|
Jinek Ji Berf, Higiv, Gul û Tirsê
Hoþşeng Osê
1
Dengê wê
Ji sura bayê terez ku dojehê derbas dike, hêniktir û naziktire.
Ji gepek nanê jikeva digel peyal çayê, piþtî paleyiyê, xweþtire.
Aso dibêje: dengê wê, berf û hingive.
Ba dibêje: vedenga wê, berf û dimse.
Çemê Ferêt dibêje: ji heft hezar kenmace, bilûr, þalûl, qumrî, bi coþtire.
Dengê wê, destnimêja feriþteyan diþkîne, dilbjokiya cinan disincirîne.
Pexeberan ji rê dertîne û wan zîz û gêj dike.
Çem û kaniyan lal dike.
Guran kor dike.
Koran bi çav dike.
Kerran bi guh dike.
Dengê wê, jibo gunehkaran, sûreta “Yasîn”e, ji yên li ber sekerata mirinê ne, tasek ava Kewser û Zemzemê ye.
Jibo zindiyan, þêrîntirîn qeyd, zindan û azare.
Bihna pûng rihanê ye.
Melhema janên welêt e.
welatê janên çiyê ye.
çiyayên janên nîsanê ye.
nîsana janên axê ye…
axa janên min e, dengê wê.
***
Dengê wê û yê xweristê cêwîne.
Ahoramezda dibêje: meya ronahiyê ye.
Ehrîmen dibêje: dolvanî û dilsojiya tarîbûnê ye.
Çiyayê Cûdî dibêje: ax ji derdê dengê wê… ax!...
Kesî nekuþtim, jibilî dengê wê!.
Kesî nevejandim, jibilî dengê wê.
2
Bihna wê
Pêxemberan serxweþ dike û wan bera hev dide.
Bihna wê, bihna Zînê ye, dema bêriya Mem dikir.
Keviran dike çivîk, hîman dike hesp, latan dike pezkovî… hespan dike helbestvan, pezkoviyan dike sitranbêjên derwêþ, wan bi çol û pesaran dixe. dihêle çûk sînga xwe li stiriyê gulan û kelemên daran bixin.
Bihna wê, dihêle ba ji xwe û ji ax, av û êgir hezbike.
Bihna wê, bihna dara pûrteqalan dema ducanî dibe û bihna dara leymûnan dema dikeve kirasan.
Dem û dewranan didêre…
Razên avê rave dike, çeman mest dike, daristana hogirî xwe dike.
Agir dibêje: bihna wê ezim…
av dibêje: na ezim.
Hemû gulên buhuþtê, dexesiya bihna wê dikin.
Hemû gulên zemînê, bi cezbê dikevin dema bihna wê ji gewdê min hiltê
3
Pêjna wê
Þevê bi matmayîbûyînê dikuje…
: pêjana Meryem Eledra ye!?.. yan a Efrodête!?
A vînose!?.. yan a Anahîta ye!?.
A Xatûna Zembîlfiroþe!?.. yan a Zelîxeya Yûsive.
A belqîsa Suleymane!?.. yan a karxezaleke Kurmanciye!?.
A Hwwa ye yan a þahperiya cinna ye!?. Yan jî a qirala periyên buhuþtiyê ye!?.
Jibo Xwedê, ev çi pêjne!!?.
Kesek bersiva þevê neda.
Ew jî, pirsên xwe dikir…
û hey peyala xwe dida ber kaniyên sîng û navranên pêjna wê, mey û hingiv dadigirt û vedixwar, ta xwe kuþt.
Pejna wê, ji bembo wêdetir, dirvê hiriya ewran pêdikeve.
Geh dibe moran, geh leylan.
Geh dibe mija wateyan geh keskesora jan û cejnan.
Pejna wê, sûnda Xwedê ye, sergermiya þevê, xulmaþiya þeveqê ye, xewnên hechecîkan ne, lavêjên kêzika hecê ye, bîranîn mêþa hingive, pêjna wê.
Orkêþ gotî: li pey pêjna wê ketim, ta di þêvê de werbim.
Waþûkanî gotî: bê pêjna wê, nikarim razêm.
Bê war kirim, bê zar kirim, wenda kirim, ez xwarim, pêjna wê.
Dirbêsiyê got: birim esmanê heftan û bi ser pêt, kelem û sitriyan ve avêtim.
Birim ba Xwedê û gunehkar vegerandim, pêjna wê.
Divê, tu ji tirsê azad bibî.
Çiqas azad bî, ewqas xweþikî.
Ey pêjna ji berf, higiv, gul û tirsê…
Pêjneke din, jan û firandineke din, ji min re nimandiye.
Xefka govendeke din ji min re vedaye.
Esmaneke din ji min re raxistiye.
Va diçim, li wira jî, peyala mirinê vexwim û xwe bikujim.
Va diçim dojeha wê jî.
Çêtire poþmaniya Zembîlfiroþ û Yûsiv, min biqurtîne.
Va ez çim, bêy ku piþta xwe bidim bihuþtê.
Va ez diçim, bêy xatir bixawzim.
Va ez diçim û çavên te yên sûlavên girî ji wan dibarim, li pêþiya minin.
Va ez û pêjna nû vedgerin, cem te…
Va em di dilê te de rûniþtîne, li ser xweþikbûna gewd û giyanê te taxêvin.
Va em dilê te ji hindirve dixrînin.
Va tu pencera dilê xwe ji me re vedikî û dibêjî: de weke cot kew, ber bi Xwedê ve bifirin.
Em difirin û tu jî difirî.
Bi me re difirî.
Geh li pêþiya me dixî, geh li paþ me yî.
Geh li aliyê çepê î, geh li yê rastê.
Geh li jorî, geh li jêr.
Me diparêzî. Bi me þadibî, dikenî û digrî.
Nifiran li min dikî, û li xwe jî.
Zû poþman dibî.
Niyaz û lavêjan ji min û re dixwînî.
Ne me piþta xwe didin te, ne tu.
Hemû karxezalên min, bi tilîlî, têne govnê.
…… ……
………. … …...!.
9/6/2010
Stanbol
Vegere Destpêkê....... |