Archive for pen-hekar

Rewşa wêjeya Kurdî li Ewropayê

Mustefa Reşîd

Awireke dîrokî

Piştî xebata rewşenbîrên Kurd ya dehsalên sihî û çilî yên sedsala bîstan demeke rawestandin yan jî bêdengiyê di çalakiyên wêjeyî de peyda bû. Lê belê, hên di destpêka dehsalên pêncî de Kurd hin bi hin hatin welatên Ewropayê û rêxistin û komeleyên çandî avakirin. Komela Çandî ya Xwendekarên Kurd li Ewropa, ku di gelawêja sala 1956an de hate avakirin û ji sala 1958an heya 1975an bi navê Komela Xwendekarên Kurd li Ewropa karê xwe berdewam kir, xebat û çalakiyên xwe bi gelempeî di çarçoveyeke ramyarî-siyasî û niştimanperwerî de dikirin û giranahî dida ser danasîna doza gelê Kurd bi gelên cîhanê.

Kovara „Kurdistan“, ku organa nawendî ya Kolmelê bû, yan bi zimanên biyanî – bi taybetî – bi îngilîzî û yan jî bi zaravayê „Kurmanciya Başur“ dihate weşandin. Di salên 60î de kovarek bi  navê „Çiya“ bi „Kurmanciya Bakur“ dihate weşandin, lê piştî demekê ew rawestiya.

Piştî sala 1975an rewşa wêjeyî ji binî de hate guhertin. Komele, sazî û rêxistinên Kurdan destpêkirin, weşanên xwe, wek belavok, kovar û rojnameyan bi kurdî binivîsin; gelek Kurdan jî êdî xwe bi zimanê xwe perwerde kir û di pey re nivîsandina pirtûkan, wek roman, çîrok û dîwanên helbestan kete rojeva wan. Bi vî awayî, em dikarin bi giştî bêjin, ku dema afirandinên wêjeyî li Ewropayê piştî sala1975an destpêdike.

Ji wê demê de û heya niha, bi sedan pirtûkên bi zimanê kurdî – zaravayê bakur hatine çapkirin, bi dehan kovar û rojnameyên wêjeyî weşandina xwe berdewam dikin. Ji çend salan û bi vir de, êdî yêzgeh û kenalên televiziyonî jî bernameyan diweşînin. Çiqas di weşanên wan de babetên siyasî hebin jî, lê dîsa beşekî mezin li ser mijarên hunerî, çandî û wêjeyî ye.

Bi avakirina PENa Kurd û hin yekîtiyên din yên nivîskarên Kurdistan li Ewropa êdî rewşa wêjeyî ketiye heyama rêxistinî û xwe-organîzekirinê. Biwêj û nivîskarên Kurdistan êdî çarenûsa xwe dixine destê xwe û xwe di qada neteweyî û navneteweyî de didine pejirandin. Îro em gihîştine rewşekê, ku hejmareke mezin ji nivîskarên gelek hêja di qada Ewropayê de berheman diafirîne. Îro em dikarin bêjin, ku wêjeya kurdî êdî gihîştiye asteke gelek hêja

Hêjayî gotinê ye, ku piştî sala 1995an, bi peydabûna kenalên televisiyonî yên kurdî û beşdarbûna Kurdan di tora înternêtê de, mirov nema dikare cudahiyê têxe navbera wêjeya kurdî li welat û li Ewropayê û li rewşa wan wek du babetên têvel temaşe bike. Pirtûkên ku li Amed û Ûrmiyê tên nivîsandin roja din digihên Oslo; nivîsarên ji Laçîn û Efrîn zû digihên Berlîn. Bi taybetî rola tora înternêtê di jiyana Kurdan de roj bi roj girîngtir dibe; ev hêman dibe sedem, ku ew bend û çeperên ku dagîrkerên Kurdistan li ser çand û kelepora me danîne êdî bên hilweşandin û bê bandor bimînin.

Mijarên wêjeya kurdî li Ewropayê :

1. Niştimanperwerî û evîna welat.

Wêjeya kurdî li Ewropayê – çiqas ji axa welat dûr be jî – lê dîsa ew bi gelemperî li ser hîmê resen û petî yê bermaya me ya neterweyî û gelêrî hatiye afirandin. Piraniya nivîskarên Kurd li hêlekê xem û xeyalên bav û kalên me, dayîk û dapîrên me bi xeftanekî nû, li ser tepsiyeke zîvîn careke din ji me re pêşkêş dikin û li hêla din jiyana şoreşger û têkoşerên Kurd, hêvî û daxwazên wan di ber çavên me re derbas dikin; ew ji bo me, dîrok û bûyerên berxwedan û serhildanên gelê me bi awayekî zelal, wek şîp û sîlavên çiyayê Sîpanê didin xuyakirin. Ji nav rêzên çîrok û roman, gotar û helbestên wan bihna evîna welat difûre û çêja kurdewariyê jê tê. Ev şopa nivîskarên me, şopeke gelek mafdar û rewa ye. Heyanî ew axa me ya pîroz di bin zor setema wan neyarên hov û kotî de dinale, her nivîskarê ku xame û qelema xwe ji bo azadî û serbestiya gelê Kurd ji mercên koletî û çewsandinê û rizgarkirina axa Kurdistanê ji vegirtin û talanê bi kar tîne û bi kar bîne, ew şîrê ku ji sîngê dayîkeke Kurd mêhtiye, herdem lê noş û helal e. Ev helwesta resen û petî nîşana dilsoziya nivîskarên me bi şîrê dayîkan û emegê bav û kalan re ye.

2. Surişt û bedewiya Kurdistanê.

Dûrketina ji welat û jiyana li welatên biyanî giranahiyeke taybetî didin vê mijarê. Nivîskarên Kurd herdem evîndarên bedewiya Kurdistanê bi her xeml û xêzên wê ne. Ji kilkê xameyên wan cêja hungivê Sêrtê, mot û dimsê Tizyanê tê; mirov bawer dike, ku lûsên tawan û qulingan, hêlînên kewan û şahînan û fêzên xezal û pezkoviyan ji çiya û zozanên Kurdistanê bi wan re hatine Ewropayê û dibîne çawa di bîr û ramanên wan de hevaltiya hêrzan û hestên wan dikin. Xumxuma ava çemên Xêbûr û Ferêt, çemên Mûradê û Zabê ticar ji guhê nivîskarê Kurd li welatên biyanî derneketiye. Tu dibêjî qey pelên çinarên Amedê, bîşeng û spîndarên Cizîrê û zeytûnên Efrînê di berî û grîfanên wan de dapokirî û wek hicêban veşartî ne; ew bi bihna kulîlkên Şerfdîn û Qerejdaxê, hulma mêşeyên Serhed û zozanên Feraşînê – çiqas sal jî biborin – her serxoş û mest in.

3. Bandora çand û wêjeya gelên ewropayî.

Civakên ewropayî ku yên here pêşketî li ser rûyê vê zemînê ne, bê guman, wê bi her awayî bandora xwe li nivîskar û wêjeya kurdî di vê qadê de bikin. Piraniya nivîskarên Kurd herdem hevaltiya ramanên nûjen, yên ji bona parastin û geşkirina nirxên mirovayetî dikin. Sûdwergirtin û bandora afirîner gelek rewa ye û mercê pêşketineke saxlem û durist e. Helwesta here rast di vê babetê de ew e – wek bav û kalên me gotine: „Bide û bistîne, lê xwe winda neke“. Bê guman, wê hin awarte hebin, lê ew ne xem e.

4. Bandora surealîzmê li pexşan û helbesta kurdî.

Ev şopa hunerî û wêjeyî, ku di sala 1921an de li Ewropayê, bi taybetî li Fransayê peyda bû, di vê dema dawî de bi şêweyekî ne pisporî bandora xwe li pexşan û helbesta kurdî dike. Surêalîzim, gava bi pisporî û awayekî hunerî di wêjeyê de bê bi kar anîn, dikare gelek qeşeng û bedew be. Di mîtologî û destanên me yên gelêrî de jî mirov gelek rastî van hêmanan tê. Lê mixabin hin nivîskarên me van hêmanan bi pisporî û hostatî bi kar nînin. Gava mirov çîrok û gotarên hin nivîskarên Kurd dixwîne, dikeve wê gumanê, ku wan ev nivîsên xwe di kunên mar û dûpişkan, şikeftên dêw û cinan, hêr û berqefên pîrhebokan de nivîsandine. Vê şopê bi awayekî negativ bandora xwe ne tenê li naverok, lê belê li teşeyê helbestê jî kiriye. Hevokên berevajî, gotinên bê mane, yan jî bi tenê xwediyên wan gotinan, maneyên wan dizanin, tên bikaranîn. Ev surealîzm e yan çi ye?! Êdî nema tê naskirin.

5. Bikaranîna êstêtîk û êrotîzmê di pexşan û helbestê de.

Tevî ku helbestvanên me yên klasîk, li gor rewşa xwe ya wê demê, ev hêman di sofîzmê de bi awayekî pisporî bi cih kirine û di stran û destanên me yên gelêrî de bi şêweyekî gelek payebilind û nazik hatine bikaranîn, lê nivîskarên me – ji hin awarteyan pêve – heya niha jî nizanin, ka çawa ev hêman bi kar tên. Hin kes xwe li vî derî badidin, lê bi çavên girtî gavan davêjin û çep û rast vediweşînin. Gelek baştir e, em li bermaya xwe ya gelêrî vegerin, pêşî xwe di vî warî de hinekê serborî û zana bikin û di pey re li van deriyan bidin.

6. Helbesta kurdî di çi rewşê de ye û bi kû ve diçe?.

Di vê dema dawî de helbestavanên Kurd bi temamî dev ji helbesta klasîk berdane û – ji bilî hin awarteyan – bi piranî şêweyê azad bi kar tînin. Em bawer dikin piştî demekê wê ti helbestvanên klasîk êdî di qada kurmanciya bakur de nemînin; ewê ku helbesta klasîk binivîsîne jî, wê wek „kevoka li şûn refê xwe mayî“ lê bê temaşekirin. Ez bi xwe ne dijminê helbesta azad im, helbesta azad jî dikare gelek xweş û bedew be. Lê belê helbest bi giştî divêt di asteke bilind de bimîne û di xwe de wêne û nixên wêjeyî hilgire. Helbesta azad di qada kurmanciya bakur de hên wek zarokan bi ser lingan neketiye. Sedemên vê rewşê jî ev in:

a – Bandora wêjeya ewropayî li wêjeya Rojhilat û di nav de wêjeya kurdî. Helbestvan êdî giranahiyê tenê dide ser naverokê, ziman, teşe, ahengî û mûzîkiya gotinan girîng nabîne. Ew herdem hesabê wergerandinê dike. Yanê gava helbest hate wergerandin, divêt dîsa jî bi nirx û hêja be. Lê belê helbestvanê Kurd divêt pêşî hesabê cemawerê xwe û paşê yê biyaniyan bike.

b – Helbestvanê Kurd, berî ku li ser zimanê xwe serdar be, dest bi nivîsandina helbestê dike. Em pir kesan dibînin, berî bikaribin pexşanê binivîsin, hên berî ku rêziman zanibin, helbestan dinivîsin. Lê belê mirovê ku bixwaze hespê kihêl li meydan û tiradê bibezîne, divêt pêşî siwarekî jîr û serborî be.

c – Tinebûna perwerdeya bi zimanê kurdî. Piraniya nivîskarên me „zimanê xwe yî kurdî“ bi şîrê dayîkê re mêhtine û ji hawîrdora xwe hilanîne, ew di ti xwendegeh û dibistanan de nehatine perwerdekirin. Ji bilî beşekî biçûk ji Kurdên başur, yên din hemî bi zimanên biyanî hatine perwerdekirin. Di rewşeke wisa de, mirov lê mat dimîne, ku dîsa jî em ji hevdu hên baş fêmdikin û têdigihînin. Lê belê pir kesan jî, derfet neketiye wan, di zarotiya xwe de zimanê herêma xwe hilînin; û bi hesta niştimanperweriya xwe, di pey re, xwe hînî ziman kirine. Ev beşê hevalên me, ji ber tinebûna çavdêriyê, hin caran dibin sedema tevlihevî û serêşiyên mezin.

d – Tinebûna dezgeh û rexnegirên wêjeyî. Kî çi dinivîse û belav dike, wisa dimîne. Ev kêmasiyeke gelek mezin e û divêt ev valahî zû were dagirtin. Bêyî rexnekirineke bi rêk û pêk û li gor nirx û pîvanên wêjeyî, pêşveçûn di vî warî de ne gengaz e.

Astengên li ber geşbûna wêjeya kurdî:

Ji geşbûna rewş û pergala wêjeyî re hin mercên din pêwîst in, ku hên heya niha nehatine bicihanîn û, ji hêla din ve, divêt hin dezgeh û saziyên nû bêne damezirandin. Ev merc çi ne? û çi divêt bê avakirin?.

1. Xeleka xwendevanên wêjeya kurdî hên gelek biçûk û teng e:

Çiqas nivîskar jîr be û berhemên hêja biafirîne, lê gava xwendevan tine bin, ku wan berheman bixwînin, yan jî hejmara wan gelek kêm be, hîngê ne wêje geş dibe û ne jî daxwaza afirandinê di dilê nivîskar de hildavêje, ku berhemên hên xweştir pêşkêşî xwendevanan bike. Sedemên vê rewşê ji hêla dîrokî ve gelek in û em nikarin li vir hemiyan bihejmêrin. Hinek ji wan ev in:

a – Rêya perwerdeya bi zimanê zikmakî li ber piraniya kurdan girtî ye. Li seranserê Kurdistanê, ne ku tenê rê girtî ye, lê belê tenê xwendina bi zimanê kurdî dibe sedema gelek serêşiyan û mirov digihîne îşkecexane û zîndanan. Bi tenê li beşekî başurê welêt ev rê heye. Li hin herêmên Ewropayê jî ev rê heye û Kurd ji vê destkevtê, bi şêweyekî pir biçûk sûdê werdigirin.

b – Nebaweriya hin kurdan bi çand, ziman, wêje û kelepora xwe. Zor û setema bi sedsalan û propagandaya dijmin êdî di serê hinekan de baweriyeke wisa afirandiye, ku ne zimanê kurdî heye, ne jî çand û wêjeya kurdî heye. Ji lew re, ew serê xwe bi tiştên ku „tine ne“ qet naêşînin.

c – Rewşa perçebûna Kurdistanê û pirbûna zaravayên me bûye sedem, ku heya niha hên zimanekî yekgirtî, bi yek şêweyê tîpan, peyda nebûye. Du zaravayên me yên sereke hene, lê her yek ji wan şêweyekî din yê tîpan bi kar tîne.

d – Hin dezgeh û sazî hene, ku ji aliyê kurdan ve yan jî li ser navê kurdan hatine avakirin, lê ji ber bêpilanî ew nikarin rola xwe di qada wêjeyî de wek ku pêwîst e bilîzin.

2. Tinebûna dezgeheke nawendî ji bo zimanê kurdî:

Bi şêweyekî siruştî, awayê nivîsandina zimanê kurdî bi tîpên latînî êdî ber bi standerdbûnê ve diçe. Lê hên jî gelek kar û xebat di vî warî de pêwîst e. Gelek pirsên rastnivîsê hene, ku divêt bêne çareserkirin; ev jî kar û barê dezgeha nawendî ya zimanê kurdî ye, ku hên jî nehatiye avakirin.

3. Tinebûna nirxandina wêjeyî û rexnegirên objektîv:

Çiqas berhema nivîskrekî bi nirx û hêja be, lê gava ji aliyê rexnegiran ve di qada wêjeyî de neyê nirxandin û bi rêya medya, yanê di kovar, rojname, radiyo û televiziyonan de ji xwendevanan û tevaya gel re neyê pêşkêşkirin, wê her nenaskirî û di quncikê tarî de bimîne. Di vê dema dawî de hin bizavên balkêş di vî warî de hene.

4. Pêwendiya nivîskar û xwendevan:

Nivîskar ji hêla xwe de dixwaze berhema xwe bi zimanê herî bilind, bi gotinên here xweş, bi ramanên here giran, bi her awa û şêwazên wêjeyî-hunerî bixemilîne. Bê guman ew ji mafê wî ye, lê divêt hesabê xwendevanê xwe jî bike û herdem ji xwe bipirse, ka gelo wê çend xwendevan vê berhema min bikaribin bixwînin û jê fêm bikin. Bersiva „Ev ne pirsgirêka min e, bila xwendevan pirsgirêka xwe çareser bike“ ti car ne çare û derman e. Di bin bandora nivîskarên biyanî de, nivîskarê Kurd hin caran dixwaze – wek bav û kalên me gotine – „mirîşkên xwe bi qaz û ordekên xelkê re bifirîne“ yan jî „lingên xwe li gor mitêla xwe dirêj nake“.

5. Lawaziya bazar û nawendên wêjeyî (înfrastruktur):

Tenê li bajarên mezin yên Ewropayê – li cihên ku komelêyên çandî yên Kurdan peyda dibin, mirov dikare rastî berhemên wêjeyî bê; lê dîsa jî ne herdem. Ji lew re, peydakirina berheman li ser çalakiya kesdarî dimîne û ne karekî wisa hêsan e. Pêwîstî bi hin nawendan heye, ewên ku li wir her berhemeke çapbûyî peyda dibe, yan jî dikare ji xwendevanan re peyda bike û bigihîne wan. Peydabûna malperên înternêtê yên Kurdan êdî vî barî jî hinekê sivik dikin.

Axaftina xanim Lucina Kathmann, cihgira serekê PENa Navneteweyî û sereka Komîteya Nivîskarên Jin

Dema We xweş!

Ez dîsan digel dostên xwe yên Navenda PENa Kurd im. Gava min nameya Zerdeşt di derheqa vê civînê de xwend, min ji xwe re got: Nivîskarên Kurd hêviya hatina min in. Ez zimanê wan nizanim, herweha ez zimanên wan ên din jî, ku ew dixebitînin, nizanim, lê çi dibe bila bibe, em dikanin rêya dûr ji Meksîko heya Kurdistanê kurt bikin. Bi dîtina min, ev e armanca PENa navneteweyî.

Ez bi taybetî dilşa me, ku hevdîtina me di Roja Jinên Cîhanê de pêk tê. Sala par, di Kongreya PENa Naventeweyî ya Makedoniyê de, Zerdeşt ez bi helbestavana jin Hêvî Berwarî re dame nasîn. Birêz Hêvî Berwarî di civîna Komîsyona Jinan de amade bû û li wir basa rewşa Kurdan kir. Ew li ser dîroka Kurdistanê rawestiya, ku di navbera çar dewletên îro de hatiye parvekirin, û got, ku zorbeya gelê Kurd, nêzîkî 20 mîlyonan li Tirkiya îro de dijîn. Me bihîst, çawa gelê Kurd ji hêla rêvebirên Tirkiyê ve tê êşandin. Wek mînakeke berbiçav, me agahî li ser endama Parlamenta Tirkiyê Leyla Zana standin, ku ji ber gotina “Ez Kurd im” êdî bi salan girtiya zîndana li dervayî Enqerê ye. Pêştirî vê yekê, Hêwî basa Iraqê jî kir, di nav sînorên kîjanê de beşa Kurdistana wê ye. Hêvî êrîşên gaz û kêmiyawî li dijî gundiyên Kurd anî zimên û got, ku rewşa jinan, ku gelek caran di gundan de tenê mane, zahf dijwar e.

Ez bi rastî nizanim, gelo berê şer û cengawerî tiştên rind û hêja bûn ya na. Lê ez dizanim, ku zordariya artêşên nûjen pir xerab e, çûnke ew niştecihên sîvîl azar dike. Amerîka Latînî di salên 70-80î de, Kurdistan di van 15-20 salên dawî de û Rojhilata Navîn îro di bin vê zordariyê de dinalin. Amadekariyên Dewletên Amerîka yên Yekbûyî ji bo şerkariya rezîl wê bêguman gelek Kurd û Iraqiyên din bikin cangorî. Ev rêya han divêt bê sekinandin: Hem li Kurdistanê, hem li cîhên mayîn.

Gelo nivîskarên Kurd di çi rojê de ne? Gelo azadiya axavtina wan heye yan na? Berî ku ez bihême vir, min ji buroya Londra ya Komîsyona Nivîskarên di Zîndana de xwest, ku ew agahiyên nû di derbareyê nivîskarên Kurd li Tirkiyê de dibin min, kê ji wan hatiye binçavkirin yan girtin. Wek encama daxwaza min, belgeya bi navê UNFURL DOCUMENT, lîsteyeke navan ya 5 rûpel kete destê min. Ev bi xwe nîşaneke neyênî ye. Ne tenê metirsî ji bo nivîskaran, lê wisa jî qedexe û bisînorkirina xebitandina zimanê kurdî – ev e rewşa wêjeya We li Tirkyê. Di dewletên din de jî rewş çêtir nîne: Li Sûriyê 15ê meha Çilê endamê PENa Kurd şanonivîs Merwan Osman hatibû girtin, çûnke ew di xwepêşendana aştiyane de beşdar bûbû. Heta roja îro em nizanin, ew li ku ye, çi hatiye serê wî?

Ev bûyer di çavên min de girîngiya PENa Kurd zelal dikin. Karûbarên We ji bona çanda kurdî û ji bona PENa Navneteweyî gelek girîng in. Ez bawer im, ku hatina Serokê PENa Navneteweyî nîşana vê yekê ye. Pirsgirêkên nivîskarên Kurd bi her mafekî mirovan ve girêdayî ne; Her Komîsyoneke PENa Navneteweyî bi kêşeyên we ve eleqedar dibe. Zimanê kurdî, wêjeya kurdî, nivîskarên Kurd û her tiştek bi navê Kurd di bin metirsiyê de ne. PENa Navnetweyî hergav amade ye, aliyê we bike, lê gulvedan û pêşketina ziman û çanda kurdî berî her tiştî karê We ye. Tenê Hûn dikanin giyanê qenc bidin wêjeya xwe. Tenê Hûn dikanin zimanê xwe ji windakirinê xelas bikin.

Mala We ava ji bo ku We ez vexwendî vê Kongreyê kirim. Ez dizanim, ku zemanê min î bi We re wê xweş û zengîn be!

 

Lucina Kathmann, 8.03.03.

Axaftina xanim Lucina Kathmann, cihgira serekê PENa Navneteweyî û sereka Komîteya Nivîskarên Jin

Dema We xweş!

Ez dîsan digel dostên xwe yên Navenda PENa Kurd im. Gava min nameya Zerdeşt di derheqa vê civînê de xwend, min ji xwe re got: Nivîskarên Kurd hêviya hatina min in. Ez zimanê wan nizanim, herweha ez zimanên wan ên din jî, ku ew dixebitînin, nizanim, lê çi dibe bila bibe, em dikanin rêya dûr ji Meksîko heya Kurdistanê kurt bikin. Bi dîtina min, ev e armanca PENa navneteweyî.

Ez bi taybetî dilşa me, ku hevdîtina me di Roja Jinên Cîhanê de pêk tê. Sala par, di Kongreya PENa Naventeweyî ya Makedoniyê de, Zerdeşt ez bi helbestavana jin Hêvî Berwarî re dame nasîn. Birêz Hêvî Berwarî di civîna Komîsyona Jinan de amade bû û li wir basa rewşa Kurdan kir. Ew li ser dîroka Kurdistanê rawestiya, ku di navbera çar dewletên îro de hatiye parvekirin, û got, ku zorbeya gelê Kurd, nêzîkî 20 mîlyonan li Tirkiya îro de dijîn. Me bihîst, çawa gelê Kurd ji hêla rêvebirên Tirkiyê ve tê êşandin. Wek mînakeke berbiçav, me agahî li ser endama Parlamenta Tirkiyê Leyla Zana standin, ku ji ber gotina “Ez Kurd im” êdî bi salan girtiya zîndana li dervayî Enqerê ye. Pêştirî vê yekê, Hêwî basa Iraqê jî kir, di nav sînorên kîjanê de beşa Kurdistana wê ye. Hêvî êrîşên gaz û kêmiyawî li dijî gundiyên Kurd anî zimên û got, ku rewşa jinan, ku gelek caran di gundan de tenê mane, zahf dijwar e.

Ez bi rastî nizanim, gelo berê şer û cengawerî tiştên rind û hêja bûn ya na. Lê ez dizanim, ku zordariya artêşên nûjen pir xerab e, çûnke ew niştecihên sîvîl azar dike. Amerîka Latînî di salên 70-80î de, Kurdistan di van 15-20 salên dawî de û Rojhilata Navîn îro di bin vê zordariyê de dinalin. Amadekariyên Dewletên Amerîka yên Yekbûyî ji bo şerkariya rezîl wê bêguman gelek Kurd û Iraqiyên din bikin cangorî. Ev rêya han divêt bê sekinandin: Hem li Kurdistanê, hem li cîhên mayîn.

Gelo nivîskarên Kurd di çi rojê de ne? Gelo azadiya axavtina wan heye yan na? Berî ku ez bihême vir, min ji buroya Londra ya Komîsyona Nivîskarên di Zîndana de xwest, ku ew agahiyên nû di derbareyê nivîskarên Kurd li Tirkiyê de dibin min, kê ji wan hatiye binçavkirin yan girtin. Wek encama daxwaza min, belgeya bi navê UNFURL DOCUMENT, lîsteyeke navan ya 5 rûpel kete destê min. Ev bi xwe nîşaneke neyênî ye. Ne tenê metirsî ji bo nivîskaran, lê wisa jî qedexe û bisînorkirina xebitandina zimanê kurdî – ev e rewşa wêjeya We li Tirkyê. Di dewletên din de jî rewş çêtir nîne: Li Sûriyê 15ê meha Çilê endamê PENa Kurd şanonivîs Merwan Osman hatibû girtin, çûnke ew di xwepêşendana aştiyane de beşdar bûbû. Heta roja îro em nizanin, ew li ku ye, çi hatiye serê wî?

Ev bûyer di çavên min de girîngiya PENa Kurd zelal dikin. Karûbarên We ji bona çanda kurdî û ji bona PENa Navneteweyî gelek girîng in. Ez bawer im, ku hatina Serokê PENa Navneteweyî nîşana vê yekê ye. Pirsgirêkên nivîskarên Kurd bi her mafekî mirovan ve girêdayî ne; Her Komîsyoneke PENa Navneteweyî bi kêşeyên we ve eleqedar dibe. Zimanê kurdî, wêjeya kurdî, nivîskarên Kurd û her tiştek bi navê Kurd di bin metirsiyê de ne. PENa Navnetweyî hergav amade ye, aliyê we bike, lê gulvedan û pêşketina ziman û çanda kurdî berî her tiştî karê We ye. Tenê Hûn dikanin giyanê qenc bidin wêjeya xwe. Tenê Hûn dikanin zimanê xwe ji windakirinê xelas bikin.

Mala We ava ji bo ku We ez vexwendî vê Kongreyê kirim. Ez dizanim, ku zemanê min î bi We re wê xweş û zengîn be!

Axaftina serekê Navenda PENa Kurd, Dr. Zerdeşt Haco ji bo kongireya 5an, 2003an ya Navenda PENa Kurd

Gelî mêvan, heval û hogir û endamên birêz yên Navenda PENa  Kurd

Ez bi dil rêz û silavên xwe ji we re dibêjim, bixêrhatina we hemûyan dikim, ku gelekan ji we ew riyên dûr û dirêj dane pey xwe û xwe westandiye, da hûn werin û beşdarî vê kongireya salane ya Navenda PENa Kurd bibin; ev kongireya ku bi taybetî ji me Kurdan re di demeke rêzanî pir dijwar de tê li dar xistin.

Gelek ji me îro di bin barana agadriyên rast û nerast de li wê yekê bi goman in, ka gelo ew vê rewşa niha, bi taybetî helwesta Amêrîka û Inglistanê derbarê şerê Iraqê şermezar bikin, yan xweşbîn bipejirênin.

Li aliyê dî bê goman em hemû di yek helwestê û di yek baweriyê de ne, ew jî ew e, ku em hemû li dijê şer in, ev rastiyek e, ti mij û dûman li ser nîn e, rastiya dî jî ew e, ku tiştên Seddam Hisên ê xwînrêj bi serê gelê me kiriye, bi serê ti gelên dinê cihanê ne kiriye.

Ji ber vê yekê gelek hevwelatiyên me yên kurd di wê baweriyê de ne, ku rewşa gelê me li deverên Kurdistanê yên hê di bin destê Seddam de û rewşa gelên Iraqê bi giştî nikare ji halo xirabtir bibe û hêvî dikin, ku rêjîma Seddam, gava ti çareyên dî nebin, bi alavên çekdarî jî be, bila were gêr kirin.

Ji aliyekî dî ve em dizanin, gava ku şer bibe, ewê ziyaneke mezin bigihêne giştiya gelên Iraqê, belê dîse wê gelê kurd be, yê ku bikeve ber hêrîşên sereke yên şer û goriyên herî mezin dîse emê bidin.

Sedemekî ku dihêle tirs mezintir bibe, ew e, ku dewleta Tirkiyayê çavên xwe berdane dagîrkirina başurê welatê me û jinavbirina parlementoyê Kurdistana me.

Rast e, ku di rewşa îro de parlementoya Tirkiyayê ne pejirandiye, ku emêrîkî yekîtiyên xwe yên leşkerî li Tirkiyayê bi cih bikin, belê helwesta dewleta Tirkiyayê, ya ku mebesta wê ya sereke ne dagêrkirina rêjîma diktatorî ya Seddam e, belkû, weke ku ew hişkere jî dibêjin, qedexekirina avakirina dewleteke kurdî ya ser bixwe ye, dihêle ku em Kurd zani bin, ku neteweya me îro dîse di demeke dîrokî  gelekî bi tirs de re derbas dibe.

Ev rewşa îro rewşeke wiha ye, ya ku dixwaze bi taybetî rewşênbîrên kurd li hev kom bibin, bîr û baweriyên xwe bi hev biguherin û bi yek dengî helwesta xwe hişkere bikin. Bawer im, ku di xala 7an de ji rojeva me em dikarin bi ferehî li ser vê yekê rawestin.

Gelî birêzan,

ez di vê axaftina xwe de naçime ser rewşa gel û welatê me li parçeyên din ên Kurdistanê û deverên ku Kurd lê dijîn, ji ber di pişt axatina min re wê li gor rojeva civîna me bi taybetî li ser wan were axaftin.

Ez bi dilxweşiyeke mezin bixêrhatina hemû mêvanên me dikim, bi taybetî  dilxweş im bi hatina Stiya Lucina Kathmann, cihgira serekê PENa Navneteweyî û sereka Komîteya Nivîskarên Jin û bi hatina sekretêrê giştî yê Navenda PENa Navneteweyî, birêz Terry Carlbom, yên ku ew riyên dûr û dirêj dane pey xwe, xwe westandine û hatine, da li vê civîna me amade bibin. Ez hêvîdar im, ku di pişt re ewê çend gotinan pêşkêsî civîna me bêjin.

Belê dîse jî rê bidine min, ez Lucîna bi wê yekê nîşan bikim, ku ew hevaleke li ber dilê me gelekî giranbiha ye, ew ji destpêkê ve, hê di dema damezrandina Navenda PENa Kurd di bin serektiya birêz Hisên Erdem de û heya niha  heveleke herî nîzîk ji me ye û piştgîrya xebata Navenda PENa Kurd dike. Ez ji vê derê  bi navê hemû endamên navenda me rêz û silavên xwe jê re pêşkêş dikim.

Di heman demê de ez dixwazim rêz û silavên Navenda PENa Kurd ji birêz Terry Carlbom re bêjim, yê ku di gelek rewş û helwestan de li aliyê me rawestiyaye û piştgîriya xebta Navenda PENa Kurd kiriye, ez bi taybetî dixwazim Kongireya ku me li parlementoya Ewropayê li Bruksil kiri bû, bi bîr bênim. Ji wî û ji hemû mêvanên me re careke dî em dibêjin, hûn ser chavan hatin.

Gelî endamên birêz,

Ez dixwazim bi we re hin çalakiyên Navenda PENa Kurd ji civîna giştî ya bihûrtî ve, ya ku di 30.06.2001ê de bû, di bin çavan re derbas bikim, ji ber gelek çalakiyên nû çêbûne, yên ku di dîroka xebata me de bi rastî giring in û bi dîtina min cihê serbilindî û şanaziyê ne.

Heye, ku heryekî ji we bihîsti be, lê dîse jî ezê bêjim, ji sala par ve êdî  Navenda PENa Kurd di Internetê de jî di bin navnîşana pen-kurd-org de heye.

Ev malper bi arîkariya endamê me birêz Mustefa Resîd, yê ku tim çavdêriya wê dike, wê nû dike û bi pêş ve dibe, bi awayekî serketî hate vekirin. Ji bona vê û gelek çalakiyên din, yên ku bê alîkarî, rawêjkarî û piştgîriya kekê Mustefa Reşîd ne dibûn, ez dixwazim bi dilxweşî rêz û spasiyên xwe ji wî re pêşkêş bikim.

Çawa ku em di riya nivîsên ku ji me re tên re dibihîzin, vekirina malperê dengekî xweş vedaye û dilxurtiyê dide nivîskarên me li her aliyekî welêt jî. Bi vî awayî ew tim dikarin bi me re di têkiliyan de bin.

Di vê malperê de çalakiyên rojane yên navenda PENa Kurd û dengê kar û xebata wê di rojnamegeriyê de, gotarên nivîskarên kurd û bîr û baweriyên cihê tim dikarin werine weşandin.

Ew dikare bibe navenda çalakiyên me û bi taybetî gotaran, helbestan, kurteçîrok û berhemên rojnamegerî yên endam, heval û hogiran me biweşêne.

Ez li vê derê bangî we hemûyan dikim, ku hûn kelkê ji vê derfetê bigirin û berhemên xwe ji kekê Mustefa Reşîd re bi rê bikin, da ew jî wan ji we re di malperê de biweşêne.

Her weke min berî niha jî got, di riya internetê re em ji aliyê gelek nivîskarên xwe ve li welêt jî hatine nas kirin.

Îro hijmarek ji endamên me yên çalak li Kurdistan û Tirkiyayê bi me re di xebatê de ne. Hin ji wan hatin û li rojên wêjeyî, yên ku me li elmaniyayê li dar xisti bûn, beşdar bûn.

Li gor biryara civîna me ya 30.06.2001ê bi avakirina şaxên PENa Kurd li her çar beşên Kurdistanê em ketine xebatê û me peywendî di riya kekê Salihê Kevirbirî re bi çend nivîskarên Kurd re li bakurê welêt danî. Di qûnaxa demekê ji têkiliyan de kekê Berken Bereh komcivînek ji nivîskarên kurd re li Amedê bi rê xist. Encama civînê ew bû, ku -bi piraniya dengên endamên civînê- pêwistî niha bi avakirina şaxekî PENê li Amedê nîn e. Dîse jî îro hijmareke ne biçûk ji nivîskarên Bakur bûne endamên Navenda PENa Kurd. Belkî birêz Salihê Kevirbirî kari be di piştaxaftina min re  hinekî li ser tevgera vê xebatê li wir ji me re baştir ronahî bike.

Me hewl da li rojhilatê welat jî peywendiyan girê bidin û şaxekî PENa Kurd ava bikin, destpêkê di riya birêz Kakşar Oremar re û di pişt re di riya birêz Hesen Îrandost re, mixabin heta roja îro ev xebata me bi pêş ve ne çû ye.  Belkî her dû birêz kari bin di pişt vê axaftinê re vê biwarê hinek ronahiyên bihtir bidin me.

Me pêşî bi alîkariya  endamên xwe, kekê Pîr Xidir Silêman û di pişt re bi alîkariya birêz, kekê Tengezarê Marînî re, yê ku me di çûna wî ya başurê Kurdistanê de bi maf kiri bû, ku bi navê PENa Kurd bi berpirsiyarên rêxistinên nivîskarî yên başurê welêt re rûne û peywendiyan girê bide, dikarî em van sê birayên ezîz nas bikin û wan vexwênin kongireya xwe ya îro.

Ez bixêrhatina nûneriya nivîskarên me ji başurê welêt, ji Hewlêr û Dihokê birêzan kak Hesen Silêvanî, kak Mehdî Xoşnaw û kak Dr. … Hîto dikim û hêvîdr im, ku ev civîna me bibe gava pêşî li ser riya jihevnêzîkbûn û lihevxwedîderketina  nivîskar, helbestvan, rojnamvan, weşanger û hemû rewşenbîrên Kurdistanê. Hatina we bi rastî serketineke mezin e, ji tevgera rewşenbîrî ya kurdistanî re. Emê pir dilxweş bin, ku heryek ji wan were bi kurtî xwe bi beşdarên civînê  bide nas kirin.

Li gor heman biryara civîna me ya 30.06.2001ê me hewl da em bi nivîskarên kurd re li Başur-Rojavayê Kurdistanê bikevine têkiliyê. Di çûna birêz Mustefa Reşîd de ya Başur-Rojavayê Kurdistânê me maf da wî, ku ew bi navê Navenda PENa Kurd bi nivîskarên kurd re li vî beşê Kurdistanê rûne û ji wan re biryara civîna me bi avakirina şaxekî PENê li wê derê şirove bike. Birêz  Mustefa Reşîd çû Çiyayê Kurmênc û ji wê derê jî çû Cizîrê  û bi nivîskarên me re rûnişt. Encam ew bû, ku ewê di pişt re biryarekê bidin û bi me re bi bikevine têkiliyan. Ez hêvîdar im, ku birêz Mustefa Reşîd di pişt vê axaftinê re were vê derê û bi kurtî li ser  çûna xwe biaxive. Encama çûna kekê Mustefa û têkliyên me, ev nameye ye, ya ku ji aliyê birêzan Konê Reş û Rezoyê Osê ve ji me re hatiye

Em hêvîdar in, ku hevalên me yên nivîskar li welêt, ne tenê beşdarî pêsveçûna   xebata PENa Kurd bibin, belkû ew bi bêderengî komîteya birêvebir bi girtina mirovekî ji nivîskarên me agadr bikin, da komîte jî zû dest bi xebatê bike û bihêle PENa Navneteweyî jî bikeve tevgerê.

Niha ezê werime ser komcivînên navnteweyî, yên ku em di van herdû salên dawî de li wan amade bûne. Di destpêkê de ez dixwazim kongirya London ya PENa Navneteweyî di sala 2001ê de û û ya Mekedoniya di sala 2002an de bi nav bikim.

Li kongireya London 2001, kekê Dr. Kemal Mîrawdelî nûnerîtiya Navenda PENa Kurd bi encameke baş kir û di sala 2002an de xuşka Hêvî Berwarî û ez  çûne Mekedoniyayê û heftiyekê li hemû civînên kongireya navneteweyî bi awayekî serketi amade bûn.

Wekî dî di sala  2001ê de ez çûme Bled li Slovêniyayê û heftiyekê li civîna Komîteya Nivîskarên ji bo Aştiyê, ya ku navenda me gelek salan bi kesatiya kekê Hisên Erdem û di pişt re bi kesatiya kekê Dr. Mûsa Kaval cihgirê serekê vê komîteyê bû,  bi encameke baş amade bûm.

Sala par birêz Dr. Kemal Mîrawdelî çû, li civînê amade bû û bi serketin nûnerîtiya navenda PENa me kir. Em bi hêvî ne, ku di salên bê de Navenda PENa Kurd bi taybetî di vê komîteyê de çalakiyên xwe xurttir bike.

Di derbarê komcivînên ku navenda PENa Kurd yan bi arîkariya wê hatine li dar xistin de, divê berî hemûyan êvarên wêjeyî li bajarê Bielefeld, yên ku bi rêxistina nivîskarên elman „Schriftstellerverband OWL“  re hatine li dar xistin, werine bi nav kirin.

Ji bo bi rêxistina wan herdû êvarên wêjeyî ez dixwazim rêz û silavên xwe bigihênme birêz Nilgün Demirkaya, ya ku hişt ev êvarên wêjeyî bibine destpêka çalakiyên me di vî warê xebatê de. Ev cara pêşî bû li Almaniyayê, ku bi vî awayî nivîskarên kurd û elman di êvarên xwendinî de ji hev re ji berhemên xwe dixwênin. Ez di wê baweriyê de me, ku hemû nivîskarên di wan êvaran de amade bû bûn, dikarîn ji xwe re kelkê jê bigirin û zanîn û ezmûneyên xwe bi hevpîşên xwe yên elman re biguherin.

Ji 29.8.-01.09.2002an Navenda PENa Kurd sê rojên wêjeyî ji nivîskar û wejevanên kurd re di bin diruşma bipîranîna helbestvanê nemir, Qedrî Can de bi rê xist. Ev jî cara pêşî bû ku bihtir ji 20 wejevanên kurd li Almaniyayê li hov kom dibûn û bi awaekî gelekî bi rêk û pêk berhemên xwe ji hev re dixwendin û guh didan hev. Dilxweşiya herî mezin jî ew bû, ku du nivîskarên me yên li ber dilê me gelekî giranbiha, kekê Dr. Felat Dilgeş û kekê Salihê Kevirbirî jî ji bakurê welêt hati bûn û li hevdîtina me amde bûn. Piştî ku dema fermî diçû serî, êvaran nivîskarên me li hev rûdiniştin, bi hev re diaxivîn, distrandin, dikenîn û dîlan digirtin, vê yekê jî dihişt, ku ew komcivîna me bi awayekî herî baş bigihe mebest û armanca xwe,  ev bi xwe jî hevnaskirin û jihevnêzîkbûna wêjevanên kurd bû.

Dîse hevdîtineke wêjeyî bi niviskarên elman re ji 23.11 .- 24.11.2002 hate li dar xistin, vê carê li bajarê Dresden. Komek nivîskarên kurd bi endamên 4 rêxistinên nivîskarî elmanî û nûnerê PENa sorbî re rûniştin, berhemên xwe ji hev re xwendin, di nav re guhdan awazên mûzîka kurdî, bi hev re xwarin û vexwarin û hevaltî danîn. Di vê hevdîtinê de jî em dîse bi beşdarbûna birêz kekê Salihê Kevir birî, yê ku ji bakurê welêt hati bû, bihtir dilxweş bûn. Ev hevdîtina me bi nivîskarên elman re gelekî bi ser ketî bû û encamên gelekî hêja dan. Ji bo vê xebata hêja rêz û silav ji bo kekê birêz Ûnis Behram, yê ku bi giraniya kar û barê vê xebatê rabû.

Hevdîtinên me yên bi vî awayî, yên ku di wan de tenê nivîskarên kurd hebûn, cara paşî ji 03.1. –5.01.2003an, vê carê li bajarê Soest bû û dîse nêzîkî 20 nivîskarên kurd ji hemû parçeyên Kurdistanê amade bûn. Ji bo alîkarî û birêxistina vê hevdîtinê, rêz , silav û spasiyên min ji kekê Kakşar Oremar re hene, yê ku piraniya kar û barê vê civînê kete ser milên wî.

Civîna me dîse gelekî serketî bû, em bi hev dilxweş bûn, me hev û berhemên hev ji nêzîk ve nas kirin. Du êvarên xweş li ber mûzîka kurdî me bi hev re derbas kirin.

Bi van hevdîtinên navbera wêjevanên me Navenda PENa Kurd netenê di ber berjewendiyên wêje û zimanê kurdî de dikeve çalakiyan, di heman demê de ew dibe alavê xurtkirin û bipêşvebirina aştiya navxweyî û dêmokratiyê di civaka kurdî de.

Hevdîtinên ku me heya niha bi nivîskarên elman re jî kirine, dikevine bin berjewendiya girêdanên hevlatî û dostanî bi nivîskarên gelên din re, danasîna wêje û çanda kurdî, naskirina wêje û çanda gelên din;  em bi hêvî ne, ev çalakî  li ser asta Almaniyayê ne mênin, belkû ew xwe vedin û li ser qada navneteweyî berferhtir û gestir bibin.

Ez bawer dikim, ku ev çalakiyên me di rojnamegeriyê de jî dengekî xweş dan, ne tenê di rojnamegeriya kurdî de, belkû di rojnameyên elmanî yên herêmî bi xwe e jî.

Ji vî cihî dixwazim bidime diyarkirin, ku hevdîtinên wisan, çi bi nivîskarên navneteweyî re, çi bi nivîskarên ewropî re û çi jî bi nivîskarên kurd bi tenê re yek ji armancên herî sereke yên Navenda PENa Kurd  bi dest ve têne, û ji ber vê yekê divê rista hevdîtinên wisa, ya ku me di sala bihûrtî de dest pê kiri bû, bê dudilî were berdewam û geş kirin.

Belê ji bona ev yeka ha bi awayekî serketî bi rê ve biçe, divê hijmara endamên çalak, yên ku hevdîtinên wisa li hev tênin, mezintir bibe, ji ber birêxistina van hevdîtinan kar, dem û xebateke xurt dixwaze, û nabe ku ev yek tim li ser milê heman kesan bimêne.

Ez gelekî bi hêvî me, ku di dema li pêşiya  me de xebata PENa me di qada navneteweyî de jî berdewam bibe, gavên mezintir bide û xebata xwe bi pêş ve bibe.

Gelî birêzan,

Weke ku hûn hemû dizanin, emê îro komîteyeke birêvebiriya giştî ya nû hilbijêrin û li ser hin guhertinan di rêbaza Navenda PENa Kurd de gengeşiyê bikin. Ez dixwazim bixime bîra endaman, ku li gorî ezmûneya min, divê netenê cihên ku endamên komîteyê lê dijîn jî ji hev ne dûr bin, belkû divê endamên komîteya birêvebir mirovine xwedîperpirsiyarî bin. Ji ber tenê bi vî awayî mirov dikare xebateke biserketî bi rê ve bibe.

Dîse jî û bi ser hemû dijwarî û aloziyên xebatê de komîteya me dikarî heta roja îro –weke ez dibînim- xebata xwe bi serbilindî berdewam bike û bigihêne qonaxa kongireya me ya îro.

Belê ev yek jî divê bê gotin, ev xebat bi vî awayî ti carî ne diçû serî, heke hin endamên Navenda PENa Kurd, yên ku ne di komîteya birêvebir de bûn, hest bi berpirsiyariya xwe ne kiri bana, bi birayane destê komîteya birevebir ne girti bana û gorî bi dem, kar û pereyên xwe ne kiri bana. Ez bi navê xwe û bi navê Navenda PENa Kurd bi dilgermî, rêz, silav û spasiyan xwe digihênim van birêzan Mustefa Reşîd, Dr. Zorab Aloyan, Ûnis Behram, Hêvî Berwarî, Nîlgün Demirkaya, Tengezarê Marînî, Kakşar Oremar û hemû xwişk û birayên dî, yên ku xwe diwestandin û dihatin di hevdîtinên me de amde dibûn.

DAXUYANIYA NAVENDA PENA KURD LI SER BÛYERA AMEDÊ

post-weneJi bo raya giştî û çapemeniyê
Navenda PEN a Kurd êrîşa li Amedê bi tundî şermezar dike û piştgiraya xwe bo HDP diyar dike.

Piştî êrîşên li gelek bajarên Tirkiyê yê li dijî HDP ê van roja jî li bakurê welêt heman êrîş pêk tên.

Ya herî hovane û bi encamên xwe eger biserketiba wekî komkujiyekê em karibin binav bikin li Amedê qewimî. Bi rojaye desthilatdarên dewleta Tirkiyê bi siyaset, bi ragihandina dîtbarî û nivîskî HDP kiribû hedefa hêzên tarî û dewletê. Her çi qas wekî rêxistin HDP li ber çava bû jî di rastiya xwe de ev êrîşana li dijî gelê Kurd û berjewendiyên gelê Kurd bû. Pêtir Bixwîne