Senaryoyên komara îslamiya Îranê
Kakşar Oremar
Email:kaksharoremar@gmail.com
Ji çaxê desthilatdariya imperatoriya Sefewî û Osmanî heya roja îro Kurd gelek cara bi du rêyan hatine xapandin û bi vêre jî bûne ava aşê dijminên xwe:
1. Bi rêya dîn û ol an jî cudatiya meziheb, Tirk û Farsa Kurd bera hev dane. Kurdên Sûnnî û Şîi, Kurdên mislman û Êzdî an jî Kurdên Elewî û Sûnnî bi hezaran kes ji hev kuştine û dijminan jî cihê kursiya xwe ya êqtidarê xweştir û nermtir kirine.
2. Dagirkera nehiştine êl û eşîret bi hebûna xwe ya êtnîkî û hisa millî bihesin û tiştekî wiha di nava rih û canê wan de bibişikeve. Ew tim xebitîne ku Kurd ji prosesa eşîrtegeriyê derbasî prosesa netewayetî û xwenaskirinê nebin. Armanc jî ewe ku ew bi zirara xwe dizanin dema ku hemû Kurd xwe wek miletekî yekdest bibînin.
Carna ger we jî diqet kiribe hinek Kurd di bersiva pirseke weke:“ hûn çi miletin?“, navê „eşîreta xwe“ dibêjin. Yanî nabêjin em Kurdin.
Sed heyf û mixabin ev êşa giran heya roja îro, hê jî ji nav me ranebûye. Gelek ji me Kurda hêşta jî weke serdema Osmanî û Sefewîyên Kurdkuj, di kirasê tengê eşîretiyê da mane. Di sedsala întenet û fetha esmanan de jî mejî û riha xwe kirine hêsîrê hinek adet û orfên kevin ku gelên din bi sedan sale li pey xwe hiştine. Ji bona wê jî ew bûne millet û xwedî dewlet, lê em jî hêşta wek mezintirîn gelê bêdewlet, bê al û dewletin.
Komara îslamîya Îranê ji sala 1979an û pêda li ser wî mîrasê rizî yê Sefewî, Qacarî û Pehlewîyên panîranîst xebitiye ku ji bo armancên xwe yên siyasî Kurda bikar bîne. Senaryoya dawiyê jî wiha bû:
Berî demekê li herêma Soma Biradost ya girêdayî bajarê Urmiyê du berebabên eşîreteke Kurda ketin nava hev û di encamê da çend ciwanên Kurd hatin kuştin. Li wê herêmê gundek heye bi navê Gunbed. Tîreya "Nîsanî" ya ji eşîreta Şikak rûniştivanên wirin.
Sala 2008an xortekî 35 salî yê bi navê "Erdelan Reûf Nîsanî" bi destê kesekî malbata "Bişar Musilh Gunbedî" hate kuştin. Wan gelek hewil dan ku dewlet bi awayekî qanûnî kesê qatil bigire, lê tevî ku wan dizanîn qatil li kûye, ew negirtin. Hêcet an jî derfetek baş ketibû destê wan ku dîsa Kurda ji bo armancên xwe yên qirêj bikar bînin.
Piştre malbata Erdelan jî kesek bi navê "Xidir Musilh Gunbedî(50 salî)" kuştin.
Vê meselê nêzî 8 meha domkir û mezinê hemû eşîretê "Îsaxan Nîsanî" jî nexebitî ku wê pirsgirêkê bi adet û orfên eşîretiyê çareser bike. Kesên weke Hacî Arif ku bi hemû awayan li dijî şoreşgerên Kurd hevkariya êtlaatê dike, deriyê xwe ji qatilan re vekir. Ev pilana dewletê bû ku bêtir caşên xwefiroş li dora serok cehşekî weke Hacî Arif kom bibin. Bi vêre elbete tirajêdî dihat ku xemgîntir be.
Roja înê (16.07.2010) danê êvarê "Bişar Musilh Gunbedî" û çend kesên derdora wî rê li ber ereba çend ciwanên malbata din digirin û bi awayekî hovane sê ciwanên bi navên: Ferşad Reûf Gunbedî 25 salî, Şehbaz Reûf Gunbedî 32 salî û Iskender Delîlî 30 salî, dikujin.
Êdî gundî dibine du birr û malbata Bişar Musilh Gunbedî, neçar cihê jiyana xwe terk dikin.
Kesên ku ev kar kirine û niha xwe wenda kirne, evin:
1. Bişar Muslih Gunbedî,
2. Koroglî Musilh Gunbedî,
3. Erşed Enûşa.
Li gor zaniyariyên cihê baweriyê: roja ku ev mesele qewimîye, berpirsên komara îslamî( heta leşekerên di qereqola di nava gund da jî) çavên xwe miçandine û tedaxul an jî çi lêkolîn li ser meselê nekirine. Pişt re yek ji serleşkerên wan yê girêdayî êtlaatê tê û ji mezinê malbata kuştiyan re wiha dibêje:" Binêre haaaaa... yên we bûne 4 kuştî û we tenê yek ji wan kuştiye...."!!
Li vira ger hûn dîqet bikin mesajeke pir watedar û dîrokî di vê gotinê da heye.
Yanî binêrin li herêma ku di dirêjahiya dîrokê da naveda nationalîsma Kurdî bûye, dijmin çawa bi rêyên pir erzan Kurda bi destê hev didin kuştin. Ew baş dizanin ka çawa ji „ava şêlû“ masiyan bigirin.
PJAK li herêmê bihêze û herêm jî bi bakurê Kurdistanê re hevsinore. Dema li wira PJAK bihêz be, yekîtiya Kurdên du parên Kurdistanê jî zirareke mezin dide her du dewletên dagîrker. Bi vêre ew tenê rêyekê ji eşîretên Kurd re dihêlin ku ew jî karê „cehşatî“ an jî „xiyaneta bi xwe“ re ye. Bo tolhildana ji hev, ew her du malbatan jî teşwîq dikin ku çeka dewletê hilînin û tevî şer û kuştina hev, li dijî gerîlayên PJAKê jî hevkariya pasdarên komara îslamî bikin.
Werin em bi hevre vana pilanên qirêj vala derxînin. Rica min ji kesên welatparêz, rewşenbîr, hemû kesên xwedî wijdan û Kurdperwer ewe ku zû li ser çareserkirina meselê li pey rêyeke lihevhatin û acil bigerin. Bi taybetî jî ciwanên Kurd divê baştir ji herkesî li dijî karên wiha bisekinin. Bila êdî em Kurd nebine lîstikvanên senaryoyên wiha erzan û qirêj.
Ger em Kurd li dijî karekî wiha derkevin, yê bi temamî gelê herêmê ber bi hereketa xwe ya siyasî ve bên û nabine darê destê rayedarên komara îslamî. Nanê serok eşîretên Kurdfiroş jî yê bê birîn. Gere em hemû kesên ku xwe “insan” dihesibînin, vê derfetê ji dest nedin.
Elbete di sedsala 21an da ku cihan weke “gundekî biçûk” lêhatiye, bi karên wiha erzan re dilê her mirovekî xwedî wijdan diêşe. Di vê navê de bi qasî ku ez agehdarim ciwanên Kurd li herêma Urmiyê ji çêbûna bûyerên wiha, pir xemgîn û naxwazin êdî tirajêdiyên wiha di nava Kurdan da biqewimin.
Daxwaza herî mezin li vira ji partî û rêxistinên siyasî yên rojhelatê Kurdistanê re ewe ku bi hemû şêweyan bixebitin û van senaryoyên komara îslamî ya Îranê pûç bikin. Bi hîvîya wê roja ku em Kurd baştir bi hebûna xwe bihesin û dest ji kiryarên erzan berdin û nebine pêkenokên rayedarên komara Îranê û dewletên din yên serdest.
Vegere Destpêkê