SITO SIRGÛN E !

 Helbest       A.Balî

 

Bi jimara qedera hezaran Sito sirgûn e!

Ligel pêrîşaniyê, ji wan re mirin çi ye?

Ji dîlîtiya bêhna barûdê û xwînê pê de!

Cara yekem çavên xwe vekirî bû li dinê,

 

hinek Kar û Chalakî

 

•  Rêbaz û destûra navxweyî ya PEN a Kurd

 

Temamiya wê bixwîne

 

•  Chalakiyên wêjeyî yên ku PENa Kurd ji roja damezrandinê heta niha encamdayîn...

 

Temamiya wê bixwîne

 

•  Kampaniyên PENa kurd yên heta niha ji bo azadkirina endamên xwe ji girtîgehan û exhkence û lisêdaredanê sazkirîn...

 

Temamiya wê bixwîne

 

SITO SIRGÛN E !

 

Bi jimara qedera hezaran Sito sirgûn e!

Ligel pêrîşaniyê, ji wan re mirin çi ye?

Ji dîlîtiya bêhna barûdê û xwînê pê de!

Cara yekem çavên xwe vekirî bû li dinê,

Dayîk cahil bû, ew nîvbircî, bi destên gilmît!

Bav jî bê kar bû, zevî di xewna xwe de didît!..

 

Zilma beg û axan,

                      û hikma dewleta zordestan!

Li her çar aliyên jiyanê bes her xerac digerî!

Sito, qit-qanat rojên xwe dikirin roj, diqehrî!

Di navbeynê de sal borîn, Sito bû qîza berjin,

Paşê jî, ewa ji xortekî jar û belangaz re birin.

Rojekê ji qûntara Agirî koçî Erzorimê kirin.

 

Li gundê Ulucanan, ji xwe re wargeh girtin.

Milkê axayên zalim li ser milê feqîran bar e!

Roj bila bê, ji axayên xedar re cezayê sêdar e!

 

Ewen ku tên çewisandin,  ewen ku tên firotin,

Bê pirsyar,  ewên ku kûnya wan têye qatkirin!

Mala Sito dîsa rabûn, çûn Muşê, Gundê Zikreşê!

 

Wan kevir li ser keviran danî, çêkirin ji xwe re xanî,

Anîn dar danîn ser dîwaran, tekûzkirin, jurên banî,

Pencereyên bê ronî ji tuneyiyê ciyê xwe dabûn rojinê.

Çavên felekê kor bin, rojên teng û tarî dûrbin li dinê!..

Mala neyarên xedar bişewite, ew xanî jî, jê re pir dîtin,

Leşker û koriciyan, agir berdan malê, ew jê derxistin.

 

Yên xaniyên Sitoyan li serê wan disotin, dixilînin,

Ewen ku ketin kirasê mirovan, cinawirên hov in,

Xayîn in, yên ku li ser milê Sitoyan çerxê digerînin!

 

               Yên bi destên mazluman çiyan werdikin,

                             Ewên ku feqîran bindest dikin,

                                   Ew sitemkar û xwînmij in!..

 

Sito, ne yek û du, sisê ne...

Ew pir in, ref bi ref sirgûn in!..

Li welatên bêgane, di rojên teng de,

Ew jiyana li ber pêyên sek û çeqelan!

Ewna nav heyîn û tuneyiyê de dimirin...

Çawa dibe, bila carekê bextê wan bikene,

Şer jî raweste, gelhezî û aşitî serkeve!..

 

Hemî Sito dinalin, kesera welat dikişînin!

Çiya û baniyên bav û kalan bîra xwe tînin!

 

Bila biharek bê, bi hêviyên Newrozê kesk bibe,

Çek û çolan, li ciyê wan, di lûleyan de qerenfîl bin!

Li asûmana şîn bifirin kevokên aşitî, bi dilê berz û bala...

 

Dengek nenasbar dihat,

Wek kesekî jê re digot:

                             Ha xîret, tozek dîn xîret Sito!

                             Ha xîret, tozek dîn xîret Sito!

                             Hem tu yê bigîhîje erdê hêdî,

                             Hem jî xwediya zeviya çandî...

                             Ne suxre, ne bê pere kar bikî,

                             Tu yê anbara xwe tijî zad bikî.

                             Usa bizdandî qet meyzî neke!

                             Dilmayî dor û berê xwe nenêre!

                             Va ne xewnek e, hêviya sedsalan

                             Ew ji te re her wusa mîras maye!

                             Vê hesretê tu gelek baş dizane...

                             Bila tova zindî di zikê erda reş de

                             Yê bejn bide, biharek aza geş de,

                             Di zeviya te ya xweser kesk de.

                             Agirdanika te yê şên be, bikele

                             Xwarinên xweş di biroşa reş de!..

 

Wê demê xaniyê te jî naye şewitandin,

Di nav daristana ji nû ve ajro didin de!

Kurm û kêzik jî, hemî yê serbest bijîn,

Xaniyê jurên bi pencerên rojê dibînin de!

Zarok û newiyên te qet bê sedem ticaran

Naçin peş sêdar û dadgehên sitemkaran!..

 

                             A. BALÎ / 1994

 

Copyright ® 1990 pen-kurd.org

 pen-kurd.org

Navenda PEN a Kurd