Pira di navbeyna ziman û candên cihê de: Wergera wêjeyî*
-Ne peyv bi peyv, lê belê wate bi wate-

Husên Düzen(Dozen)

 

Gelî sitî û mîrzayên hêja,

Wêjehezên birêz,

Ku hûn niha derkevin kolanên vî bajarê(Amed) ku em lê ne û ji 10 kesan bipirsin, ka bê tu peywendiyên wan bi wergerê re çêbûye an na, bi kêmanî dê nîvê wan bikaribe çend peyvan li ser wergerê bibêje. Li van deran wergerandina ji zimanekî bo yekî din karekî rojane ye; þagirtên dibistanan ji dê û bavê xwe re, kesê ku leþkerî kirine ji gundiyên xwe re her wergerê dikin. Ez qet ji bîr nakim bê çawa rojekê wek þagirtê dibistana seretayî yê seffê çaremîn min di navbeyna gundiyan û beytar de wergêrî kir. Pezê gund bi nexweþiyeke epîdemîk ketibû û pêdivî bi beytar hebû, lê kesên ku bi tirkî zanîbûn li gund kêm bûn, lewra ez wek þagirtekî dibistanê ku bi tirkî zanîbû, çûbûm bajêr, min beytar anîbû gund. Hemû gundî li me vehewiyabûn. Hîngê ez bi xwebawerî di navbera wan û beytar de bûbûm wergêr. Ew gundiyên ku li dora me vehewiyabûn û ji kêfa çavên wan dibriqîn hîn jî li ber çavê min in.

* * *

Werger mîna avakirina pirekê ye, ku ew du parçeyên erdekî yên bi çemekî, yan jî deryayekê ji hev hatine qetandin, dîsan bi hev ve girêdide; komên mirovan yên li herdû aliyên avê dîsan digihîne hev.Wêjeya wergerandî daxwaza dan û standina çand û zimanên cihê diyar dike. Bêguman çarenûsa wergêran û wergerê bi ya zimên ve girêdayî ye. Rewþa zimanekî wek Kurdî, ku bi dehsalan qedexebû û hîn jî ji bilî Baþûrê Kurdistanê wek zimanê perwerdeyê û alavên ragihandinê bi fermî nayê bikaranîn, rê li pêþketina wergerê jî digre. Ji hêla din ve ji bo ku zimanek bikaribe bi pêþ bikeve, derfetên xwe îfadekirinê bibîne, geþbûna wergera ji û bo wî zimanî merc e.

Werger mirov neçarî fikirandinê dike ku mirov di rewþeke normal ya bikaranîna zimanê xwe de ewqas li ser wê ranaweste. Bi ketina nav rihê zimanekî biyanî re mirov bedewî û îmkanên zimanê xwe jî keþif dike.

Di rewþin dîrokî ya zimanan de, werger wateyeke taybetî werdigre.

Henrich Böll di cihekî de qala rewþa wêjeya almanî ya piþtî þerê Cîhanê  2. dike û dibêje ku hemû wêjeya almanî ya piþtî þer wêjeyeke li zimanekî nuh gerînê bû: ”Min zanîbû jî, bê min çima gelek caran ji dêvla ku ez bixwe binivîsim, min bêtir dixwest ez wergerînim: Ku mirov tiþtekî ji zimanekî din tîne qada zimanê xwe, ew dibe derfetek û dihêle ku mirov erdekê di bin lingên xwe de bibîne”

 * * *

Bi destûra we be, niha ez dixwazim çend peyvan jî li ser hin tecrûbeyên xwe wek wergêr pêþkêþî we birêzan bikim:

Ev bû çareksedsal ku ez li Almanyayê dijîm. Di van salên dirêj de gelek caran pirsek ji min hatiye kirin:"Kurdî û Tirkî, ma herdû ne zimanek in? Ma ne 2 zaravayên mîna Almaniya bilind û zaravayê  eyaleta Baweryayê ne?“ Di despêkê de, di bersîvdana vê pirsyarê de, min karê xwe dijwar dikir: Min ji xwediyê pirsyarê re dûr û dirêj qal dikir ku Kurdî ji þaxa îranî ya malbata zimanên Hînt-Ewropî ye, lê belê Tirkî ji koma zimanên Ural-Altayî ye û rêzimana wan ji hev pirr cihê ye. Lê gelek caran min ji awirên guhdaran fam dikir ku têgihîþtin ne hêsan bû, lewra piþtî demekê min riyeke kintir dît, ji reaksiyona guhdaran diyar dibû ku ew bibandortir bû; gava ku pirsyar li ser cudahiya navbera Tirkî û Kurdî ji min dihat kirin, min digot:Li gor zimanzanistiyê cudahiya di navbera Kurdî û Tirkî de, mîna ya di navbera Macarî û Almanî de ye.

Di rewþeke wisa de, wergera min a pêþî ji pêdiviyekê pêk hat. Kurteçiroka yekemîn ku min ji Kurdî wergerand bo Almanî „Navê min xoþnav e“ ya Bavê Nazê bû. Nivîskar qala despêka dibistana zarokekî Kurd dike: Bavê vebêjer wî ji bo xwendinê ji gund diþîne bajêr. Ew wek þagirt li dibistanê dibîne ku „Zimanê dibistanê“ ne „Zimanê malê“ ye ku bi wî li gelek çîrokan guhdarî kiribû. Hêrs dibe, dixwaze vegere malê. Gava ku di sinifê de mamoste bi „zimanê dibistanê” dipirse bê navê wî çi ye, ew ne pirsê fam dike, ne jî sedemê kenê zarokên li dora xwe.Ji bo ku ew û mamoste ji hev fam bikin zarokê li teniþta wî di nav wan de dibe wergêr.

Piþtî bi salan vebêjerê kurteçirokê bi xwe li gundekî dibe mamosteyê seffa yekemîn. Ew di despêka derzê de wek mamoste xwe bi þagirtan dide naskirin û yek bi yek li navê wan dipirse. Gava dor dighê yekî ji wan, ew þagirt bêdeng dimîne û bersîva li ser navê xwe nade. Mamosteyê ku bi zimanê „malê“ jî dizane, bi Kurdî dipirse: „Navê te çi ye?“ Hîngê çavên þagirt miþt hêsir dibin, bi dev li ken û lêv ricifî dibêje „Navê min xoþnav e“. Di wê kêliyê de mamoste xwe di Xoþnav de dibîne.

Di dawiya salên 80´ yî de, di bin bandora wê pirsa li jor ku gelek caran ji min dihat kirin de, pêdiveke min hebû ku ez vê kurteçîrokê wergerînim Almanî û pêþkêþî xwediyên pirsyarê bikim. Ev bû despêka amadekirina antolajiya min „Deh Vebêjerên Kurd“.

Piþt re weþanxaneya swîsrî Unionsverlag daxwaz kir ku ez romana Mehmed Uzun „Siya Evîne“ wergerînim Almanî.

Di wergera navê romanê de dijwartiya ji zimanekî Rojhilata Navîn bo yekî Ewropî xwe derxist pêþ: Peyva „sî“ di çand û zimanê Kurdî de wateyeke erênî dide, sî mirovan ji germa rojê ku gelek havînan ji 40 dereceyî derbas dibe, diparêze. Lê li welatên sar wek Almanya ev wateya peyva „siyê“ nenas e, ew bêtir tê wateya tiþtekî neyênî. Lewra min û lektorê li ser guhertina nav li hev kir, ku em wek wergera Tirkî ji dêvla „Siya Evînê“ bikin „Di bin siya evîna wendabûyî de“. Di vê romana Mehmed Uzun de peyva „koçberiyê“ cihekî navendî digire, ji ber ku protagonistê romanê Memduh Selîm ji neçariyê terka welatê xwe dike û ji welatekî, koçberî yê din dibe. Peyva koçberiyê û hemû têgihanên (mefhûmên) pê ve girêdayî, koka xwe ji latînî digrin. Bi Latînî „migrato“ tê wateya „gerê“ jî û „koçê“ jî. Piþtî qedandina wergera romanê gotûbêjeke bi nameyan di navberan min û lektora weþanxaneyê de çêbû. Min dixwest ku ez bêtir nêzîkî orgînalê bimînim û wê wek „koçberî“ wergerînim, lektorê jî çêtir didît ku wek „gerê“ bê wergerandin. Di vir de jî diyar bû ku wergera ji Zimanekî wek Kurdî bo zimanekî wek Almanî hin zanyariyên teybetî ji wergêr dixwazin.Wek ku wergêra alman Renate Schmidgal jî dibêje:

“Kî tekstekî ji zimanekî wergerîne yekî din, divê ew ji zanîna zimanê original û yê dayika xwe bêtir tiþtinan bizanibe. Mebest ne ew e ku mirov peyvan wergerîne peyvin din, hevokan wergerîne hevokin din. Hunerê wergerê bêtir ew e, ku mirov rihê tekst fam bike, ritma wî, melodiya wî his bike û wan bi zimanê xwe ji nûve derbirîne. Ji bo wergerandinê, divê mirov xwedî mehareteke li derveyî zimên be“

* * *

Kurdî, wek zimanekî qedexebûyî, ji bo domkirina hebûna xwe  her di ber xwe daye. Mixabin ez jî ji wî nifþî me, ku di zaroktiya xwe de bû þahid bê çawa þagirtên dibistanan ji bo ku bi kurdî diaxivîn, lêxistin dixwarin. Komara Tirkî piþtî þerê cîhanê yê yekemîn hemû kesên ku tesadufî di nav sînorên wê de man, tirk hesibandin û bi hemû alav û derfetên xwe hewl da, ku ji derveyî zimanê Tirkî hemû ziman bên qedexekirin. Bêguman kar û xebatên wergerê jî li cihekî wisa nikarîbûn bi pêþde biçûna. Piþtî avakirina Komara Tirkî, gelek ronakbîr û xebatkarên çanda Kurdî ji neçarî derbasî Surî bûn. Di despêka salên 30´î de Mîr Celadet Bedirxan û çend kesên din li Þamê kovara Hewar derxistin ku tê de hîmên alfabeya latînî hatin danîn û li gel gelek berhemên edebî gelek wergerên ji zimanen din jî hatin belav kirin. Wer xuya ye ku tu demê daxwaza kurdan a dan û standina bi zimanên din re, nehatiye rawestandin. Wek mînak di kovara Gelawêj de, ya ku di sala 1939 de dest bi weþana xwe kir û heta 1949´an dom kir de 114 kurteçîrok hatin belav kirin. 82 ji wan (Wilde, Balzac, Cehov, Tolstoy, Ehrenburg û yên din) wergerên ji zimanên din, 32 yên nivîskarên Kurd bûn. Divê bê gotin ku wergera Incîl´ê ya Kurdî bi navê Peymana Nû hîn di sala 1872´an de li Stenbolê hatibû çapkirin. Piþtî damezirandina Yekitiya Soviyetê  Kurdî li wir jî derfeta xwe derbirînê dît, ku li gel romana bi kurdî ya yekemîn(1935) gelek mînakên wergerê jî derketin holê.

Îroniya jiyanê ye ku xebatên herî berbiçav ên  wergerê jî li derveyî welat, bi pirranî bi destê wan kesên ku piþtî cûnteya leþkerî ya 1980 jî Tirkî reviyan çûn Swêd û gelek welatên din hatin kirin. Di van 25 salên dawî de bi sedan berhemên wêjeyî ku di nav wan de ji klasîkan bigirin heta pirtûkên zarokan cîh digirin hatin wergerandin. Piþtî guhertina hin qanûnên Tirkîyê gelek ji wan berheman derfet dîtin ku li Tirkî jî bên belav kirin. Di heman demê de gelek kesan dest pê kir kû bi Kurdî binivîsin. Û gelek jî ji zimanên din hatin wergerandin bo Kurdî. Ji Tirkî bo kurdî û Kurdî bo Tirkî her diçe hejmara wergeran bêtir dibe.

Wêjeya kurdî xwedî gelek berhemên devkî ye. Berhevkirin, þirovekirin û wergera wan bo zimanên din zaf giring e ku jê re gelek xebat û îmkanên diravî pêwist in.

Li gel ku pêþketinên li jor mirov dilxweþ dikin jî, hîn gelek astengî li ber zimanê Kurdî hene. Ya giringtirîn ew e ku ji Iraqê pê ve, li tu deverên din, Kurdî hîn wek zimanekî fermî nehatiye pejirandin. Mixabin li dewleteke wek Tirkî ku nêzîkî 20 Milyon Kurd lê dijîn û dixwaze bibe endama Yekitiya Ewropa jî rewþ ev e. Bikaranîna Kurdî di hin waran de hîn jî qedexe ye. Rewþeke wisa rê nade ku weþanxane an wergêr nêzîkî Kurdî bibin. Lewra xebatên ku di warê wergerê de dibin, bi sînor in. Lê ji bo geþbûna wergerên edebî azadbûna zimên pêwist e. Eger rewþ wisa dom bike dê tenê wergêrên ji nav gel, zarokên xwende ji dê û bavê xwe re, kesên ku leþkerî kirine ji gundiyên xwe re wergêriyê bikin.

* * *

Hejmara wergeran divê bêtir bibe. Wergêr û xebatên wan divê bê bedel nemînin. Di konferansên wêjeyî de divê her beþekî li ser babeta wergerê hebe. Herdu projeyên ku ji aliyê endamên PENa tirk mîrza Tarýk Günersel (Antolojiyeke helbetvanên Rojhilata Navîn) û sitî Jaklin Çelik(Antolojiyeke kurteçirokên vebêjerên  Rojhilata Navîn) ve hatibûn pêþniyarkirin divê pêk bên. Zimanê van herdû berheman dikarin bi 6 zimanan (Kurdî-Tirkî-Ermenkî-Farisî-Ýbrî-Erebî ) bin. Herçî kurdî ye hîn ji gelek îmkanên bigehîn bêpar e ku ji bo wergerê bêyî wan nabe, wek mînak ferhengên birêk û pêk û berî her tiþtî jî amadekirina ferhengeke îdiom û gotinên pêþiyan li ber xebatkarên çanda Kurdî sekiniye.

* * *

Werger, ew tiþt e ku mirov amade ye li peyvên kesên din guhdarî bike, ji bo ku piþtre mirov yên xwe bibêje. Kî berhemên edebî werdigerîne, wan di ser sînoran re vediguhezîne aliyê din, ew karekî li dijî mirinê, ji bo jiyanê dike. Ev xebat ji bo mirovan û wê xewna wan î kevin, a ji bo azadî, wekhevî û xwîþk û biratiyê, ye.

„Wergerandina zimanan, tê wateya derketina ji derveyî çîta teng a netewî û bi cîh û war bûna li deverên mezintir.“ (K.Dedecius)

Divê her bê gotin ku mebesta wergera wêjeyî ne wergera peyvan e. Mebest her naveroka çand û hisên çandên cihê ye.

Ji bo vê yekê jî hunermendên wergêr pêwist in. Di van salên dawuyê de pirseke balkêþ derket pêþ ku her tê gotûbêj kirin, gelo bê wergera wêjeyî zanist e, yan hiner e. Pêwendiyên di navbeyna orjînal û wergerê de wek întertextualîtêt ji nû ve hat tarîf kirin û pê re jî geþ kirin. Cûdatiya hinerê ji zanistî ew e, ku ew ne objektiv e û rewþeke dawî ya normal wernagire. Bêþik werger bêyî agahdariyên zimanzaniyê, bêyî alavên xebatê qet nabe, lê bêyî daxwazeke ji hundurê wergêr, bêyî îlhamê xebata wergerê pêk nayê,lewra mirov dikare bibêje ku werger tiþtekî di navbeyna zanistî û hinerê de ye. Bê çiqas pêdivî bi wergera wêjeyî heye, ewqas bi wêjeya wergerê jî heye. Lewra Novalis ji bo wergêran gotiye “niviskarên niviskaran“.

Saint Hieronymus,wergêrê yekemîn yê ku încîl ji zimanê Îbrî wergerandiye bo Latinî, hîn di sedsala 5.an de ev peyv gotibûn ku îro jî hîmê wergerê yê bingehîn in:

Non verbum e verbo, sed sensum exprimere sensu.

(Ne peyv bi peyv, lê belê wate bi wate)

 

Bi Kurtahî:

-         Wegera wêjeyî zimên geþ dike; zimanên ne standarîzebûyî bi wergerên ji zimanên din dikemilin.

-         Wergera wêjeyî ji disiplînek zanistî bêtir hunerek e. Agahdariyên li ser wê ji encamên zanistî bêtir azmûnên wergêran in.

-         Werger divê ne peyv bi peyv, lê wate bi wate bê wergerandin.

-         Divê Kurdî wek zimanekî fermî bê pejirandin

-         Kesatiya wergêr û zanînên wê/wî yên tevahî, rewþa xwendina wê/wî ji bo encama berhemên wergerandî zaf giring in.

-         Ji bo zimanên ne fermî an qedexebûyî wêjeya devkî cihekî navendî digre. Karê wergera wêjeyê divê vê wêjeyê li derveyî karê xwe nehêle.

 

Amed, 24.03.2005



* Ev gotar, di  konferansa PENa navnetewî “Pirrengiya Candî” ya ku di rojên 20-25´ên Adarê de hat pêkanîn de, roja 24.03.2005´an li Amedê hatiye pêþkêþ kirin.

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org