pen-kurd.org

Helbest - Pexshan - Gotar - Daxwezanî - Kampanî - Endam

 

 Nivîsên din yên Nivîskarî:

:Feqîr Ehmed

EZ IM KURDISTAN!

 

 

 

Vegere destpêkê

 

GUL BÛ ALA MIN!

 

Bihar keske, sor û şîn

Gulê di virda dida bîn

Gelê Kurd tev şîyar bû

Gul bû Al û da min jîn!

 

Gulê hate mala min

Evîn û ser sala min

Al kete nav dilê min

Ronayî da çavên min

 

Navê gulê Ala min

Evîn kete mala min

Li ser serî û va çavan

Al ronaya dilê min

 

Al jî xemla mala min

Çand û huner dida min

Maçek dikir Ala xwe

Al xwasteka dilê min!

 

 

Min Ala xwe hilda jor!

Her der dibû kesk û sor!

Ciwanên Kurd pêhlîwan

Rabûn û xwe dane dor!

 

Min dît silavek lê kir

Dilê min jî pirr geş kir!

Di vê cejina newroz da

Kurdan pîrozek lê kir!

 

Al tu bûyî jîna min

Evîn û tu xana min

Tu bûyê Ala rengîn

Tu hatî ser bana min!

 

Ala kesk, sor gehwer

Al ji min re bû bêhder

Min Al danî her derê

Li ba ket û bû cehwer!

 

 

Al li baket dil û can

Silavek lê da Kurdan

Keç û xortên şoreşvan

Al senbola Kurdistan!

 

Al li Dêrsim dibû reng

Bi dijmin re kirin ceng

Ciwanê Kurd qehreman

Li vê derê didan deng!

 

Al li deşta berazîyan

Li ba ket û bû rêzan

Din, Şedad, Dîd û Pîj

Rakir tev qata xizan!

 

Ala min li Elbistan

Ciwan duçû dibistan

Al ket cejina Bêşîkçî

Her derê bû gulistan!

 

 

Ala min li Zagrosê

Bi çar rengan dibrûsê

Ji Surûc heta bi Wanê

Gihîşt deşta Bitlîsê!

 

Silêmanî û Kermanşah

Al li her der bû nîşan

Hêzên Kurdan gîhştin hev

Civîn çêbû li Senendaş!

 

Al li Amed li ba kirin

Mêrê Kurdan şer Kirin

Riha, Mardîn û Qamîşlo

Xarpût tevî xwe kirin!

 

Bingol, Sêrt û Hekarî

Li Agirîyê xwîn dibarî!

Al li Meraş, li Ezirgan

Meletî tu ker û lalî!

 

 

Al li Şengal dibû geş

Kêfa gel li Dehok xweş

Gelê meyî Kurdistan

Di xwûnin Dîwana Reş!

 

Dayîk bankir kurê min

Al rakir dida dest min

Xemla min bi xwîna gel!

Ger hilbidin li ser min!

 

Ezda bankir lawê min

Hele hûn were cem min

Xemla min bi xwîna gel!

TevAla we û Ala min!

 

Me bo Alê xwîn rêj kir!

Bi sed salan dirêj kir

Tirk, Ereb û Fariz tev

Xwînê bi wan re şer kir!

 

 

Rêhber ew dîrok anî

Jê des girtin û danîn

Bo namûs û jîna xweş!

Navê Kurdistan danîn!

 

Ala Sor û gul pêrî

Nûçe hatin ber derî

Gel dest didane hev

Al rakirin ser serî!

 

Alê bîn da, jîn dida

Li her derê pêl dida

Ew nemirên Kurdistan

Rabûn silav lê didan!

 

Gula kesk û gula sor

Rengê zerî berda dor

DibîAla rengê xweş!

Bû giha û hildan jor!

 

 

 

 

Ala min li dibistan

Şênî hatin kardistan

Dibû şahî şêhnayî

Ronayî da Kurdistan!

 

Li ser banan dibû geş!

Welat gîşkî kire xweş!

Şoreşgerên Kurdistan

Ber Ala min kirin meş!

 

Ala Şirîn û gula şîn

Li her derê duda bîn!

Gelê Kurdistan Feqîr

Dida wan tev hev jîn!

 

Feqîr Ehmed

24.10.1981

 

 

 

 

WELAT BIGRIN JI DIJMINAN!

 

Gelo werin bigêne hev

Xebat biki bi roj û şev

Eme bibin hêza karkir

Hember dijmin bibin dev

 

Feqîr banke keç û xortan

Rextên çekan bavên milan

Bi zanistî rabin ser xwe

Welat bigrin ji dijminan!

 

Feqîr Ehmed

22.10.2010

  

Vegere destpêkê

 

 

 

 

 

Copyright ® 1990 pen-kurd.org