pen-kurd.org

Helbest - Pexshan - Gotar - Daxwezanî - Kampanî - Endam

 

 Nivîsên din yên Nivîskarî:

-Peyvên  Evîndariyê 

 

 

Vegere destpêkê

 

Cejna qurbanê li ser kêla pakrewanên Qamişlo

 

Ehmed Mustefa

Vê cejnê ez  bi tenê mam

Na day û ne  jî bav

 

Na xûşik û ne jî bira

Vê cejnê bi tenê

Dil melûl me

 

Bê yar û bi heval

Bê ax û bi zinar

Bê stêrk û bi asîman

Bê sînor û  bi ziman

            û her hejar

 

Em bi tenê bê welat man

Em bi tenê bê sînor man

 

Bi tenê

 

Car li benda wê dimînim

û car dengê wan dibihîsim

Bi tenê li rêya tehil û şêrîn meyze dikim

 

Bi tenê sebrê min nayê

Bi tenê xwen û xayalê min direvin

Bi tenê  pelên gîyanên min ji dilê min diqetin

 

Car digirîm û car dikenim

Ji ber êşa welêt ji cîgera  min dernayê

 

Bi tenê dil melûl dimîn e

 

Car nexşeyên kurdistanê meyze dikim

Û car li ala Kurdistanê  difirim

Lê bi tenê di zindana çavên te da dimînim

 

Vê cejnê qurbanê

 

Evîna min bû ya Sînema Amûdê

Êş û derdê min  bû ya serhildana 12 ê avdarê

Girîyên dayîkan li ser gora wan pakrewanan 

 Bû ye  şeva reş û tarî

Ev çi bi serê me Kurdan de hatî

 

Bi tenê

 hêstirên çavê min,
 Dilopên xwînê jê têne xwer

Kezeb dişewitê, can dihelê

 

Bi tenê welatooo

Helbeçe tê bîra min

Sînema Amûdê ket xwen û xayalê min

Serhildana Qamîşlo bû ye tîrêja roja min

Kobanî û Efrîn bû ne  rojhelata  roja min

Heyf welato îro bi tenê man

Bi tenê di zindana sînora dilê teda man

Bi tenê bê welat man

Bi tenê ez û te man

             û bi tenê li benda roja nûh man

Çima bi tenê  ey welato

Çima bi tenê ey dilşeweto

 

EHMED MUSTEFA

Vegere destpêkê

 

 

 

 

 

Copyright ® 1990 pen-kurd.org