Rêbaz

Rêbaza Navenda P.E.N. a Kurd

li gor girêdana 01.02.1997an

§ I

1) Navê komelê “Navenda P.E.N a Kurd k. n.[1] ” e. Ew endamê P.E.N.a Navnetewî ye. Rûniştina wê li bajarê Kölnê, li Komara Elmanya Federal e, û di dadgehê de komeleyeke navnivîsî ye.

2) Li gor gota zagona bacdayînê, beşê “nizimkirina baceyan ji bo hin mebestan”, komele tenha û yekser ew mebest ji xwe re kirine armanc, yên ku berjewendiya wan ji bo giştiya civakê ye.

3) Armanca komelê bipêşvebirina çand, û berî hertiştî ziman û wêjeya kurdî ye. Ew pirekê dinavbera çanda elmanî û çanda kurdî de ava dike. Ew ji bona wê yekê ye, ku ew hemû wan nivîskaran li hev bigihêne hev, yên ku dixwazin di nav wê de cih bigirin; bi taybetî jî ew nivîskarên kurd, yên ku li Komara Elmanya yekgirtî li koçberiyê dijîn.

4) Armanca rêbêzê bi taybetî bi wê tê pêkanîn, ku dan û standineke navnetewî dinavbera nivîskaran de li gor hişê daxuyaniya P.E.N.ê (P. E. N.-Charta) were kirin, ev jî di riya lidarxistina komcivînên zanistî, amadekirina bernameyên lêkolînan, û ku karên lêkolînerî werine spartin.

§ II

1) Komela “Navenda P.E.N.a Kurd k. n.” di xebata xwe de komeleyek e, ne li ya xwe bi xwe digere. Ew berî hertiştî ne li berjewendiyên xwe yên aborî digere.

2) Alavên diravî yên komelê tenê diber armancên rêbaza wê de têne bikaranîn. Diravên ku bi ser bikevin, li endaman nayêne levakirin. Ji alavên diravî yên ku wekî din jî ji komelê re werin, tiştek nagihe endaman. Nabe diravên ku di ber komelê de têne dayîn, dûrî armancên rêbazê bin û bikevine ber berjewendiya tukesî de; yan jî nabe ku mirovekî ku, -di ber armancên komelê de jî- xebatê bike, hewqas diravan bigire, ku newekeheviyeke mezin di nav wan diravên ku ew digire û diravên ku ji komelê re tên de, hebe.

§ III

1) Endamên Navenda P.E.N.a Kurd li Komara Elmanya Yekgirtî karin hemû nivîskar, wergêr, rojnamevan, çapder û weşênerên bin, yên ku di warê dadî de hişmend in. Li ser wergirtina endaman komîteya birêvebir biryar dide. Mercên wergirtinê ev in:

a) Pejrandina ramanên bingehîn yên Navenda P.E.N.a Navnetewî, ev jî bi destnîşankirina daxuyaniya P.E.N.ê (P.E.N. – Charta).

b) Nivîsîn û derxistina karine wêjeyî yên giranbiha bi zimanê kurdî, elmanî yan bi hin zimanên din.

2) Piştgirên Navenda P.E.N.a Kurd, kesên dadî[2] jî, yên ku ji bo armancên wê dikevine kar û dixwazin piştgîriya xebata wê bikin, karin li gor biryara komîteya birêvebir weke “heval” werine girtin. Weşanên Navenda P.E.N.a Kurd ji wan re diçin û ew li hemû komcivînên navendê amade dibin; belê mafê wan yê dengdanê nîn e, û nikarin werine hilbijartin.

§ IV

Daxwaznameya endametiyeke nû, ya ku ji komîteya birêvebir re tê hildan, divê ji du endamên P.E.N.ê ve hatibe destnîşankirin. Di daxwaznameyê de divê kesaniya wî mirovê ku dixwaze bibe endam ji aliyê bikêrhatin/qencî[3] û desthilata wî ya wêjeyî ve hatibe ronahîkirin. Piştî wergirtina daxwaznameya endametiyê ji rexê komîteya birêvebir ve, divê xwediyên daxwaziyên nû bi nameyeke giştî ji hemû endaman re werine pêşniyarkrin. Gava endamek bixwaze li dijî pêşniyara daxwaziya endametiyeke nû derkeve, divê ew lidijderketina wî li ser bingehên sedemine rêbazî be, û di nava 4 heftiyan de ji komîteya birêvebir re hati be şiyandin. Piştî vê yekê wê endamên nû bi nameyekê werine agadrkirin, ku va ye, endametiya wan hatiye pejrandin. Hat û daxwaziyên endametiya nû ji komîteya birêvebir ve yan jî ji endaman ve nehatine pejrandin, hingî xwediyên wan dikarin piştî salekê daxwazên endametiya xwe ji bo biryar li ser wan were girtin, dîse pêşkêş bikin. Jinûvepêşkêşkirin çêdibe.

§ V

Hat û endmekî Navenda P.E.N.ê ji rêbaz û ramanên bingehîn derket yan jî bi karina rabû, yên ku ziyanê digihênin nav û dengê P.E.N.ê, hingî kongire dikare biryarê bigire û wî endamî ji nav P.E.N.ê derxe. Ji derveyî vê endamek dikare bi daxuyaniyeke nivîskî xwe ji nav P.E.N.ê bikişêne.

§ VI

Endam diravên endametiya xwe ya salane didin. Bilindayî û awayê dana diravên endametiyê komîteya birêvebir vedibire.

§ VII

Desthilatiyên Navenda P.E.N.a Kurd kongire û komîteya birêvebir in.

§ VIII

1) Komîteya birêvebir li gor gota § 26 yê pirtûka zagonên Komara Elmanya Yekgirtî ev e: a) Serek b) Sikretêr (di wê demê bi xwe de cihgirê serek) c) Malxwê d) Du endamên birêvebir

 

2) Endamên komîteya birêvebir ji kongire ve ji bo dema sê salan têne hilbjartin. Hilbjartin bi vî awayî ye:

– di hilbijartineke cida de serek bi piraniya dengên çê tê hilbijartin.

– Her çar endamên din yên komîteya birêvebir di yek hilbijartinê de têne hilbijartin.

Cihên berpirsiyariyê di nava herçar endamên komîteyê de bi xwe li gor bilindayiya hijmara dengên ku her endamekî li ser xwe kom kiriye, tên levakrin, belê ev cihên berpirsiyariyê dikarin piştre di civîna pêşî ya komîteyê de ji nû ve bêne hilbjartin. Endamên hilbijartî heya lidarxistina kongireyekî dî di berpirsiyariyê de dimênin. Hat û endamekî komîteyê berî dema xwe ji nav komîteyê çû, hingî komîteya birevebir bidembiwarî endamekî cihgir hildibjêre, heta ku kongirê nû were lidarxistin û komîteyeke nû were hilbijartin.

§ IX

1) Komîteya birevebir ji kongire re raporta kar û barên sala xebatê ya bihûrtî pêşkêşdike.

2) Kongire bi kêmayî salê carekê tê lidarxistin. Divê endam bi hindikayî berî 30 rojî bi nivîsîn li ser wê hati bin agadarkirin. Komîteya birêvebir dikare, çi dema ku zanibe pêdivî heye, kongireyekî ji hemû endaman re lidarbixe. Wekî dî kongire tê lidarxistin, gava çariyek ji hemû endaman bi nivîsîn vê yekê bixwaze. Rojeva kongire gerek e pêrepêre were hişkerekirin. Gava daxwaziyek hebe, ku xaline nû bikevine rojevê, divê ew berî 21 rojî berî kongire ji komîteya birêvebir re hatibin şiyandin. Hat û hinek xalên nû ketine ser rojeva kongire, divê agadariya endaman bi wan were kirin; nabe ev agadrî, ku herî dereng bikeve, sînorê heftiykê berî kongire bibire.

3) Kongire dibe xwedî biryar, gava piraniya hesanî ji endaman amade be.

Gava kongire nikaribe bibe xwedî biryar, di nava 6 heftiyan de kongireyekî didiwan bi wan xalên rojeva kongirê berê bi xwe tê lidarxistin. Ev kongirê didiwan hingî bê giraniya hijmara endamên amadebûyî dibe xwedî biryar. Rê li ber komîteya birêvebir vekiriye, ku ew bihêle, gava hin rewşên taybetî pêdiviyê peydebikin, ku dengdan li ser girtina biryaran bi nivîsîn were kirin

4) Nameya agadarkirina lidarxistina kongire, ya ku ji endaman re diçe, ji yek endamê komîteya birêvebir ve tê destnîşankirin.

5) Kongire bi piraniya hesanî ya dengên endamên amade hemû pirsgirêkên ku derdikevine holê vedibire. Girtina Biryaran, guhertina rêbazê û mebestên komelê, herwekî nemana wê bi piraniya dengên dido ji sisiyan ji endamên amade tê kirin.

6) Kongire komîteya birêvebir dihêzêne[4], ku ew arîkariya diravî ji Navenda P.E.N.a Kurd re werbigre. Ev arîkariya diravî divê ji komîta birêvebir ve di protokelekî taybetî de di bin mercên dana arîkariyê de were nivîsîn.

7) Li ser kongireyan divê protokol werine girêdan û ji serek û cihgirê wî ve werine destnîşankirin.

8) Endamên ku di yek demê de endamên hin P.E.N.ên din jî, dikarin tenê di yek P.E.N.ê de hilbijêrin û werine hilbijartin.

§ X

Gava komele jihevbiweje yan were rakirin yan jî ew mebsta ku komele jêre hati bû avakirin, nemêne, semiyanê komelê dibe para karmendiya çandê ya bajarê Kölnê. Ev karmendî jî dikare vî semyanî yekser û tenha ji bo mebestên civakî yên giştî yan jî ji bo mebestên xêrxwaziya dêran bide bikaranîn.

 

Ji dêla komîteya birêvebir:

 

——————————- Dr. Zerdeşt Haco           ————————————-Haydar Işik

========================================================

Wekheviya gota vê wergerê ji zimanê elmanî ser bi zimanê kurdî li gor zanîn û ûjdanê xwe ez destnîşan dkim:

——————————————————–

(Dr. Zerdeşt Haco) – Bremen, 17.11.1997

========================================================

========================================================

Pişniyar ji bo guhertina rêbazê

ji rexê Dr. Zerdeşt Haco ve ji civîna salane re, ya 07.02.1997an hate

pêşkêşkirin:

Pêşniyaz ji bo guhertina rêbazê

(Ev pel bi nameya “Vexwendin”ê re ji endaman re diçe)

Ev pêşniyazên han ji bo guhertina rêbazê ji endaman re diçin, da gengeşî li ser wan were kirin û di kongireyê 07.02.1998an de biryar li ser wan werin girtin.

§ I xala 3

– Kevin: … Ew pirekê dinavbera çanda elmanî û çanda kurdî de ava dike.

– Nû: … Ew pirekê dinavbera çanda elmanî û çanda kurdî de ava dike, herwekî ew girêdanekê bi hemû çandên cihanê re dideyne.

– Kevin: … yên ku li Komara Elmanya yekgirtî li koçberiyê dijîn.

Nû: … yên ku li Kurdistanê, li Komara Elmanya Yekgirtî yan li hin welatên din li koçberiyê dijîn.

§ IV :

Piştî: Jinûvepêşkêşkirin çêdibe”. Gerek e, ev bikeve ser:

Ji bo endametiyê ev rê jî heye, ku daxwaznameyên nivîskî ji kongire re werine pêşkêşkirin. Heke kesek ji endamên amade li dij derneket, hingî xwediyê wê daxwaznameyê dibe endam. Gava endamek li dij derkeve, ew dikare sedemên lidijderketina xwe di nava 4 heftiyan bi nivîskî bide. Gava di nava vê demê de lidijderketin negihe, hingî xwediyê daxwaznameyê dibe endam û komîteya birêvebir wî bi nameyekê agadrdike.

§ X

Kevin: … semiyanê komelê dibe para karmendiya çandê ya bajarê Kölnê. Ev karmendî jî dikare vî semyanî yekser û tenha ji bo mebestên civakî yên giştî yan jî ji bo mebestên xêrxwaziya dêran bide bikaranîn.

Nû: … semiyanê komelê dibe para karmendiya çandê ya bajarê Kölnê. Ev karmendî jî dikare vî semyanî yekser û tenha ji bo mebestên bernameyên çandî elmanî – kurdî bide bikaranîn.

 

[1] k. n. (komeleyeke navnivîsî ye), komeleyeke di dadgehê de navnivîsî ye

[2] jurstische Personen

[3] morallich

[4] wê bi hêzdike, rê li ber vedike, (wê tewkîl dike)