Merheba ezbenî,
ez di destpêkê de hilbijartina PENa kurd ji bo salên pêş pîroz dikim. Hêvîdar im hûn ê li gora daxwaz û hêviyên xwe bi ser ketî bin.
Min di destpêkê de peyama we nexwend û ji ber vê jî min bersiva we neda. Paşiyê ez jê haydar bûm ku we kongreya xwe ya nû li dar xistiye. Ser xêrê be. Naxwe min ê hêvî û daxwazên xwe, ji we re bişanda. Heger ku di dahatûyê de derfet çêbibin ez ê bi we re têkiliyekê dînim.
Ji ber ku ez ji ber girtina xwe ya sala çûyî (07.05.2002-Qoser) hatime sirgûnkirin û niha li Bajarê Yozgatê me, nikarim bi hêsanî we bişopînim. Ancax bi rêya înternetê xwe bigihînim we.
Ligel silavên dostaniyê, bimînin di xweşiyê de…
Yaqob Tilermenî…
————————————————————————————————————-
Birayê hêja, kekê Yaqob,
gelek spas ji bo nameya Te ya li jêr û hestên Te yên biratî.
Em ji ber rewşa Te gelekî xemgîn in, dîse jî ew baweriya me bi doza dadimend ya neteweya me xurttir dike. Em bi xebat û helwesta Te gelekî serbilind in.
Ji kerema xwe hinekî li ser jiyana xwe û li ser bûyera girtin û sergomkirina xwe ji me re binivîse, heke derfet pê ket, emê wê wergerênine ser zimanê inglîzî û li hemû PENên cihanê bela bikin.
Bi rêz û silavên min re
Birayê Te
Dr. Zerdesht Haco
12.03.2003