Ahmet Gulabi

 

Ahmet Gulabi DERE

Di sala 1971’î de li gundê Kêrsê, navçeya Varto ya bajarê  MUŞ’ê jidayîk bûye. Di sala 1987’an de derketiye Ewropa’yê. Ji sala 1993’an vir ve di nava xebatên siyasî, dîplomatîk û rojnamevantiyê de cih girtiye. Di vê demê de li Ewropa’yê, li welatên Sovyeta Berê û li herêma Balkanan nûneriya cur be cur saziyên Kurdan pêkaniye.

Di navbera salên 2003-2009’an de endametiya KNK’ê kiriye. Bi navê KNK’ê li gel saziyên ewropî karê dîplomasiyê meşandiye. Ligel xebatên siyasî û dîplomatîk, bi zimanê kurdî, tirkî û fransizî rojnamevanî û nivîskariyê jî kiriye û dike.

Di salên 1995 û 1996’an de di rojnameya Axîna Welat de, di navbera salên 2002 û 2009’an de di rojnameya Azadiya Welat de, di navbera salên 2005 û 2009’an de di rojnameya Yeni Özgür Polîtikayê de quncik nivîsiye. Her wuha nivîsên wî ên bi tirkî, fransî û kurdî di cur be cur kovar û malpereyên înternetê de jî weşiyane û diweşin.

Di dawiya sala 2009’an de ji endametiya KNK’ê îstifa kiriye û ji wê demê vir ve weke rojnamevaneke serbixwe xebat dike. Demekê di kovara Le Monde Diplomatique Kurdî de wergeran kiriye û herwuha nivîsên wî jî tê de hatine wesandin. Di navbera salên 2010-2014’an de jî di rojnameya Rûdaw’ê de kuncik nivisiye.

Ji sala 2010’an vir ve kovara mehane Avantaj Post derdixe.

Heya niha 5 pirtûkên wî hatine weşandin:

-Yekîtiya Ewropa’yê û Rastiya Kurd, çapa yekem di meha Êlûn a 2008’an de ji aliyê Weşanxaneya Mezopotamya’yê ve, çapa duyem jî di di sala 2012’an de ji aliyê Weşanên HAN ve derketiye.

-Gelê ku nehatiye înkarkirin, Kurd, bi zimanê yewnanî li Atîna’yê di meha Nîsan a 2009’an de ji aliyê weşanxaneya Gordios ve hatiye weşandin.

-21. Yüzyılda Kürtler, bi zimanê tirkî di dawiya 2009’an de ji aliyê heman weşanên Gordios ve  hatiye weşandin.

-Kurd, Tirkiye û Hêzên Navneteweyî, bi zimanê fransizî di meha Nîsan a 2010’an de ji aliyê Weşanên HAN ve hatiye weşandin.

-Evîna Azadiyê, –Roman- di sala 2013’an de ji aliyê Weşanên HAN ve hatiye weşandin.

Ji derveyê PEN’ê endametiya wî li gel van saziyan jî heye:

-Reporters sans frontières
-Club de la Presse de Strasbourg
-Li gel Konseya Ewropa’yê weke rojnamevanê bi akredîte hatiye nas kirin.