DAXUYANIYA NAVENDA PENA KURD LI SER BÛYERA AMEDÊ

post-weneJi bo raya giştî û çapemeniyê
Navenda PEN a Kurd êrîşa li Amedê bi tundî şermezar dike û piştgiraya xwe bo HDP diyar dike.

Piştî êrîşên li gelek bajarên Tirkiyê yê li dijî HDP ê van roja jî li bakurê welêt heman êrîş pêk tên.

Ya herî hovane û bi encamên xwe eger biserketiba wekî komkujiyekê em karibin binav bikin li Amedê qewimî. Bi rojaye desthilatdarên dewleta Tirkiyê bi siyaset, bi ragihandina dîtbarî û nivîskî HDP kiribû hedefa hêzên tarî û dewletê. Her çi qas wekî rêxistin HDP li ber çava bû jî di rastiya xwe de ev êrîşana li dijî gelê Kurd û berjewendiyên gelê Kurd bû.

Her roj û saeta diçe gelê Kurd bêtir nêzîkî maf û azadiya xwe dibe. Tu hez û tu dewlet wê nikaribe rê li ber vê xwestekê bigire.

Hewcedariya me bi tifaqa me, bi hevgirtina me heye.

Rast e; di dijmanetiyê de minnetî tune ye. Lê êrîşên hovane yê bi vî rengî li dijî mirovên sivîl bi tu awayî nayê qebûlkirin. Bi vê êrîşa berî bi hilbijartinê bi du rojan mebes ew bû ku bi sedan mirov bêne kuştin û gelê Kurd mîna bûyerên Kobanî careke din derkevin kolana. Gelê Kurd jî divê li hem ber van êrîşên ku dixwazin hebûna Kurdan ji ser rûyê vê dinyayê rakin bibin yek deng, bibin yek al û biçikin li ser xaka hemû Kurdistanê.

Piştî ew qas komkujiya, piştî ew qas tunekirina Kurdan, piştî ew qas bişaftinên çandî û zimanî divê hemû hêz û rêxistinên Kurdan karibin xweditiyê li doza Kurdan bikin. Kî vê yekê neke wê li hem ber dîrokê û li hem ber gelê Kurd wê nikaribe serê xwe rake.

Eger kes nizanibe jî dîrok baş dizane ku Kurd bi kuştinê naqedin. Li her perçeyên Kurdistanê hemû cûreyên kuştinê, komkujiyê hatin ceribandin. Lê va ye em li perçeyeke din yê welatê xwe di qonaxeke din ya azadiyê re derbas dibin li gel hemû bedelên xwe.

Careke din em dibêjin bila serê milletê Kurd sax be!

Navenda PEN a Kurd
06.06.2015

10 comments

  1. archeage gold

    You started!

  2. archeage gold

    You have a good taste.

  3. ArcheAge-Store

    i’m able to find numerous great answers basically have any difficulty!

  4. cheap archeage gold

    Today looks great .

  5. ArcheAge-Store

    youre looking sharp!

  6. independent delhi escort girls

    DAXUYANIYA NAVENDA PENA KURD LI SER BÛYERA AMEDÊ |

  7. venus factor says:

    venus factor

    DAXUYANIYA NAVENDA PENA KURD LI SER BÛYERA AMEDÊ |

  8. Venus Factor Review

    DAXUYANIYA NAVENDA PENA KURD LI SER BÛYERA AMEDÊ |

  9. delhi escort says:

    delhi escort

    DAXUYANIYA NAVENDA PENA KURD LI SER BÛYERA AMEDÊ |

  10. cheap fifa 17 coins

    This is really a nice place.