Daxuyaniya Dawî ya Kongireya 5an ya Navenda PENa Kurd 2003

Roja Şemiyê, 8ê Adarê 2003an, ji seet 10 :30 – 19 :00 Navenda PENa Kurd li gor rêbazê, kongireya xwe ya 5an li bajarê Berlînê, li avahiya „LITERATURHAUS, Fasanenstr. 23“ bi amadebûna piraniya endamên xwe li dar xist..

Li ser vexwendina Navenda PENa Kurd sekretêrê giştî yê Navenda PENa Navneteweyî, birêz Terry Carlbom (Siwêd) û cihgira serekê PENa Navneteweyî, ya ku di heman demê de sereka Komîteya Nivîskarên  Jin e jî, birêz Lucina Kathmann (San Miguel de Allende/Meksîko) – du kesên herî girîng ji serekatiya Navenda PENa Navneteweyî- di civînê de beşdar bûn.

Di destpêkê de serekê Navenda PENa Kurd Dr. Zerdeşt Haco bi awireke kurt rewşa dawî ya welatê me da xuyakirin û hinekê li ser zor û setem, êriş û pestana dagîrkerên Kurdistanê li ser çand û kelepora me, li ser tevgera me ya neteweyî bi giştî rawestiya û bi taybetî kiryarên dewleta Tirk li bakurê welêt û gef û gurên wê li ser başurê welatê me şermezar kir.

Wisa kongireyê bi rawestana yek xuleyê li ser giyanê pak ê cangoriyên baweriya azad û rojnamegriya azad li seranserê cîhanê destpêkir.

Piştî wê, serekê navenda me, birêz Dr. Zerdesht Haco, birêz Stî Lucina Kathmann vexwende ber megrefonê û di rêya wê re pîrozbahiya tevahiya jinên cîhanê kir, ji ber ku roja lidarxistina kongireya me rastî cejna jinên cîhanê hatibû.

Stî Lucina Kathmann di axaftina xwe de silav, rêz û spasiyên xwe gihandine beşdaran û da xuyakirin, ku ew bi hevnasîna helbestvan, nivîskar û rojnamegerên Kurd gelekî bextewar e. Wê di axaftina xwe de got, ku ew ji bona hevaltî û dostaniya bi endamên PENa Kurd re ji rêyên dûr û dirêj hatiye û dixwaze rewşa wêjevan û rojnamegerên Kurd ji nêz ve nasbike. Ji ber ku ew sereka Komîteya Nivîskarên jin e, wê dixwest bi taybetî agahdariyên berfireh li ser rewşa qehremana Kurd xuşka me, Leyla Zana bibihîze. Hê li kongireya 68an, ya PENa Navneteweyî li Mekdoniyayê nûnerên PENa me ew bi rewşa xuşka Leyla Zana hişyar kiri bûn. Li gor daxwaza wê, piştî axaftina sekreterê giştî yê PENa Navneteweyî, rojnamegerê Kurd, birêz Mehmet Aktaş gelek agahiyên berfireh û nirxdar bi taybetî li ser jiyana wê ya rojnamegerî û rewşa bi gishtî  pêşkêşî kongireyê kirin.

Piştî axaftina Stî Lucina Kathmann, sekreterê giştî yê PENa Navneteweyî, birêz Terry Carlbom dest bi axaftina xwe kir û wî jî da xuyakirin, ku bi naskirina nivîskar, helbestvan û rojnamegerên Kurd gelek bextewar e û got, ku ew ji rewşa astengkirina rê û derfetan li ber çand û wêjeya Kurdî agahdar in. Gelê Kurd bi hejmara xwe ya 40 milyonî niha jî di bin metirsiya şer de li Rojhilata Navîn di rewşeke gelek dijwar de ye û bi encama wê, wêjeya Kurdî jî dikeve bin metirsiyê.

Komîteyek ji sê kesan ji bona birêvebirina kongireyê hate hilbijartin û silavnameyên ku ji kongireyê re hatibûn, hatin xwendin. Nûnerîtiya Yekîtiya Nivîskarên Kurd ji Dihok û Hewlêrê, ji Başurê welêt, birêz Hesen Silêvanî, Mehdî Xoşnav û Dr. Arif Hîto dixwestin amade bibin, lê mixabin ji ber astengiyên hatina di rêya Sûriyayê re negihîştin kongireyê û wisa silavnameyên wan hatin xwendin. Ji Başûr-Rojavayê welêt jî hejmarek nivîskar û helbestvanên Kurd nameyeke pîrozbahiyê şandibûn û dabûn xuyakirin, ku avakirina şaxekî PENa Kurd li wî beşê welêt ji xwe re kirine armanc. Gelek silavname ji nivîskarên Kurd ji bakurê welêt û deverên din, yên ku ji ber sedemên cur be cur nikarîbûn xwe bigihînin kongireya 5an, hatibûn..

Piştî pêşkêşkirina hin raporan li ser rewşa wêjaya Kurdî kongire derbasî rapora kar û bar bû. Serekê PENa Kurd, birêz Dr. Zerdeşt Haco çalakiyên here girîng yên van du salên dawî anîn ber çavên beşdaran. Her û her ji roja ku malpera PENa Kurd vebûye de, piraniya endamên PENê li ser van kar û baran agahdar dibin û bi rêya e-Mailan jî her tişt belav dibe.

Di dawiya kongireyê de hilbijartin pêkhatin û serekê Navenda PENa Kurd ji bona sê salên din bi tevayiya dengan hate hilbijartin. Di pey re çar endamên komîteyê û du endamên cihgir ji bo dema nû bi awayê nehînî hatin hilbijartin. Endamên komîteya nû ev in:

Dr. Zerdeşt Haco (serek)
Mustefa Reşîd (cihgirê serek)
Dr. Zorab Aloian (sekreter)
Hêvî Berwarî (berpisiyara komîteya jinan)
Yûnis Behram (berpirsiyarê darayiyê)

Piştî xwarina êvarê, xwendina berhemên wêjeyî li avahiya Înstîtûta Kurdî ya Berlînê destpêkir û wisa kongire bi coş û şahî bi dawî hat.

13.03.2003

Comments are closed.