Hekar Findî

 

Hekar-Findi

Nivîskar û Rojnamevanekî Kurd e

– Hekar Ebdulkerîm Findî, bi kurtî (Hekar Findî).
– Li sala 1982an li Duhok ji dayik bûye.
– Xwendina xwe li wir bi dawi aniye.
– Dercuyee koliija Yasa uu Ramyarii / Pishka Yasa Evaran e.
– Peyamnêr û nivîser buu li Kovara Dicle ya ku bi pîtên latînî li Herêma Kurdistanê dihat weşandin.
– Peyamnêre Kovara KARWAN (Hewlêr) bu li Duhok ya ku ji aliyê Wezareta Roşinbîrî ya Hukmeta Herêma Kurdistanê tê weşandin.
– Peyamnêrê Kovara ASOYÎ FULIKLOR (Hewlêr) bû ya ku ji aliyê Wezareta Roşinbîrî ya Hukmeta Herêma Kurdistanê dihat weşandin.
– Peyamnêrê Rojnama (Elaph) a Eliktironi ye li Kurdistanê / Duhok .
– Di Shere Azadkirna Iraqe de , Peyamnêrê Malpera (Iraq4all) bu .
– Sernivîserê kovara (Yasa) ye , ku kovarek yasayî, rewşenbîrî , giştî ye li kolîja yasa û ramyarî – zanîngeha Duhok derdikeve.
– Rêveberê Hunerî yê rojnama El-Ehalî (Duhok) buu ya ku bi zimanê erebi tê weşandin.
– Nexşekêşê kovara Dicle bû .
– Berhemê xwe di piraniya kovar û rojnama de weşandînye, ji wan (Dicle , Nivîs, Heng, Karwan, Asoyî Fuliklor, Sînema û Şano, Zagros, Herêm, Huner, Yasa, Afaq Spirez, El-Ehalî , Evro, Peymana Edeb û Huner , Edeb û Huner – Evro – , Cavdêr , Awene) .
– Her wesa Nivîs û nuce û berhemê wî di van malperan de hatîne weshandin ( Pena Kurdi , Avesta , Amude , Mehname , Urmiye , Iraq4all , pdk-xoybun , Rizgarî Online , evarbash, Rojname , kdp.info , Peyamner , … û gelekin din).

– Zimanên Kurdî û Erebî û Ingilîzî dizane.

– Endamê PENa Kurd ye.
– Endamê Yekêtiya Rojnamevanên cîhanî ye.
– Endamê Sendîka Rojnamevanên Kurdistanê ye.
– Endamê Sendîka Parêzerên Kurdistanê ye.
– Endamê Yekêtiya Mafperwerên Kurdistanê ye.

Berhemên çapkirî:

– FEDERALÎ… TÊGEH Û BICÎKIRIN, Danan, 2009, (Bi Zimanê Erebî ye)
– YASAYÊN GIRÊDAYI ROJNAMEVANIYÊ LI HERÊMA KURDISTANA IRAQÊ, Berhevkirin û wergêran, 2010, (Bi Zimanê Kurdî û Erebî ye)
– YASAYÊN ROJNAMEVANÎ LI HERÊMA KURDISTANÊ, Berhevkirin û wergêran, 2011 (Bi Zimanê Kurdî û Erebî ye)
– RÊBERÊ ÇAKSAZIYA MEZINA LI DUHOKÊ, Berhevkirin, 2011, (Bi Zimanê Erebî ye).
– RÊBERÊ DEZGEHÊN RAGEHANDINÊ LI PARÊZGEHA DUHIKÊ, Berhevkirin, 2012 (Bi Zimanê Kurdî ye)
– TÊGEHEKÊ YASAYI BO ROJNAMEVANIYÊ, Danan, 2012, ( Bi Zimanê Kurdî ye)
– RÊBERÊ DEZGEHÊN RAGEHANDINÊ LI PARÊZGEHA DUHIKÊ, Berhevkirin, Çapa diwê, 2013 (Bi Zimanê Kurdî ye) 2013
– Ronahî – êkem Hijmara Kovara Ronahî 1960, Berhevkirin, 2013 (Bi Zimanê Kurdî ye)
– RÊBERÊ DEZGEHÊN RAGEHANDINÊ LI PARÊZGEHA DUHIKÊ – 2013, Berhevkirin, 2013 (Bi Zimanê Erebî ye)