|
Nivîsên din yên Nivîskar
Dilawerê ZENGÎ
Vegere Destpêkê
|
Ey mirin
Dilawerê ZENGÎ
Diyarî ji bo giyanê pêşewayê gelê Kurd nemir Bavê Şiyar re pêşkêş dikim û bejna xwe li ber gora wî ya pîroz ditewînim.
Ey mirin, Ey mirina reş, Ey mirina bê bext û ol, Ey narevîna xiniz û sergerîn, Ey feleka bê zik û pişt, Bi pencên xwe yî rewrewkî, Bi bejna xwe yî xapînok, Te konê reş li ezmanê me vegirt, Heyv ji ezmana hilweşand, Stêr û Gelawêj te herifand.. Siyasetvan û rêberan rê winda kirin, Rewşenbîr û zana nivîsên xwe çirandin Ronakbîran pênûsên xwe şikandin Bûk û zeriyan rondikên xwe barandin Dê û bavan şîn gerandin Zemîn hejî, perî govend gerandin Li me hejaran serî gerandin Şev reş û tarî, pişt li me şikandin Ka rêberê me, ka ew qehreman Zû ji nav me barkir gihaye kerwan Kerwanê nemiran wa ye li rê ye Hevalê Ismaîl rêberê rê ye, Digel Zaza, Hemze û Osman, Civînê deyne rêberê Kurdan, bangê bide Tîrêj û Cegerxwîn, Keleş û Bêbuhar, seydayê Namî, Gel tev şiyar e, lê dil birîn in, Ji çûna we tevan ew dilbixwîn in, Heyfa li wê heyfê ko hîn bibînin, Şûna şêran kund lê bixwînin. Ey mirin Rast e, te ew ji nav me bir, Ji ber çavan te ew winda kir, Lê bi sûnd, bi soz û peyman Bi kêla ber serê pakrewanên Qamişlo Bi gora pakrewanên sînema Amûdê Bi Laleşa Nûranî.. Bi gora vî pakrewanî Tê nikaribî bîrûbawerîyên wî Raman û ramyariya wî Ji hişê me derîne Tê nikaribî hezkirina wî Ji dil û canê me derxîne Ey mirina bê bext û ol.
Vegere Destpêkê
|
 |