Helbestên û Nivîsên:

Hoþşeng Osê

Berhemên din yên Nivîskarî

 

        

Efrodêt.. bibar bibar

Hoşeng Osê

Tu dibînî, çawa bi ser bêrîkirina te ve dibar im!?.

Deriya dibişkivîn im û dibar im.

Esmanan tî dihêl im, ewran di himbêza agir de dilorîn im, keştiyan ber bi te ve dişîn im, masiyan fêrî xwendina pispista te dikim, dengê xwe davêj im govnda tîrmehê… û dibar im.

Têşêm û dibarim.

Bi ken, bi girî, bi kinc û tazî, şiyar û razayî… diqîr im û dibar im.

***

Geh birînên min li xwe dikî, geh xewnên min, û bi ser jana bêrîkirina min ji te re, tu dibarî.

Mîna heft hezar asoyan, bi ser tengijandina min ve, dibarî.

Ji dahatûyan, ji gewriya buhuştê, mîna heft hezar sûlavên hênik, bi ser kelkela dilê min î sincirî, bibarî.

Bi nazî, ji kel, ji bêstikên kul, ji “gir qehifk” û “Şamê” ber bi Esîna ve dibarî.

Efrodêt.. bibar … bibar.

Bêrikirin, dildarê te xwar.

Pişta xwe bide rojê û sînga xwe bispêre dilovaniya bêrîkirina wî.. û bibar.

Ji nav memikên xwe, daristanek leymûn, xox û pûrteqalan, ber bi wî ve bifirîn û bibar.

Ta ji te bê… ta ji wê bê, ta ji esmana bê, bi ser hev de bibarin, da demsala we, bê dawî be.

30/7/2010

Esîna

 Vegere Destpêkê.......

Copyright ® 1990 pen-kurd.org

 pen-kurd.org

Navenda PEN a Kurd