Dilşa Yûsûf

dilsha-yusuf

Helbestvan û Rojnamevan û Wergêr Dilşa Yûsûf, di  10 ê Huzêrana 1968 de  li gundê Çetelê ser bi bajarê Dirbêsiyê li Başûr Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye. Derçûya Peymangeha Çandinê ye.
– Endama Komîta Birêvbiriya Giştî ya Navenda PEN a Kurdî ye.
– Seroka Komîta  Jinan e li Navenda PEN a Kurdî.
– Endama  Navenda PEN a Cîhaniye.
– Endama Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Herêma Kurdstanê.
– Endama Sendîka Rojnamevanên Kurd li Herêma Kurdistanê.
– Endama Sendîka Rojnamevanên Cîhanî ye.

– Di gelek fîstîval û kongre û civatên wêjeyî û rojnamevanî û bernamên telefizyonî de beşdarî kirîye.
– Bi sedan gotarên siyasî û wêjeyî û civakî nivîsiye.
– Di sala 2011 de xelata rêzgrtinê ji  Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Herêma Kurdistanê wergirtiye.
-Di sala 2014 an de xelata rêzgirtinê ji Dezgeha Mîdya ya Raman û Rewşenbîrî li Bexdad wergirtiye.
– Berhemên wê yên wêjeyî hatine wergerandin ser çend zimanên biyanî û di gelek Govar û rojnaman de hatine weşandin.
– Çalakvane di warê doza civakê û jinê de, bawernameya perwerdekariya di warê (Cender) de ji rêxstina Firyaguzariya millî ya Nerwîcî li Suleymanî bi destve aniye( 2004).
Sernivîskar û rêveberiya çend Rojname û Govar û Radyo ya kiriye wek:

– Sernivîskara Govara  (Mîdya), Suleymanî (1993).
– Sernivîskara rojnama( Jiyana Azad) ya taybet bi jinan, Suleymanî (1997).
– Berpirsa radyo ya (Dengê Kurdsitana Serbixwe) li çiyan (1998).
– Sernivîskara Govara ( Sorgul) Lubnan, Beyrût (2000-2002).
– Nûçegihana Ajansa Mezopotamya ya Nûçeyan, Bexdad (2003).
– Stûnek siyasî û civakî heftane ji bo rojnama (Aso) ku ji hêla dezgeha Xendan bo Raghandin û Çapemeniyê tê weşandn nivîsiye bi navnîşana ( li vir û li wir) 2006-2007.
– Stûnek heftane( siyasî) ji bo rojnama Rûdaw nivîsiye ( 2012-2013)- Hewlêr.
-Stûnek heftane bo rojnama War nivîsiye- Dihok.2012-2014
– Edîtor di rojnama Kurdistanê Niwê, beşê kurmanciya jorî.
– Stûnek heftane  bo rojnama Kurdstanê Niwê, beşî kurmanciya xwarê (soranî) dinvîse.
– Endma desteya nîvîskariyê di govara (Işraqat Kurdiya) ya bi erebî tê weşandin li  Misir-Qahîra.
– (Înya Rojava) bernameyekî heftane- Radyo Newa.
– Karê wergera zimanê Turkî di Ofîsa Yekîtiya Nîştamaniya Kurdistan, her weha di Kenala Gelê Kurdistan  de dike.

Ji berhemên wê:
1- (Zenglên Hevgihînê), helbest, weşanxana Amêrda, Beyrût( 2001) .
2- ( Bakurê Dil), helbest, Ji weşanên Yekîtiya Nivîskarên Kurd- Dihok( 2006).
* (4) berhevokên helbestan yên jinên kurd ji zarava kurmanciya xwarê(soranî) wergerandiye bo kurmanciya  jorî bi tîpên latînî, û ji hêla weşanxana Avêsta li Istenbûl di sala (2006-2007) de hatin weşandn, di nav  rêza pirtûkên helbestên jinan de ya bi navê ( Şahê Maran) ku ji wana:
3 – (Mirina Rojê), Jîla Huseynî.
4- (Qehweyek di Gel Wî) Kejal Ehmed.
5-(Gunehên Ciwan) Vînos Fayiq.
6-(Pêkek di Gel Şeytan) Nahid Huseynî.
7- (Rola malbata Cemîl Paşayê Diyarbekrî di Tevgera Rêzgariya Kurdî de) ya Profîsor. D.Malmîsanij.Wergerandin ji zimanê Turkî bo zimanê Erebî, ji weşanên Wezareta Rewşenbîrî ya Herêma Kurdistanê ( 2007).
8- (Bi Pê Şopa Azadiya xwe dikevim) – werger ji zimanê Erebî bo Kurdî. Berhevoka Helbestan, Luqman Mehmûd, ji weşanên Yekîtiya Nivîskarên kurd- Dihok( 2013).
9- (Ji Leylanê bo Avê) werger ji zmanê Erebî bo kurdî, Berhevoka helbestan-Luqman Mehmûd, ji weşanên Navenda Margirît ya Kurlturî -Suleymanî ( 2013).
10- (Jana Gel) roman, werger ji zarava Kurmanciya jorî ji bo kurmanciya xwarê. Ibrahîm Ehemd, ji weşanên dezgeha Cemal Irfan ya Rewşenbîrî. Silêmanî(2014).
11- (Qîzên Enfal) Lêkolîn, werger ji zarava Kurmanciya jorî ji bo kurmanciya xwarê. Mihemmed Re,ûf. Ji weşanên dezgeha Cemal Irfan ya Rewşenbîrî. Silêmanî(2014).
12- Cînosîd di Yasayên Rêkxirawa Netewên Yekgirtî de û Nêvdewletîkirina wê (Kurd wek Nimûne). Lêkolîn- werger ji zarava Kurmanciya jorî ji bo kurmanciya xwarê. Dr.Salar Basîre. Ji weşanên dezgeha Cemal Irfan ya Rewşenbîrî. Silêmanî(2014).

– Bi sê zimana ( Kurdî- Turkî- Erebî) dizane.
– Di gel helbestvan u rexnegirê wêjeyî (Luqman Mehmûd) jiyana hevserî pêkaniye.
– Niha li Herêma Kurdstanê, li şarê Suleymanî nişteciye.

Bo pêwendîkirinê:
dilshayusuf@yahoo.com
dilshayusuf@gmail.com
Mob: 00964-(0)-7701496245