Axxx….Efrîn
Dîlan Zêbo
Bihêle… Bihêle!
Keserekê,
Bi kûraniya tîra di Dilê min de
Ji xemgîniya Çavên te yên kesk re bikşînim.
Hêdî hêdî pêlî Dilê minke canê!
Rondikên te di şankên giyanê min de sor dibin.
Nalînên te,
Ezmanan bi girî dikin.
.
Qêrînen te,
Berbangan hişyar dikin.
Sîberên te,
Pîk bi pîk mîna Qitlaba rizyayî
Bi ser movikên piştê min de têne xwar
Awên, li ser Sêla biyaniya min hatine biraştin.
Firîndeyên te,
Piring piringî bûne
Hêlînên xwe
Ji didanên Gumgumokan re hêştine.
Firîşteyên te,
Yeko yek bi kefenên reş
Tevlî refên Aldo Moro dibin.
Çi bi Seriyê te hatiye Dayê !?
Ji tirsa bahozan re
Te Çiyayên xwe di zikê xwe de veşartine
Her ko,
Destên xwe dirêjî Zeytûnên te dikim
Li şûna zeytê xûn dadirivê.
Her ko,
Axa te bîn dikim di mista min de dibê xalî.
Û her ko,
Pirsyaran dikim
Tenê, bi lêvên girtî tu bersivan didê.
Efrîna min !
Ez pirs dikim
Qeder pirs dikê
Mirî pirs dikin
Kîîî ???
Kiyê ?
Qirêja li ser rûyê Heyvê bimalê
Da, rojên te şevên sipî di xewnên xwe de bibînin.
kiyê ?
Berxikên te,
Yên virnî di şevîngeha dîrokê de biçêrînê
Da ko bibin Kavir.
Kiyê ?
Keviyên rûbarên te,
Ji Beqên cilxur û Kevcalên çîp xar paqiş bikê
Da, Zeriyên te bê tirs Tolika evîna xwe bişun.
Bêje min Efrîn !
Bi Seriyê te bê bêje:
Kê rengê te dizî ?
Kê rûyê te guhart ?
Kê buharên te zer kirin?
Kîjan tariyê tu xwer Efrîîîîîî...n ???
1-Aldo Moro: Profêssorê yasayî û Serokê Partiya ( PCI ) yê ko di sala 1978 dan li Italiya hatiye kuştin.
2- Cilxur : Aw kesên pirxwer û zikbel.