|
Nivîsên din yên Nivîskar:
şêrzad Berwarî:
Vegere destpêkê
|
Dilê min borî êvare
şêrzad Berwarî
Dilê min borî êvare Serê min gêj pê potîne Ev êvare gelek sare Çavên damay dil xemgîne Rojê perê xo dahêla Hetav sorka were bibîne Çi canyeka qeşenga lê Spêde hemî te gorîne Te çend har berdan beyara Pezê xwe ka tu bicemîne Ji rêka min vede dehla Ev çi pêjan û strîne Ji dîdarê min ne dûrke Ku çavên min di birsîne Li te çi geşe bihare Li min sotin dil û sîne Ji çavan te durr dibarin Te lêv şekr û hingivîne Bi êk nêrîna çavên te Dil û ceger velerzîne Çi lê bikem mulkê dunyayê Bo çine çîn û maçîne Kalik dirya li rêka te Nê min pehnî keliştîne Her bihostek bi sed sala Ku min pêngav têk bestîne Were zalim pênceh û şeş Bihar ji jîyê min borîne Çi stêreka geşî li asman (Ji gurohê mah û perwîne ) Bes agirî berde dilî Kezî û biska bes bihejîne Ma kengî hoye dildarî Ma ev cenge an evîne ? Dilê min te ji min barkir Her carekê tu bizivrîne Barê xema ka tu bihêle Wî rûbarî ka bişeqîne Te lêv al wek helhelokê Te sîng û ber soryazîne Çi geş bihare dêmê te Ew çi çerwan û şevîne Ew çi gulên bistîk zirav Ew çi sêv û çi hirmîne ? Ew çi hêve li ser hêvekê Ew çi bêla şaneşîne Ew çi fêqyê ho gehiştî Ew çi tuhûrk û tûne Ew çi kemere li navtengê Ew çi şale çi rûşîne Ew çi çavên dil hengêvin Ew çi tîrên agirî ne Ew çi baqofkên ne vebûy Ev çi dilên azirîne Ew çi dile hosa yê kel Ew çi dojeh çi êtûne Ew çi bêhne hoya nerim Lûlaperên berçelîne Ev evîna ho ya mukum Dê bêy kevrên xweristîne Ew çi heyva xerman girtî Ew çi zendin ew çi rûne Ew çi pirçê ho ta belav Lêv hinarkên radoşîne Ew çi xale li rûyê te Ew çi berdilk û morîne Ew çi mêxek li difna te ? Ew çi sosin çi solîne Ew çi tiblên xena kirî Ew çi belgên dîndarîne Ew çi pêjane li dur çava Ew çi stiryên kinarîne Ew çi devê wekî sedef Ew çi dindkên hinarîne Ew çi qede ew çi bala Çi gerdena reng zêrîne Ew çi qutke ew çi kiras Ew çi nitrek gulalîne Ew çi tîte li enya te Lewendî jî armûşîne Ew çi tîrin ji çava dibarin Ev çi dilên herişîne Ew çi nerme rêve çûne Ew çi naz û dalehîne Ew çi bendin çi heyranok Ew çi zêmar û narîne Ew çi pit pit çi gazinde Ew çi daxaz û nifrîne Ez çi bêjim hêşta kême Gotin hemî diqerisîne Wek naza te qed nabînim Ne çi Sitî û ne çi Zîne Ne Sineyî û ne Sablaxî Ne Mêrdînî û ne Çelîne Were avde van gulzara Panê baqofk çirmisîne Ger tu li gel min bî delal Yek pakî min bi dinê nîne Her evîne ya may zelal Serokanî tev şêlîne Bihara min tu yî herdem Wekî rojê ser helîne Te peymanek dabû dîlber Kanê sozê tu bi cîh bîne Ev dile her dem ê bi azar Çenk û per jî di sotîne Bila rehmek li me bi barîtin Ku lêvên min di têhnîne Were ber sîbera kevra Kurdistan warekê hîne Yê nezanît bêhna biha Bawer bi ke y har û dîne Bihara ter bi mij û moran Zivistana me befrîne Dilê jar nê herê li taqe Were carek li vir rûne Wesa sivik li ber dilî Ma êk wek te ya şirîne Derî ke suhbeta çava Dilê xwe qed ne xapîne Ku bersfk dûkêlê girtin Car û bara helbijîne Li neyara qed ne zivre tu Tu di zanî ka ew kîne Çi bekrok lewçe û çivêlin Hemî pêgve di lewtîne Wek hêstra mêşik hat yê Wekî stênga di êwirîne Çi ser hişk û hem nezanin Dilê wan ê bi kerb û kîne Wek dara hişk dê bêjî ku Ev neh deh sale di mirîne Qey başyê na bînin ew Dilê kore çav peqîne Çi dermanê vê dil reşyê Ji rêkê ew tehsîne Were cîhana dildara Ka zozana tu bi çerîne Kurdistana me rengîne Dol û nihal feraşîne Were zalim da te bi bînim Cergê bêzar dilê bi xwîne Eger hêşta ne bişkurrî Dê min ji vêrê rateqîne Bulbulê jar bê deng maye Yê bê xunav û esmîne Mi pişt çemya wek gopalî Pirasî li min têk peşîne Ev êxsîre gêj û lal man Sewda ser û helhelîne !! Li benda te qermokî bûn Hemî pêgve dihefsirîne !! Bê ser û ber pirçê belav Dê bêy gurga veçirîne Tev qehr û kovana ji dilî Tu bide bay û bifrîne Min nevêt rojekê bi xem bî Dura ji çava ne barîne Neyara tu vede ji rêkê Ji mirwetê diqemoxtîne Çi bê biha û bê nirxin Wek simaqê dibişaftîne Were avake tu dilî Nê berkaşxank diheriftîne Ka bibişkure wekî rojê Ka wan xema bihelweşîne Ka kê dilê te hêlaye ? Ku wan çav lê perçiqîne Zerwêle ev sal ne hatin Hudhud û kew nezivrîne Kanê gasre ka reşwêle ? Bihar bêy wan bihar nîne Tu bikey bê dilya dilî Tu bi xudê ma guneh nîne ? Eger her ho binalim ez Tu bi xudê key ma ev jîne ? Ger te nevêt ne bişkurre Pîçek lêva biliv livîne Heta spêdê li benda te Ji hizrada me xew nîne Ku rêka te gul û gulzar Ya min pir dirk û dasîne Her wezim stêra dihejmêrim Gundî hemî dinivistîne .
2010
mêxek = qerenfil radoşî = tirş û şirîn gasre , zerwêle , reşwêle, hudhud = balindene kaşxank = helaşê banî ji navda , supîtk
Vegere destpêkê
|
 |