|
Nivîsên din yên Nivîskarî:
:
Vegere destpêkê
|
EZ IM KURDISTAN!
Ez im Kurdistan
Ez im pêşve rû
Ez im şoreşger
Serçûn û prvçûn
Ez im leşker im
Deşt û ser çîyan
Ji boyî bigrim
Welat Kurdistan!
Va ez im gel xwaz
Ez im xwudan gel
Li serê va çîyan
Tim dikim hawar!
Destê xwînxaran
Xwe bikim azad
Ko ez jî jîn bim
Wekî pirr gelan!
Dema parçe bûm
Bi destê hevparan!
Gelê min nezan bû
Ketim bin lingan!
Va çend carin min
Serî hilda li xwe
Hêza min bi çûk bû
Tev bûm perîşan!
Her çar alî min
Dijmin û nûjad!
Nokêrên dijmin
Ez firotume wan
Lêdan û kuştin
Xwîna min vexar
Tev çand û dîrok
Ji min distandin!
Bi ser min xistin
Ew Ala xwê pis
Pêmal û talan bû
Mal û milkê min!
Bi nokêrên dijmin
Begên Kurdistan
Pelçiqîyan, kuştin
Ketim bin lingan!
Min dayê pêş xwe
Ramanîya karkir!
Tev çekire dûre
Ew tizbî û xişt!
Ji min ditrsin
Xayîn û dijmin!
Kurdistana xwe
Ko bikim bihşt!
Ez ne anarşîst im
Xwe nadim dijmin
Ez ne feodalim
Ko gel bifroşim!
Ne nûjadperest im
Ma kê dukujim
Xwe înkar nakim
Çima bitiraim!
Ez im Kurdistan!
Tev çîya û zozan
Ez im xwudan gel
Ez im tev raman
Ez im şoreşger
Bi hêbet li cîhan!
Bi tektîk û zanîn
Ez im gêrîllan!
Ez im rêça karkir
Ez im sanzûman
Nokêr û hevparan
Dijminê xwînxwar
Ereb, Fariz û Tirk
Tev têne ser min
Duxwazin ji cîhan
Rakin navê min!
Ramanîya kevnar
Min pirr paşva hîşt
Bi tektîk û raman
Darim bi serî û pişt
Dijmin jî dizanin
Ez pêşva tême
Teror û komkujî
Li min çê dikin!
Ezim Kurdistan
Netewa bin dest!
De rabin ser xwe
Hûn gelê bin dest
Hemberî dijminan
Bibin hêz û yek!
Netewê rizgar kin
Ji dijminê nûjat!
Pirr tiştan zanim
Ko çêkim bi xwe
Wekhevî deyînim
Eze li ser xwe
Netewên bindest
Karkirên cîhan
Bi hev şahbibin
Bi navê min û xwe!
Ne bese li ser min
Komkujî û lêdan!
Ew kesên çepok
Dijminê netew!
Bi teqlan û hilan
Min înkar dikin!
Nikanin xwe têxin
Vê rêça Kurdistan!
Hinek oportonîst
Hinek jî zirtone!
Bi teqlan û hilan
Xwe dikin zana
Tev karan nakin
Min înkar dikin!
Wekî dijminan
Ew têne ser min!
Vaye min vekirê
Va rêça karkiran
Feqîr û bindestan
Tev têne pişt min
Bi hêz û raman
Şoreş geş bikim
Bikim serxwebûn
Jînbe Kurdistan!
Feqîr Ehmed.
18.03.1982
Vegere destpêkê
|

|