Daxuyaniya çapemeniyê

Ragihandina li ser "Konferansa PENa Navneteweyî li Amedê li ser Pirrengiya Çandî", Amed, Adar, sala 2005an.

PENa Navneteweyî bi keyfxweþî radigihîne, ku “Konferansa PENa Navneteweyî li Amedê li ser Pirrengiya Çandî” wek civîneke navneteweyî dê li Amedê di 21-24 Adara sala 2005an de cih bigire.

 
PENa Navneteweyî saziyeke nivîskaran ya gerdûnî ye û ji bêhtir 130 navendên ku di 100 dewletan de kar dikin, pêk tê. Ev Konferansa, ku bi amojgariya Komîsiyona Wergerandin û Mafên Zimên ya PENa Navneteweyî kete rojevê, dê 50-60 nivîskar, helbestvan, weþanvan û wergeran kom bike, da ku ew Pirrengiya Ç
andî û sûda wê gotûbêj bikin.


Wateya Konferansê ev e, ku xweþiya wêje û helbestê di ser sînoran re derbas bike û xwendin, wergerandin û goftigoyan bike gaveke biçûk, lê giring, ji bona avakirina Çanda Aþtiyê. Ev yek li gor armanc û ramanên hevbeþ yên PENa Navneteweyî û UNESCO ye. Civînên giþtî û xwendina helbestan dibine beþek ji bernameya Konferansê. Em bala herkesî dikiþînin ser peyamên birêzan Mehmed Uzun û Murathan Mungan û civînên girtî bi beþdarbûna wêjevanên hem ji Tirkiyê, hem jî ji derveyî Tirkiyê hatî.


Ev êdî 80 sal in, ku PENa Navneteweyî delîveyan ji bo hevkariyên wisa vedike.
Ev Konferansa han jî bi hevkariya baþ di navbera Navenda PENa Kurd û Navenda PENa Tirk de bi pêþ ket. Ev civîneke yekemîn ya bi vî awayî ye û PENa Navneteweyî bi þanazî rist û alîkariya comerd ya Serokê Þaredariya Mezin ya Amedê birêz Osman Baydemir û tevaya Þaredariyê destnîþan dike.

Bername û Lîsteya Beþdaran li gor daxwazan têne belavkirin.


Þanenav:

Terry Carlbom, Ph.D, Berpirsê Taybet yê PENa Navneteweyî ji bo Konferansê,
Dr. Zedeþt Haco, Serokê Navenda PENa Kurd,
Üstün Akmen, Serokê Navneda PENa Tirk

 

çapkirin

copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org