem

Her serfiraz bin

hevaltan
Mehdi Xoşnaw
Hewlêr-Kurdistan
7/3/2003

Peyama Yaqob Tilermenî û bersiv

Merheba ezbenî,

ez di destpêkê de hilbijartina PENa kurd ji bo salên pêş pîroz dikim. Hêvîdar im hûn ê li gora daxwaz û hêviyên xwe bi ser ketî bin.

Min di destpêkê de peyama we nexwend û ji ber vê jî min bersiva we neda. Paşiyê ez jê haydar bûm ku we kongreya xwe ya nû li dar xistiye. Ser xêrê be. Naxwe min ê hêvî û daxwazên xwe, ji we re bişanda. Heger ku di dahatûyê de derfet çêbibin ez ê bi we re têkiliyekê dînim.

Ji ber ku ez ji ber girtina xwe ya sala çûyî (07.05.2002-Qoser) hatime sirgûnkirin û niha li Bajarê Yozgatê me, nikarim bi hêsanî we bişopînim. Ancax bi rêya înternetê xwe bigihînim we.

Ligel silavên dostaniyê, bimînin di xweşiyê de…

Yaqob Tilermenî…

————————————————————————————————————-

Birayê hêja, kekê Yaqob,
gelek spas ji bo nameya Te ya li jêr û hestên Te yên biratî.

Em ji ber rewşa Te gelekî xemgîn in, dîse jî ew baweriya me bi doza dadimend ya neteweya me xurttir dike. Em bi xebat û helwesta Te gelekî serbilind in.

Ji kerema xwe hinekî li ser jiyana xwe û li ser bûyera girtin û sergomkirina xwe ji me re binivîse, heke derfet pê ket, emê wê wergerênine ser zimanê inglîzî û li hemû PENên cihanê bela bikin.

Bi rêz û silavên min re

Birayê Te
Dr. Zerdesht Haco
12.03.2003

Pîroznameyek bo kongirê Navenda PENa Kurdî

Pîroznameyek bo kongirê Navenda PENa Kurdî

Birêz Terry Carlbom, sekretêrê giştî yê PENa navnetewî
Birêz Lucina Kathmann, yek ji cîgerên serokê giştî yê PENa navnetewî
Hêjano ! Mêvanên Kongireya navenda PENa Kurdî
Birêz Dr.Zerdeştê Haco, serokê navenda PENa Kurdî

Em nivîskar û helbestvanên Kurdên Binxetê, yên ku bi Kurdî berhemên xwe diweşînin, kongirê we yê salane pîroz dikin, piştgiriya xwe ji we re diyar dikin û hêviya pêşketin û serketinê bo we dikin.

Ji bilî nivîsandinên nivîskî, yên ku we pişgiriya me di wan de kiriye û gelek ahengên me Kurdên Binxetê pîroz kirine, me giftûgoyên berfireh bi nûnerê we mamoste Mistefa Reşîd re li welat (Suriyê), derbarî van têkiliyan, buhartine. Di encamên wan têkiliyan de em gîhane vê baweriyê ku navenda PENa Kurdî ne tenha  we himbêz dike, lê wilo jî armanc û daxwazên me jî pêk tîne.

Lewra, em xwe wek şaxekî ji PENê re li welat dibînin…

Em bi navê xwe û navê van  nivîskar û helbestvanên Kurd, wek: Deham Abdulfetah, Derwêşê Derwêş, Dildarê Mîdî, Bêwar Îbrahîm, Ferhadê Îçmo, Îbrahîm Yûsif, Hefîz Abdulrehman, Fethella Huseynî, Pîr Rustem, Awaz Kalo û Can Bapîr ji Helebê, yên ku me têkilî bi wan re girêdane, kongirê salane, yê navenda PENa Kurdî pîroz dikin û bi çakbînî û payebilindî di nerixînin,û hêviya hevgirtina we li dor zîlana bercewendiyên tevayî dikin.

Di gel rêz û silavan ji we tevan re .

Konê Reş û Rezoyê Osê
Qamişlo 27/02/2003