SITO PÊRÎÞAN E (*)

 Helbest       A.Balî

 

Navê wê Sito bû,

Ji xelkê Serhadê.

Salên xwe çil bû,

Bi derd û kul bû!..

 

hinek Kar û Chalakî

 

•  Rêbaz û destûra navxweyî ya PEN a Kurd

 

Temamiya wê bixwîne

 

•  Chalakiyên wêjeyî yên ku PENa Kurd ji roja damezrandinê heta niha encamdayîn...

 

Temamiya wê bixwîne

 

•  Kampaniyên PENa kurd yên heta niha ji bo azadkirina endamên xwe ji girtîgehan û exhkence û lisêdaredanê sazkirîn...

 

Temamiya wê bixwîne

 

SITO PÊRÎÞAN E (*)

 

Navê wê Sito bû,

Ji xelkê Serhadê.

Salên xwe çil bû,

Bi derd û kul bû!..

 

Wê bi nêrînên westî,

Dîrok tewanbar dikir,

Zilma zalimên xedar,

Hikma kesên bê însaf,

Ji mirovatiyê bê par!

Dixwest neheqiya axan,

Ew tûf bike rûyên wan !..

 

Serhadî camêr û merd in,

Ewna ji Nurî Nebî vir de

Bi agirê Agirî pir serd in!..

 

Min gotiye Sito, wek nur e,

Ji keseyatiya xwe ya bi tore,

Milþikestiye, lê enî li banî ye!..

 

Di serhildana Agirî de, kalikê wê mirî bû,

Ya herî girîng di dilê wê de þîna wî mabû!

Bi ew destên xwe yên hîn mawzer negirtin,

Ewên ku karên rojane de þerhe þerhe dibin,

Destên wê yên karger, qiwet didan tevger!..

Nûha li welat, Sito ne yek û du, ew hezar in,

Hemî bi hevra deng didin û ji dil de diqîrin!

Dibêjin: “Kurdino rabin, yekîtiya xwe pêkbînin!”

 

Sito, heroj bi hawar hawar, ew derdikeve li dijî neyar!

Dibêje gelo, dem hatiye, roj ew roja raperînê ye!

Çembera bêbextan biqeliþînin, tola xwe bistînin!

Dorhêla dijminên xwe ji çar aliyan ve biçewrînin,

Dibêje: Þervanino! Pir þerm e! Ma hêdî ne bes e!

Me ji bin ew koletiya sedsalan ya giran derxînin!..

 

Wusa digot, ew kulîlka nazik ya ji Çiyayê Agirî,

Ji bo jiyanek rûmet û rasteqîn ew her xwîn digîrî!..

 

Navê xwe Sito bû, hatî bû dinê, ji Yusiv û Guliyê,

Ji malbetê de dikiþandin wan, bêpariya erd û zeviyê!..

Pala û rencber bûn, di destên wan de bêjingên vala,

Yek jî emrê wê yê sala, di nav tunetiyê de heyhula...

 

Agirî û Zîlan hîn bîrnebûn, weku nû di xeyalan de,

Þerê heya roja îro yê ranewestî, di þopa Serhadê de!

 

 

Bi kurtahî, yanê xûlasa!

Ew gundên hatin þewitandin,

Ewna yek bi yek bên jimartin,

Hemî bi hev û du re çar hezar in!..

Lê gundên li ciyê xwe hatin hîþtin?

Lê yên ji wargehên xwe bar kirin?

Yên ku diçin welatan, pêrûpêrîþan,

Ewên ku li wan deran wenda dibin!..

 

Ewna, yanê çil û pênc milyon Kurdan!..

Yên li ser erda rûsipiyên xwe pêriþan!

Ewên ku xwedan welat, bê welat man!..

 

Be hey Kurdino! Bê welatino!..

Ew bi zinzîrên xwe yên þingînî,

Di mêþa pêþbirika azadiyê de ne.

 

Sito, di kurahiya hinavên xwe de

Bi keserên dilan disotînin, digot:

“ Ez a ku qîza Celaliyan,

Ez a ku stêra Çiyayê Agirî

Û bûka Serhadiyan!..

 

Li mala bavê û di hembêza dayîkê de,

Ji wê sûrgûnê vir de, ez a ku gêjikbûyî!

Ax Stenbol! Kevir û kiçikên te zêr nîn e,

Çavên min, qet te nabîne û dil jî nahebîne!..

 

Bi min re: “Li vir bimîne” bêjîn jî,

Erdê te, li ciyê zêran bidin min jî!

Bawer bike çavên min ne li wan e,

Mal û milkê xelkê weku cîhan e!

Lê ciyê welatê min tiþtek nagire,

Kevirek niþtiman ji her tiþtî hêjatir e!..

 

Dayîka sêwî Sito!

Dayîka dayîkan,

Bedewa jinan!..

Her paqij e,

Bi rih û can,

Û bi rewþan!..

 

Ew li dijî zilm,

Hêdî serî radike!

Bi esalata xwe ya þan,

Ew weku pêþmergan,.

Tûf dike rûyê rûreþan,

Rûyê nandoz û xayînan!..

 

Ey ew kesên nezan û xafîl,

Di parlamento de jî wekîl!

Gotinên te vala û pûç in,

Carekê fedî bike lo rezîl!..

Çawa tu Kurdan re dibêjî:

“Gundî, gundên xwe diþewitînin!

Û diçin ji dewletê peran bistînin!”

 

Dîrokek wek girêfokan,

Rastî, ne bi gotina rastiyan,

Wek ew gotina wekîlê Tirkan,

Bi zagonên pûç yên bi derewan,

Sito û Zînên Kurdan sûrgûn bûne!..

 

Yên sûrgûn bûne, ji xwe re sonda giran!

Gotine, aha va silah ye, va jî rev re hesp,

Ji Kurdan re sonda herî giran, jin û jiyan!..

 

Ez dibêjim: Roja mazluman ya ku pîroz,

Ewa ku zaliman bixeniqîne, pir ne dûre!

Kurdino, qirkirina xwe hêdî dawî lê bîne.

Ey xwedanên netewa evra ya bi sir û sûre,

Rabin ser xwe carek jî, bêjin gelo em kîne?..

 

                                      22.10.1994

 

*SITO PÊRÎÞAN E! Ew helbest beþê duwem ya

helbesta A. BALΠ bi navê   „Sito Sirgûn e!“

 

 Vegere destpestpêkê

Copyright ® 1990 pen-kurd.org

 pen-kurd.org

Navenda PEN a Kurd