Helbestên

Yasîn Hisên - Amûdê

 

hinek Kar û Chalakî

 

•  Rêbaz û destûra navxweyî ya PEN a Kurd

 

Temamiya wê bixwîne

 

•  Chalakiyên wêjeyî yên ku PENa Kurd ji roja damezrandinê heta niha encamdayîn...

 

Temamiya wê bixwîne

 

•  Kampaniyên PENa kurd yên heta niha ji bo azadkirina endamên xwe ji girtîgehan û exhkence û lisêdaredanê sazkirîn...

 

Temamiya wê bixwîne

 

Damarên rojê

 

Yasîn Hisên

    Amûdê

 

 

Tu sibehan di riwê xwe de vedişêrî

Tu roka sibehên havînê yî

Dema ji tîna ez çeng dibûm…

 

Tu tava sibeha zivistanê bûyî

Dema ji tirsa re min xwe dialand

Û bi te diramiyam

Tu...

Bihna buhara harbûyî ye

Dema dêmên te bihn vedidan

Tu…

 payîz bû….!

 

 

Di nîvrojên havînên de,,,min te dikir bûka rojê…

Çiko kes xwe naspêre tîna te…ji bilî min

 

Nîvroj di zivistanê de,,,hevalmenda sibehê ye

Ez jî cara diwem ,,, dikevim tora te de

 

Nîvroja buharê,,,bajaran dixwixîne

Ez jî li benda hêstira te bûm

Da rabim heyfê ji xuristê bistînim…pêre xwe bi ser dara gwîzê de werkim…!

 

Êvara buharê… tu sitrana ji min xeyidî ye…

Ez jî dengbêjê kembera te bûm…

 

Di payîzê de ,,,buhar daliqandî ye ji histê xwe ve,,,

Min jî kursiya wê radikir li ser piyan…

Da paşeroj masa xwe li piyê min bike…!

 

Tu lerizîna yekem e,,,de hilê

Tu xewa xwena ye,,,de biniv e…

Tu diçî ava,,,de min jî bi xwe re bibe…

 

Sibeh dibe hevalmenda êvarê

Û masa xwe li piyê xwe dike…

 

Têra sêdarkirina sê danên rojê

 

Ez jî di nîvê şevan de

Pala xwe didim tenûra bêdengiyê

Da nanê xizanan di sibehan de amade bikim,,,

 

Pêre,,,

 

Te dikim damarê çarem

Di bedena rojê de….

 

 

 Vegere Destpêkê......

Copyright ® 1990 pen-kurd.org

 pen-kurd.org

Navenda PEN a Kurd