pen-kurd.org

Helbest - Pexshan - Gotar - Daxwezanî - Kampanî - Endam

 

 Nivîsên din yên Nivîskarî:

:

 

 

 

Vegere destpêkê

 

Peyvên  Evîndariyê

Ehmed Mustefa

Gava berbanga sibê xûnav dikevê

Dengê  çivîka û pelên daran

Awazkî di guha da diçînin

Gava dilopên baranê yên yekemîn

Lêvên te maçdikrin…

((Sor gula min)) 

Zanibê Ew ne helbestê minin

Bo te dibijim 

Hest û gotinên minî Evînî ne  

 

Ez û Êvarê

Gava Êvar dibê kela Eşqê

Û Evînê min diçelqînê

Û Alem dibê Hilka xewnên min

Gava Êvar dibê

Kela dûrbûnê  bûf min dikê

Û Agirê sewdê min diqijlînê

Gava  Êvar dibê 

Di ber bayekî Hênik dikevim

Û min dibê dûnyayeke din

Gava Êvar  dibê 

Pelên gîyanên min ji dilê min diqetin

Gava Evar dibê

 Li pişta şevê dinim 

ÊStêrka ji xwe re dikim nîşan

Û li şifaqa xwe yî hindayî digerim

Li gava yekemîn  çirûska

Roja sibehê zû meyze dikim

Û pêrgî şifaqa xwe tên

Bi şewat

((Belê))

Bi şewat 

Li benda zayîna êvarik hênik

Dimînim

çavên te

Kerîyik kewayê

Di destê  min da

Keşwarên Evînê avadikê

çavên te

Ferhengik ji hemî hîvên eşqê û evînê re ye

çavên te

Sazik ne (( Bach)) û ne jî ((Beethoven))

Awaz kirî  bûn

çavên te

Tabloyek wêneyê ne hatîye

Çêkirin

çavên te

Kevokek kedî ye

Ji hêlîna keşwarê dilê  min nefire

çavên te

Destpêk  û dawîyê  şepala

Jîyana min e

Zayîn gur dawîya min e  

 

  

Vegere destpêkê

 

 

 

 

 

Copyright ® 1990 pen-kurd.org