Hesen Huseyîn Denîz

 

Hesen-Huseyîn

Di sala 1960î de ji dayik bû. Ji Stilîlê ya Nisêbînê ye, lê li Serêkaniyê ya Riha yê dibistana Seretayî, Navîn û Amadeyî xwendiye. Dibistana Ziraetê li Sitenbolê qedand û wekî teknisyenê ziraetê kar kir.

Di salên cûntaya 12ê Îlonê de heşt salan li zindana Amedê girtî ma. Li zindanê di derxistina kovarên kurdî wek Çirûska Jiyan û Hawar de cih girt. Ev kovar bi dest dihatin nivîsandin û zêdekirin. Piştî ji zindanê derket tev li refên têkoşîna azadiyê bû. Bi rêzê li qadên Mêrdîn, Behdînan, Botan, Mexmûr û Qendîlê ma. Li van qadan jî xebatên nivîskarî û rojnamegerî meşand. Li Mêrdînê derxistina kovara Dengê Serhildana Gel, li Botanê kovara Dengê Artêşa Gel hilgirt ser xwe û bi cih anî. Li wargeha Mexmûrê ji bo Gaziyên têkoşînê qursên zimanê kurdî û teknîkê saz kir û meşand. Li Qendîlê jî ji bo têkoşerên azadiyê gelek qursên fêrbûna zimanê kurdî damezirand û di pêşketina zimanê dayikê û sazîbûna wê de erk girt ser xwe.Di salên 1991ê de jî li rojnameya Berxwedan û Serxwebûnê edîtorî û berpirsyarî kir.

Hesen Huseyîn Denîz ji payiza sala 2007an û vir ve li Swîsre dimîne û li kêleka nivîskarî, rojnamegerî bernameyên radyo pêşkêş dike û mamostehiya zimanê kurdî dike. Her wiha ji bo xebatên zimanê kurdî malpêrek bi girêdanka www.zimanêkurdi.org saz kir û li Swîsre hînkirin û hînbûna zimanê kurdî da fermîkirin.

Heta niha deh pirtûkên Denîz hatine weşandin.
1-Hêvî Her Dem Heye, Roman-Du cild.
2-Ro û Zê, Çîrok.
3-Mirovê Bê Derd, Çîrok.
4-Canê Hez Dike, Çîrok.
5- Rênîşanêra Vegotina Kurdî, rêziman û kompozîsyon.
6-Serpêhatiyên Penabertiyê.
7- Ji Çîrok û Çîvanokên Kurdî.
8- Pêkenokên Kurdî.
9- Huseyîncan, Biyografî.
10-Can Huseyîn, biyografi-bi tirkî.

Bo peywendikrinê:
E Mail: hhd@hotmail.com
TEL: 0041 78 608 79 14