pen-kurd.org

Helbest - Pexshan - Gotar - Daxwezanî - Kampanî - Endam

 

Nivîsên din yên Nivîskar!

Hayder Diljen

 

 

 

 

 

 

 

Vegere destpêkê

Di siyaseta Swêdê de jineke kurd

 

Me Hediye Guzel li Parlementoya Swêdê, di odeya wê ya xebatê de ziyaret kir û li ser jiyana wê, li ser serdana wê ya Amedê, rewşa zarok û siyasetmedarên kurd ên girtî hevpeyvînek çêkir. Her wiha hûn ê di vê hevpeyvînê de ji Konyayê heta parlamentoya Swêdê sefera pêşketina keçeke kurd a ji dayik û bavekî nexwendî bixwînin.
26/08/2010

HAYDAR DILJEN

Me Hediye Guzel li Parlementoya Swêdê, di odeya wê ya xebatê de ziyaret kir û li ser jiyana wê, li ser serdana wê ya Amedê, rewşa zarok û siyasetmedarên kurd ên girtî hevpeyvînek çêkir. Her wiha hûn ê di vê hevpeyvînê de ji Konyayê heta parlamentoya Swêdê sefera pêşketina keçeke kurd a ji dayik û bavekî nexwendî bixwînin.   

Xebata te ya di nav Partiya Çep de kengî dest pê kir?
Min di nav rêxistina Partiya Çep a ciwanan ku navê wê ”Ciwanên Çep” e de sest bi siyasetê kir. Piştî  Lars Ohly di sala 2004’an de bû serokê partiyê û ez jî bûm midûra nivîsgeha wî. Îcar karê min bû wek sekretera giştî ya çapemeniyê. Niha ez berpirsiyara giştî ya ragihandinê ya partiyê me.Her wiha ez niha li Herêma Stockholmê, di rêza heştan de, namzeta partiyê ya ji bo parlementoyê me.

Tu bi şeş zimanan dizanî. Tu bûyî rojnamevan, zanyara siyasetê, şêwirmenda serokê partiya Çep ku niha di parlementoya Swêdê de koma xwe heye, tu bûyî berdevka partiyê ya çapemeniyê, berpirsiyara giştî ya ragihandinê û niha jî tu namzeta parlementoyê yî. Gelo ev hêz ji ku tê?
Dema ku ez hîn zarok bûm, kurdên Konyayê pir ne siyasî bûn. Ew zilma ku li ser kurdan, li Amedê û cihên din dibû me nedidît. Li Konyayê jî em kurd bûn, me bi kurdî diaxivî, lê zilmeke diyar li ser me tunebû. Dema ku ez li li Swêdê li navçeya Fîtyayê, di nav kurdên ji herêmê hatibûn de mam min rewşa wan ya xirab dît. Min got, ”ez jiyaneka weha naxwazim. Ez vê senaryoyê naxwazim, divê li pêş min senaryoyeke din hebe ku ez bikaribim ji bo van zarokan û van keçan tiştekî bikim.”

Em niha bi serdana te ya Amedê berdewam bikin. Tu vê havînê cara pêşî bi delegasyoneka Partiya Çep re çûyî Amedê. Wêneyê Amedê yê ku di xeyalên te de bû û yê ku te li wir dît çiqas li hev hatin?
Ez berê carekê çûbûm Dêrsimê, wekî din ez neçûbûm Kurdistanê. Ev cara pêşî bû ku min Amed didît. Serê min tevlihev bû. Lê ev tevlihevî di warê erêniyê (pozîtîf) de bû. Berî ku ez çûm Amedê, min digot qey li wir mirov pasîf in, ne pêşbîn in, tirsonek in, bê rêxistin in, bê struktur in. Lê dema ku ez çûm Amedê wek ku ez ji derêyê Kurdistanê re derbas bibim. Her kes kêfxweş e, mirov dibîne ji bo mafên xwe çawan xebatê dikin, çawan aktîf in, çawan li her derê kurdî heye, kurd bi xwe metropoleke mezin bi rê ve dibin, bi rêvebirên bajêr re mirov bi kurdî dipeyive.

Baş e, tu vê yekê bi çi ve girê didî?
Berî her tiştî kêfa min bi vê yekê hat. Ev yek girêdayî jixwe xwedîderketinê ye. Gelek zilm dîtine. Naxwazin ev zilm berdewam bibe. Ew dizanin, ku ew vê têkoşîna xwe berdewam nekin, dê tiştekî bi dest nexînin. Ev ji bo min bû suprîzek gelek mezin û pozitîf. Vê rewşa Amedê ez wek kurdek bi hêztir kirim.

Te bi delegasyoneka partiya xwe re li Amedê li ser rewşa zarokên girtî û siyasetmedarên kurd lêkolîn kir. Piştî ku hûn vegeriyan we li ser van pirsan li Swêdê çi xebat kir?
Em dema hatin me ji medyaya Swêdê re agahdarî şand. Di vê agahdariyê de me behsa rewşê kir; me kî dîtin, wan çi got û me çavdêriyên xwe nivîsîn. Me raporek amade kiriye. Em niha ji bo rewşa zarokan konfernsekê amade dikin. Em ê vê raporê hem di konferansê de bidin nasîn hem jî ji sazî û kesên ku me li Amedê ziyaret kirin re bişînin. Piştî ku parlemento vebe, em ê pirsa Vedat Kurşun bînin rojeva parlementoyê.

Li Amedê we gelek serdan pêk anîn, serdana ku herî pirtir tesîr li te kir kîjan bû?
Ku tu ji min bipirsî, kêm-zêde, hemû serdanan tesîr li min kir. Lê du serdanan pirtir tesîr li min kir. Yek ji wan serdana redaksyona rojnameya Azadiya Welat bû. Em li rojnameyê geriyan. Me bi rêvebir û xebatkarên rojnameyê re diyalogek gelek germ pêk anî û me di salona wan a xwarinê de bi wan re firavîn jî xwar.

Li Kurdistanê, di gelek waran de kurdî hîn jî qedexe ye. Xebata ku ji bo kurdî tê kirin çi bandor li te kir?
Çend sal berê dewletê got niha ”kurdî serbest e”. Gelek rayedarên tirk û rojnameyên wan got ”kurdî azad e, lê kurd guh nadin zimanê xwe, ji bo kurdî li ba kurdan hews tune”. Ev wek şelmaqek ku li rûyê kurdan bikeve.
Min li Amedê dît, gelek kurdên ku li kolanên Amedê bi tirkî dipeyivin jî dizanibûn ku ji bo nasnameya kurdan, ji bo têkoşîna ji bo mafên kurdan kurdî çiqas girîng e. Me Medya Ormek dît. Keçeke 12 salî ku hevalên xwe yên polê dicivîne û kurdî fêrî wan dike, bi kurdî bi hev re dilîzin, bi kurdî stranan dibêjin. Ev mînakeke berbiçav a ji bo vê hişmendiyê ye. Ez bawer im, ew dizanin ji bo parastina nasnameya kurdî, ziman çiqas girîng e.

Dema ku te bihîst berpirsiyarê rojnameya Azadiya Welat Vedat Kurşun bi 166 sal û 6 mehan hatiye cezakirin, tu çi fikirî?
Ji bo min, Vedat Kurşun, Muharrem Erbey, Firat Anli girtiyên sembol in. Li gor dewletê tevgera wan dewlet tehdît kiriye. Lewma ew sembolên bi hêz in. Sembolên tevgera demokrasiyê ne. Bi cezayekî weha rekor cezakirina Vedat Kurşun, berî her tiştî tawanek li dijî mafê azadiya derbirîna ramanê ye. Ew rojnamevan e û ji bo peyva azad di zîndanê de ye. Divê hemû dinya vê yekê rûreş bike.

Niha em werin ser xabata te ya di nav Patiya Çep de. Te çima partiya Çep hilbijart?
Ku hûn li programa Partiya Xaçperestên Demokrat û ya Partiya Çep binêrin hûn ê di vî warî de tekstên wekhev bibînin. Ji bo min ji programê pirtir partî di pratîkê de çi dikin, girîng e. Di her warî de azadkirina jinan, pirsên jinan ên yeksaniyê û piştgiriya navneteweyî ji bo min pirsên herî girîng in. Mirov nikare bêje, ”welatekî me yê azad nîn e, divê em berê ji bo azadiya welat bixebitin, paşê li ser pirsên jinan mijûl bibin.” Loma tevgera ji bo çareserkirina van pirsan beşeke girîng a ji tevgera me ya ji bo welatekî azad e. Ez Kurdistanekê ku tê de mafên jinan nayên pejirandin naxwazim.
Loma tevgera ji bo mafê jinan divê di her asta siyasetê de xwedî bandor be. Ez ji ber van pirsan îro di nav Partiya Çep de siyasetê dikim.Te berê ji min pirsî bû, kurd çima dengê xwe bidin Partiya Çep? Partiya ku ji bo pirsa kurd pirtir û ji dil xebatê dike Partiya Çep e. Ku mirov kurd be, pirsa kurd ji bo mirov girîng be. Bi awayekî xwezayî divê mirov dengê xwe bide Partiya Çep.

Tu berdevka çapemeniyê ya Partiya Çep î ku koma wan di parlementoya Swêdê de heye. Cihê karê te parlemento ye, ango dilê siyaseta Swêdê ye û tu gelek nêzî çapemaniya Swêdê yî. Tu dê vê derfetê ji bo piştgiriya tevgera kurd çawan bi kar tînî?
Ez û kesên din ên ku peywendiya wan a rasterast bi kanalên medyayê re heye, em dizanin ku medya çawan dixebite. Ku tu li ser pirsekê, li ser bûyerekê daxuyaniyeke hişk ji medyayê re bişînî, ev daxuyanî bala wan pir nakişîne. Lê ku peywendiyên te yên takekesî bi wan re hebin û tu rû bi rû yan jî bi telefon û maîl bi wan re danustandinê bikî, rewş tê guhertin. Wek mînak: ku ez rojnamevanekî/ê ku li ser pirsên jîngehê dinivîse an bername çêdike nas bikim, dema ku li ser xirabkirina jîngeha li Kurdistanê tiştek biqewime, ez kanalên xwe yên ku min bi riya karê xwe yê di Partiya Çep de bi dest xistine bi kar tînim û raste rast peywendiyê bi wî/wê re datînim. Mînakek din: Ku pirsgirêk di derbarê zarokan de ye, ez bi Rêxistina Parastina Zarokan re, bi Amnestî re peywendiyê datînim. Dema ku mirov di partiyê de di cihekî bilind de kar dike, mirov partiyê jî ji bo tiştên wiha bi kar tîne.

Wek tu jî dizanî, niha li Kurdistanê operasyonên leşkerî hene ku di van operasyonan de xweza jî tê wêrankirin tu zîndî lê naminin tên şewitandin. Mêzîna jîngehê serûbinê hev dibe. Li hember vê karesata li dijî jîngehê hûn dixwazin çi bikin?
Bi rastî ev tişt li derve pir nayê zanîn. Em muhtacî agahiyên ku di vê derbarê de ji hevalên ku li vir û li Kurdistanê ne. Divê faktayên di vê derbarê de bi belge ji me re werin, em jî rûnin û planekê bikin ku em ê van bi kîjan kanalan û çawan bigînin rojnamevanan. Mesela ji Azadiya Welat kesek dikare her roj nûçeyên wiha ji me re bişîne. Xem nake, bila bi kurdî yan bi tirkî be, em dikarin wergerînin zimanên din. Binêrin, min li ser rewşa Vedat Kurşun tiştek nizanibû. Dema ku em çûn Amedê ez Li wir pê hesiyam. Ez carinan difikirim û ji xwe dipirsim,  gelo kurd propogandayê bes ji bo kurdan dikin?
Ez ji axafina te û mînakên ku te dan jî fêm dikim ku dîplomasiya kurdan bi awayê ku tê xwestin ne bi rêxistin e. Ku keseka wek te rewşa Vedat Kurşun heta ku çûbe Amedê nebihîstibe, kê bihîstiye? Dîplomasiyê kurd çawan dikare baştir bibe?SPAN>
Berê her tiştî rêxistinên ku kurdan li welatên din avakirine û rêxistinên wan welatan xwedî çandên cihê ne. Berê her tiştî divê kesên ku zimanên biyanî dizanin di xebata dîplomasiyê de nûneratiya kurdan bikin. Ku mirov li Almanyayê ye divê nûnerê tevgerê yê Almanyayê gelek baş almanî bizanibe. Ku li Swêdê be divê gelek baş bi swêdî bizanibe. Ku nûner ziman bizanibin, dikarin bi medyaya wan welatan re peywendiyên baş deynin, dikarin kanalên rast bibînin ku xwe bigihînin sazî û awira giştî ya wan welatan, dikarin xebata lobiyeke baş bikin.
Çênabe ku tu behsa tiştên ku di sala 1923’yê de qewimîne bikî û demê bikujî. Divê tu bi awayekî kurt ku tê fêmkirin pirsa xwe salox bidî û daxwazên xwe rêz bikî; tam wek ku Osman Baydemîr dike. Tê bîra te Baydemir çawan kir? Pang pang pang! ”Rewş ev e, pêşniyarên me ev in, em ji we van tiştan dixwazin”. Divê wiha be. Ku tu behsa krîterên Kopenhagê, bindestiya kurdan û tiştên wiha bikî encamek ji wê hevdîtinê dernakeve, Çima? Ji ber ku kesên ku tu bi wan re hevdîtinê dikî ji berê ve wan tiştan dizanin. Tiştekî din jî heye divê mirov bike. Divê mirov peywendiyên xwe bi hevdîtinekê nehêle.

Li Swêdê di partiyên din de jî kurd hene. Di pirsa piştgiriya tevgera kurd de peywendiyên we bi hev re hene?
Bi awayê cihê cihê peywendiyên me hene. Wek mînak ji bo konferansan, ji bo înîsiyatîfên piştgiriyê. Lê mixabin li Swêdê jî gelek tişt bi siyasetê geriyane. Bi taybetî di vê dema hilbijartinê de. Hûn dizanin di 19’ê îlonê de li Swêdê hilbijartin heye. Her kes dixwaze bandora xwe li ser hilbijêran bike. Helbet ev yek ne tiştekî sêr e jî. Ji ber ku gelek dengên kurdan hene. Û kurd dixwazin bandorê li siyaseta Swêdê bikin. Lê ez bi kêfxweşî dixwazim ku namzetên kurd hîn pirtir bin.

Tiştekî din ku tu bixwazî bêjî, heye?
Belê tiştek heye. Ez dixwazim hevalên Azadiya Welat pîroz bikim. Ez bi wan serbilind im. Piştî ku min ew û xebata wan dît ez niha xwe bi hêztir hîs dikim. Wan enerjî da min.

Azadiya Welat hêz da min

Dema ku min rojnameya Azadiya Welat kir destên xwe, hêsir ketin çavên min. Rojnameyek ku di warê form û kalîteya çapê ve ji yên tirkî ne kêmtir, lê naverok û bi zimanê xwe bi kurdî! Dîtina Azadiya Welat ji xeyalên min jî mezintir bû. Wê dîtinê rewşek gelek hestyar li ba min peyda kir. Min li wir bi rojnameyê re wêneyekî xwe kişand û min got, ”ez ê bibim têkim nav çarçoveyekê û li mala xwe li diwar bikim ku bira her tim li ber çavên min be.”
Her wiha Azadiya Welat, xezneyeke bê hempa ya dîrokî ji me kurdan re dihêle. Bifikire, tiştên ku ew niha dinivîsin ê 10 salên din, 20 salên din zarokên me jî bixwînin.

Rewşa jinên kurd

Te asta tevgera jinên kurd û bandora wan a li ser siyasetê çawan dît? 
Asta wan a di tevgera siyasî de gelek bilind e. Gelek aktîf in, wêrek in. Mirov vekirî dibîne ku di polîtîkaya kurd de bandora wan mezin e. Jinên kurd ne bes ji bo pirsên jinan xebatê dikin, ew ji bo hemû civakê siyasetê dikin. Wêrek,  bi hêz, çalak. Jinên kurd dibêjin, ”ez li vi rim, ez heme, divê ez jî tiştnan bêjim. Tu mecbûrî guhê xwe bidî min.”

Hediye Guzel kî ye?

Hediye Guzel 33 salî ye, zewicî ye, du zarokên wê hene, ji Anatoliya Navîn ji Konyayê ye. Hediye li Swêdê hatiye dinyayê. Dê û bavê wê di sala 1964’an de hatine Swêdê.
Wê li Swêdê du zanîngeh xilas kirin. Yek ji wan Zanîngeha Zanyariyên Siyasî ye û ya din jî Rojnamevanî ye.
Hediye Guzel şeş zimanan dizane û berpirsiyara ragihandinê ya Partiya Çep a Swêdê ye. Partiya Çep di parlementoya Swêdê de xwedî komê ye. Ew di hilbijartinên Swêdê yên îlonê de namzeta parlementoyê ye.

 Têbînî:ev dîdare di Rojnama A.Welat da hatîye weshandin.

Vegere destpêkê

 

 

 

 

 

Copyright ® 1990 pen-kurd.org