pen-kurd.org

Helbest - Pexshan - Gotar - Daxwezanî - Kampanî - Endam

 

 

 Chalakiyên din:

 

 

Vegere Destpêkê

 

Festîvala Wêjeya Kurdî li Berlînê.

Sazî û dezgehên Kurd di rojên 2-3 Cotmeh 2010 de li paytexta Almanya, Berlînê xebateke bi navê  Festîvala Wêjeya Kurdî li Berlîn saz dikin. Festîval ji layê saziyên wek Înstîtûta Kurdî Jibo Zanist û Lêkolîn, AWADANÎ, Navenda Kurdî, Bûn û Weşanxaneya HAN dihête rêvebirin. Her wisa saziyên din yên wek Mala Kurda, Sozk e.V., Xoybûn e.V., Hînbûn, Komela Jinên  Kurd li Tarawge, Mîtosfîlm, Komela Braderanê Kerkûk jî piştgiriya vê xebatê dikin.

Li gor ragîhandina Komîteya Amedekariya Festîvalê, di vê xebatê de armanca yekemîn ew e ku wêjeya Kurdî ya li derveyî welat  û her wisa pirtûkên Kurdî ji bo wêjehez û xwendevanên Kurdî bihête pêşkêşkirin û danasîna û şerovekirina wêjeya Kurdî ye. Bernamyeke zengîn ya festîvalê hatiye amadekirin û gelek nivîskar, helbestvan û lêkolîner yên ji Berlîn û bajarên din yên Almanya jibo festîvalê hatine vexwendin.

Wek helwest û nihêrîneke taybet, di vê festîvalê de bes berhemên bi Kurdî (çi telîfî û çi jî ji zimanên biyanî hatine wergerandin) jibo xwendevanên Kurd dihêtin pêşkêşkirin.  Karsazên Kurd û her wisa hin kesayetan jî di amadekirina festîvalê de alîkariyê didin.

Kerem bikin bernameya festîvalê li jêr hatiye diyarkirin:

 

Vegere Destpêkê

 

 

 

 

 

 

Copyright ® 1990 pen-kurd.org