Silav ji Tokyo û silav li Tokyo
Delegên PEN a Kurd gihiştin Tokyo, paytexta Japon, cihê Kongreya PEN a navneteweyî. Silavên wan îro hatin, di ser ewçend welat re gihiştin Serok û endamên KBG ya PEN a Kurd.Niwênerên PENa Kurd wê di nav niwêner û delegeyên PENên 140 welatên ji her aliyê cîhanê de cihê xwe bigrin, endam, rêveberî, nivîskar, rewşenbîr û gelê kurd temsîl bikin.Ev beşdarî ji awir û pencereya PENa Kurd, bûyerek e û bahweriya me xwurt e pê, ku wê wek yek ji mestirîn destkewtên sala 2010 an be di dîroka entelektuelî û rewşenbîriya gelê me de.
Şik û goman tune ku niwênerên me, Sekretera PENa Kurd Bêrîvan Doskî û endamê rêveberiya PENê Abdulah Hîcab, wê bi awayekî çalak, bi axaftin û pêşniyazên watedar, encamgîr û bi xwiyabûneke nejibîr û xwedîşop, rola xwe bilîzin û wê gelê me bi baştirîn şêwe temsîl bikin.
Herwiha wê hêja û birêzên me, di eniya nivîskariya navneteweyî de, wek deng û berdevkên aştî, demokrasî, mafê netewê Kurd û wekheviya nav cinsan, ji kongre wê bi encamên, em giş bi wan kêfxweş û dilşa bibin vegerin.
Em ji kongre bihêvî ne û ji bo vê jî çend faktor hene:
1. Ya yekê ji ber ku niwênerên me piştî amadeyiyeke biserûber, nîqaş û guftûgoyeke çendalî di nav endamên KBG û dîtin û pêşniyazên navxweyî de ku bêj hema ji Kongreya PENê û bi vir de nesekinîne diçin Tokyo.
2. û ya duhem, herdû delegên me jî kesayetiyên xwedî ezmûn, jîr û jêhatî ne.
Sekretera PENa Kurd birêz Bêrîvan Doskî di vê eniyê de ne biyaniyê kongreyên wiha û pilatformên bi vî rengî ye, ew têra xwe aşîna, serdest û xwedîgotin e.
Birêz Abdulah Hîcab jî siyasiyê salan e, lêkolîner û debatorekî xwurt e û li pey wî jî çend sal beşdariya di civînên UNPO, Rêxistina Gel û Neteweyên Bê dewlet hene.
Careke din silav ji Ewropa ji bo delegên PENa Kurd û giş beşdarên PENên dost, penên ji her aliyê cîhanê.
Silav li PENa Japonî
Stockholm
24-09-2010
Mîrhem Yîgît