Rewşa wêjeya Kurdî li Ewropayê

Mustefa Reşîd

Awireke dîrokî

Piştî xebata rewşenbîrên Kurd ya dehsalên sihî û çilî yên sedsala bîstan demeke rawestandin yan jî bêdengiyê di çalakiyên wêjeyî de peyda bû. Lê belê, hên di destpêka dehsalên pêncî de Kurd hin bi hin hatin welatên Ewropayê û rêxistin û komeleyên çandî avakirin. Komela Çandî ya Xwendekarên Kurd li Ewropa, ku di gelawêja sala 1956an de hate avakirin û ji sala 1958an heya 1975an bi navê Komela Xwendekarên Kurd li Ewropa karê xwe berdewam kir, xebat û çalakiyên xwe bi gelempeî di çarçoveyeke ramyarî-siyasî û niştimanperwerî de dikirin û giranahî dida ser danasîna doza gelê Kurd bi gelên cîhanê.

Kovara „Kurdistan“, ku organa nawendî ya Kolmelê bû, yan bi zimanên biyanî – bi taybetî – bi îngilîzî û yan jî bi zaravayê „Kurmanciya Başur“ dihate weşandin. Di salên 60î de kovarek bi  navê „Çiya“ bi „Kurmanciya Bakur“ dihate weşandin, lê piştî demekê ew rawestiya.

Piştî sala 1975an rewşa wêjeyî ji binî de hate guhertin. Komele, sazî û rêxistinên Kurdan destpêkirin, weşanên xwe, wek belavok, kovar û rojnameyan bi kurdî binivîsin; gelek Kurdan jî êdî xwe bi zimanê xwe perwerde kir û di pey re nivîsandina pirtûkan, wek roman, çîrok û dîwanên helbestan kete rojeva wan. Bi vî awayî, em dikarin bi giştî bêjin, ku dema afirandinên wêjeyî li Ewropayê piştî sala1975an destpêdike.

Ji wê demê de û heya niha, bi sedan pirtûkên bi zimanê kurdî – zaravayê bakur hatine çapkirin, bi dehan kovar û rojnameyên wêjeyî weşandina xwe berdewam dikin. Ji çend salan û bi vir de, êdî yêzgeh û kenalên televiziyonî jî bernameyan diweşînin. Çiqas di weşanên wan de babetên siyasî hebin jî, lê dîsa beşekî mezin li ser mijarên hunerî, çandî û wêjeyî ye.

Bi avakirina PENa Kurd û hin yekîtiyên din yên nivîskarên Kurdistan li Ewropa êdî rewşa wêjeyî ketiye heyama rêxistinî û xwe-organîzekirinê. Biwêj û nivîskarên Kurdistan êdî çarenûsa xwe dixine destê xwe û xwe di qada neteweyî û navneteweyî de didine pejirandin. Îro em gihîştine rewşekê, ku hejmareke mezin ji nivîskarên gelek hêja di qada Ewropayê de berheman diafirîne. Îro em dikarin bêjin, ku wêjeya kurdî êdî gihîştiye asteke gelek hêja

Hêjayî gotinê ye, ku piştî sala 1995an, bi peydabûna kenalên televisiyonî yên kurdî û beşdarbûna Kurdan di tora înternêtê de, mirov nema dikare cudahiyê têxe navbera wêjeya kurdî li welat û li Ewropayê û li rewşa wan wek du babetên têvel temaşe bike. Pirtûkên ku li Amed û Ûrmiyê tên nivîsandin roja din digihên Oslo; nivîsarên ji Laçîn û Efrîn zû digihên Berlîn. Bi taybetî rola tora înternêtê di jiyana Kurdan de roj bi roj girîngtir dibe; ev hêman dibe sedem, ku ew bend û çeperên ku dagîrkerên Kurdistan li ser çand û kelepora me danîne êdî bên hilweşandin û bê bandor bimînin.

Mijarên wêjeya kurdî li Ewropayê :

1. Niştimanperwerî û evîna welat.

Wêjeya kurdî li Ewropayê – çiqas ji axa welat dûr be jî – lê dîsa ew bi gelemperî li ser hîmê resen û petî yê bermaya me ya neterweyî û gelêrî hatiye afirandin. Piraniya nivîskarên Kurd li hêlekê xem û xeyalên bav û kalên me, dayîk û dapîrên me bi xeftanekî nû, li ser tepsiyeke zîvîn careke din ji me re pêşkêş dikin û li hêla din jiyana şoreşger û têkoşerên Kurd, hêvî û daxwazên wan di ber çavên me re derbas dikin; ew ji bo me, dîrok û bûyerên berxwedan û serhildanên gelê me bi awayekî zelal, wek şîp û sîlavên çiyayê Sîpanê didin xuyakirin. Ji nav rêzên çîrok û roman, gotar û helbestên wan bihna evîna welat difûre û çêja kurdewariyê jê tê. Ev şopa nivîskarên me, şopeke gelek mafdar û rewa ye. Heyanî ew axa me ya pîroz di bin zor setema wan neyarên hov û kotî de dinale, her nivîskarê ku xame û qelema xwe ji bo azadî û serbestiya gelê Kurd ji mercên koletî û çewsandinê û rizgarkirina axa Kurdistanê ji vegirtin û talanê bi kar tîne û bi kar bîne, ew şîrê ku ji sîngê dayîkeke Kurd mêhtiye, herdem lê noş û helal e. Ev helwesta resen û petî nîşana dilsoziya nivîskarên me bi şîrê dayîkan û emegê bav û kalan re ye.

2. Surişt û bedewiya Kurdistanê.

Dûrketina ji welat û jiyana li welatên biyanî giranahiyeke taybetî didin vê mijarê. Nivîskarên Kurd herdem evîndarên bedewiya Kurdistanê bi her xeml û xêzên wê ne. Ji kilkê xameyên wan cêja hungivê Sêrtê, mot û dimsê Tizyanê tê; mirov bawer dike, ku lûsên tawan û qulingan, hêlînên kewan û şahînan û fêzên xezal û pezkoviyan ji çiya û zozanên Kurdistanê bi wan re hatine Ewropayê û dibîne çawa di bîr û ramanên wan de hevaltiya hêrzan û hestên wan dikin. Xumxuma ava çemên Xêbûr û Ferêt, çemên Mûradê û Zabê ticar ji guhê nivîskarê Kurd li welatên biyanî derneketiye. Tu dibêjî qey pelên çinarên Amedê, bîşeng û spîndarên Cizîrê û zeytûnên Efrînê di berî û grîfanên wan de dapokirî û wek hicêban veşartî ne; ew bi bihna kulîlkên Şerfdîn û Qerejdaxê, hulma mêşeyên Serhed û zozanên Feraşînê – çiqas sal jî biborin – her serxoş û mest in.

3. Bandora çand û wêjeya gelên ewropayî.

Civakên ewropayî ku yên here pêşketî li ser rûyê vê zemînê ne, bê guman, wê bi her awayî bandora xwe li nivîskar û wêjeya kurdî di vê qadê de bikin. Piraniya nivîskarên Kurd herdem hevaltiya ramanên nûjen, yên ji bona parastin û geşkirina nirxên mirovayetî dikin. Sûdwergirtin û bandora afirîner gelek rewa ye û mercê pêşketineke saxlem û durist e. Helwesta here rast di vê babetê de ew e – wek bav û kalên me gotine: „Bide û bistîne, lê xwe winda neke“. Bê guman, wê hin awarte hebin, lê ew ne xem e.

4. Bandora surealîzmê li pexşan û helbesta kurdî.

Ev şopa hunerî û wêjeyî, ku di sala 1921an de li Ewropayê, bi taybetî li Fransayê peyda bû, di vê dema dawî de bi şêweyekî ne pisporî bandora xwe li pexşan û helbesta kurdî dike. Surêalîzim, gava bi pisporî û awayekî hunerî di wêjeyê de bê bi kar anîn, dikare gelek qeşeng û bedew be. Di mîtologî û destanên me yên gelêrî de jî mirov gelek rastî van hêmanan tê. Lê mixabin hin nivîskarên me van hêmanan bi pisporî û hostatî bi kar nînin. Gava mirov çîrok û gotarên hin nivîskarên Kurd dixwîne, dikeve wê gumanê, ku wan ev nivîsên xwe di kunên mar û dûpişkan, şikeftên dêw û cinan, hêr û berqefên pîrhebokan de nivîsandine. Vê şopê bi awayekî negativ bandora xwe ne tenê li naverok, lê belê li teşeyê helbestê jî kiriye. Hevokên berevajî, gotinên bê mane, yan jî bi tenê xwediyên wan gotinan, maneyên wan dizanin, tên bikaranîn. Ev surealîzm e yan çi ye?! Êdî nema tê naskirin.

5. Bikaranîna êstêtîk û êrotîzmê di pexşan û helbestê de.

Tevî ku helbestvanên me yên klasîk, li gor rewşa xwe ya wê demê, ev hêman di sofîzmê de bi awayekî pisporî bi cih kirine û di stran û destanên me yên gelêrî de bi şêweyekî gelek payebilind û nazik hatine bikaranîn, lê nivîskarên me – ji hin awarteyan pêve – heya niha jî nizanin, ka çawa ev hêman bi kar tên. Hin kes xwe li vî derî badidin, lê bi çavên girtî gavan davêjin û çep û rast vediweşînin. Gelek baştir e, em li bermaya xwe ya gelêrî vegerin, pêşî xwe di vî warî de hinekê serborî û zana bikin û di pey re li van deriyan bidin.

6. Helbesta kurdî di çi rewşê de ye û bi kû ve diçe?.

Di vê dema dawî de helbestavanên Kurd bi temamî dev ji helbesta klasîk berdane û – ji bilî hin awarteyan – bi piranî şêweyê azad bi kar tînin. Em bawer dikin piştî demekê wê ti helbestvanên klasîk êdî di qada kurmanciya bakur de nemînin; ewê ku helbesta klasîk binivîsîne jî, wê wek „kevoka li şûn refê xwe mayî“ lê bê temaşekirin. Ez bi xwe ne dijminê helbesta azad im, helbesta azad jî dikare gelek xweş û bedew be. Lê belê helbest bi giştî divêt di asteke bilind de bimîne û di xwe de wêne û nixên wêjeyî hilgire. Helbesta azad di qada kurmanciya bakur de hên wek zarokan bi ser lingan neketiye. Sedemên vê rewşê jî ev in:

a – Bandora wêjeya ewropayî li wêjeya Rojhilat û di nav de wêjeya kurdî. Helbestvan êdî giranahiyê tenê dide ser naverokê, ziman, teşe, ahengî û mûzîkiya gotinan girîng nabîne. Ew herdem hesabê wergerandinê dike. Yanê gava helbest hate wergerandin, divêt dîsa jî bi nirx û hêja be. Lê belê helbestvanê Kurd divêt pêşî hesabê cemawerê xwe û paşê yê biyaniyan bike.

b – Helbestvanê Kurd, berî ku li ser zimanê xwe serdar be, dest bi nivîsandina helbestê dike. Em pir kesan dibînin, berî bikaribin pexşanê binivîsin, hên berî ku rêziman zanibin, helbestan dinivîsin. Lê belê mirovê ku bixwaze hespê kihêl li meydan û tiradê bibezîne, divêt pêşî siwarekî jîr û serborî be.

c – Tinebûna perwerdeya bi zimanê kurdî. Piraniya nivîskarên me „zimanê xwe yî kurdî“ bi şîrê dayîkê re mêhtine û ji hawîrdora xwe hilanîne, ew di ti xwendegeh û dibistanan de nehatine perwerdekirin. Ji bilî beşekî biçûk ji Kurdên başur, yên din hemî bi zimanên biyanî hatine perwerdekirin. Di rewşeke wisa de, mirov lê mat dimîne, ku dîsa jî em ji hevdu hên baş fêmdikin û têdigihînin. Lê belê pir kesan jî, derfet neketiye wan, di zarotiya xwe de zimanê herêma xwe hilînin; û bi hesta niştimanperweriya xwe, di pey re, xwe hînî ziman kirine. Ev beşê hevalên me, ji ber tinebûna çavdêriyê, hin caran dibin sedema tevlihevî û serêşiyên mezin.

d – Tinebûna dezgeh û rexnegirên wêjeyî. Kî çi dinivîse û belav dike, wisa dimîne. Ev kêmasiyeke gelek mezin e û divêt ev valahî zû were dagirtin. Bêyî rexnekirineke bi rêk û pêk û li gor nirx û pîvanên wêjeyî, pêşveçûn di vî warî de ne gengaz e.

Astengên li ber geşbûna wêjeya kurdî:

Ji geşbûna rewş û pergala wêjeyî re hin mercên din pêwîst in, ku hên heya niha nehatine bicihanîn û, ji hêla din ve, divêt hin dezgeh û saziyên nû bêne damezirandin. Ev merc çi ne? û çi divêt bê avakirin?.

1. Xeleka xwendevanên wêjeya kurdî hên gelek biçûk û teng e:

Çiqas nivîskar jîr be û berhemên hêja biafirîne, lê gava xwendevan tine bin, ku wan berheman bixwînin, yan jî hejmara wan gelek kêm be, hîngê ne wêje geş dibe û ne jî daxwaza afirandinê di dilê nivîskar de hildavêje, ku berhemên hên xweştir pêşkêşî xwendevanan bike. Sedemên vê rewşê ji hêla dîrokî ve gelek in û em nikarin li vir hemiyan bihejmêrin. Hinek ji wan ev in:

a – Rêya perwerdeya bi zimanê zikmakî li ber piraniya kurdan girtî ye. Li seranserê Kurdistanê, ne ku tenê rê girtî ye, lê belê tenê xwendina bi zimanê kurdî dibe sedema gelek serêşiyan û mirov digihîne îşkecexane û zîndanan. Bi tenê li beşekî başurê welêt ev rê heye. Li hin herêmên Ewropayê jî ev rê heye û Kurd ji vê destkevtê, bi şêweyekî pir biçûk sûdê werdigirin.

b – Nebaweriya hin kurdan bi çand, ziman, wêje û kelepora xwe. Zor û setema bi sedsalan û propagandaya dijmin êdî di serê hinekan de baweriyeke wisa afirandiye, ku ne zimanê kurdî heye, ne jî çand û wêjeya kurdî heye. Ji lew re, ew serê xwe bi tiştên ku „tine ne“ qet naêşînin.

c – Rewşa perçebûna Kurdistanê û pirbûna zaravayên me bûye sedem, ku heya niha hên zimanekî yekgirtî, bi yek şêweyê tîpan, peyda nebûye. Du zaravayên me yên sereke hene, lê her yek ji wan şêweyekî din yê tîpan bi kar tîne.

d – Hin dezgeh û sazî hene, ku ji aliyê kurdan ve yan jî li ser navê kurdan hatine avakirin, lê ji ber bêpilanî ew nikarin rola xwe di qada wêjeyî de wek ku pêwîst e bilîzin.

2. Tinebûna dezgeheke nawendî ji bo zimanê kurdî:

Bi şêweyekî siruştî, awayê nivîsandina zimanê kurdî bi tîpên latînî êdî ber bi standerdbûnê ve diçe. Lê hên jî gelek kar û xebat di vî warî de pêwîst e. Gelek pirsên rastnivîsê hene, ku divêt bêne çareserkirin; ev jî kar û barê dezgeha nawendî ya zimanê kurdî ye, ku hên jî nehatiye avakirin.

3. Tinebûna nirxandina wêjeyî û rexnegirên objektîv:

Çiqas berhema nivîskrekî bi nirx û hêja be, lê gava ji aliyê rexnegiran ve di qada wêjeyî de neyê nirxandin û bi rêya medya, yanê di kovar, rojname, radiyo û televiziyonan de ji xwendevanan û tevaya gel re neyê pêşkêşkirin, wê her nenaskirî û di quncikê tarî de bimîne. Di vê dema dawî de hin bizavên balkêş di vî warî de hene.

4. Pêwendiya nivîskar û xwendevan:

Nivîskar ji hêla xwe de dixwaze berhema xwe bi zimanê herî bilind, bi gotinên here xweş, bi ramanên here giran, bi her awa û şêwazên wêjeyî-hunerî bixemilîne. Bê guman ew ji mafê wî ye, lê divêt hesabê xwendevanê xwe jî bike û herdem ji xwe bipirse, ka gelo wê çend xwendevan vê berhema min bikaribin bixwînin û jê fêm bikin. Bersiva „Ev ne pirsgirêka min e, bila xwendevan pirsgirêka xwe çareser bike“ ti car ne çare û derman e. Di bin bandora nivîskarên biyanî de, nivîskarê Kurd hin caran dixwaze – wek bav û kalên me gotine – „mirîşkên xwe bi qaz û ordekên xelkê re bifirîne“ yan jî „lingên xwe li gor mitêla xwe dirêj nake“.

5. Lawaziya bazar û nawendên wêjeyî (înfrastruktur):

Tenê li bajarên mezin yên Ewropayê – li cihên ku komelêyên çandî yên Kurdan peyda dibin, mirov dikare rastî berhemên wêjeyî bê; lê dîsa jî ne herdem. Ji lew re, peydakirina berheman li ser çalakiya kesdarî dimîne û ne karekî wisa hêsan e. Pêwîstî bi hin nawendan heye, ewên ku li wir her berhemeke çapbûyî peyda dibe, yan jî dikare ji xwendevanan re peyda bike û bigihîne wan. Peydabûna malperên înternêtê yên Kurdan êdî vî barî jî hinekê sivik dikin.

Comments are closed.