Kakşar Oremar

 

Kakshar-Oremar

Nivîskarê kurd e. Biyografiyên navdarên kurd ên Kakşar Oremar bi nav û deng in.

Kakşar Oremar di 22. 10. 1969an da hate dinê. Dibistana destpêk û navîn li bajarên Tebrêz û Urmiyê bidawî anî, lê ji ber pirsgirêkên siyasî û karê rojnamevaniyê nekarî xwendina xwe ya bilind li Îranê bidomîne. Helwesta malbatê ya ji doza Kurdistanê re bû sedem ku ji hêla dewleta Îranê ve rastî gelek zulim, heqaret û zextên giran bên. Ji salên 1990an û pê de dest bi karê lêkolînvaniyê li ser jiyana kesayetiyên Kurd û mijarên dîrokî kiriye. Ji ber ku naveroka nivîsên wî siyasî bû, beşa sansorê izna weşandina wan di kovarên weke “Sirwe û Awêne” de nedida.

Oremar karî ji salên 1993an heya derketina xwe ya ji Îranê(sala 1997an) bi gelek yadigarên serdema komara Kurdistan re hevpeyvînên dîrokî pêk bîne. Ji wan kesên weke nemiran: Mîna Qazî, Menaf Kerîmî, Mihemed Şapesendî, Dr. Seyîd Ebdulezîz Şemzînî, Dr. Haşim Şîrazî, Tahirxan Simko û hwd ku wek proje ji bo çapê amade ne. Ew hevpeyvîn heya niha gelek cara bi kurtî di malperên internetî, kovar û rojnameyên Kurdî, Tirkî, Farsî û Almanî hatine weşandin.

Ji sala 1998an li Ewropa di MED TV, Mezopotamiya TV, MEDYA TV, ROJ TV, RONAHÎ TV, NEWROZ TV û STÊRk TV de dehan bername li ser jiyana kesayetiyên Kurd durist kirin. Her wiha di gelek rojname, kovar û malperên internetî de nivîsên wî bi zimanên Kurdî, Tirkî, Almanî û Farsî hatine weşandin. Pirtûkên wî yên çapkirî 1.Dengê azadiyê, sembola biratiye: ARAM TÎGRAN – 2012 Amed 2. Pirensesa bê tac û text: Eyşe şan – 2101 Amed 3. Dîmane le gel dayîkî Kurd Mîna Qazî ( Bi pîtên erebî û zarava Soranî)- 2013 Silêmanî 4. Mêjûy Komarî Kurdistan le wêne da ( Pareke arşîva wêne û dukomentên serdema desthilatdariya komara Kurdistan ku nasnameya wêneyan hatiye nivîsandin û şirove kirin). – 2013 Silêmanî K. Oremar niha li ser projên nû jî dixebite û di karê ragehandin( rojname, bernamên TV û kovar û malperên înternetê de) kesekî pir aktîve. Kakşar Oremar sekreterê PENA KURD e, nivîskarê rojnameya rojane a Azadiya Welat e û bi nivîs û dusyayên xwe bi awayê heftane ji wê rojnameyê re dinivîse. Niha li welatê Almaniya dijî.

facebooka Kakşar Oremar:

https://www.facebook.com/kaksaroremar
https://www.facebook.com/kakshar.oremar.7
https://www.facebook.com/kaksaroremar