Siyamed Sîpan Ugurlu

 

 Siyamed-Sîpan
Siyamed Sîpan Ugurlu (* 1986 li Kaniya Elî) rojnamenivîsekî û helbestvanekî [1] kurd e.

Ugurlu di dîroka 9’ê îlona 1986’an de, li gundê Kaniya Elî, girêdayî Şemrexê ya ser bi Mêrdînê ve hatiye dinê. Malbata Siyamed di sala 1999’ê de ji welêt derdikevin û berê xwe didin xerîbiyê. Neha jî bi malbata xwe ve li li bajarê Elmanya yê Ludwigshafenê dijî. Di nava malbatek 6 zarokî de, zaroyê malê yê mezin e.

Di salên 2007 – 2009’an de ragihandêrê rojnameya Yeni Özgür Politika, yê herêma Mannheim/Ludwigshafen/Heidelberg bû.

Di heman demê de berpirsiyar û nivîskarê derve yê rojnameyekî herêmî ye ku neha bi navê “Mavî ve Kent (Sahr-î Şîn)” li Nisêbînê tê weşandin. Di heman demê de nivîskariya gelik kovar û malperên dîtir yê kurdî jî dike.

Niha li zanîngeha Koblenz-Landau a Elmanya di Enstîtûta Zanistên Sosyal beşa Zanistên Aborî di sala 2012 de xedand û dest bi xwendina bilind ango Master’ê kiriye.