Seyîd Riza û Qazî Mihemed!
Kakşar Oremar
Email: kaksharoremar@gmail.com
Di dîrokê da hinek bûyer qewimîne ku dema mirov tiştekî li ser dixwîne an jî dibihîse, axîneke sar tê ser ziman û sed pirsên cûr bi cûr li ber çawa derbas dibin. Berî demekê peykera lîderê Kurd Seyîd Riza(1862-1937) li bajarê Dêrsimê hate danîn. Piştî 73 salan tevî hemû antîpropagandeyên rayedarên komara înkargera Tirkiyê, careke din Seyîd Riza hate dine!. Tevî ku ew di dilan de sax bû, lê heykela wî hemû gotin û derewên Kemalîstan vala derxistin. Gotinên wî jî yên beriya îdamê tev rast derketin:” Evladi Kerbelayme, bê gunayime, ayvo, zulumo, cinayeto(em ewladên Kerbelayê ne, bê gunehîn, eybe, zulme, cinayet e...)” an jî dema generalên Tirk ji gel dipirsin:” S. Riza kîye, li kûye”, rastî bersiveke wiha tên:” Li Dêrsimê di binê her dareke Mazî de û li ser serê her çiyayekî bi hezaran Rizo hene. Niha hûn li kîjan Seyîd Riza digerin?”
Careke din Dêrsim an jî “Kelha şêra û berxwedanê” wefadarî ya xwe ya ji keda lîderekî Kurd re îspat kir. Kur û keçên hereketa bakurê Kurdistanê bi îsrara ku hertim li ser realîteya xwe ya netewî hebûne, sal bi sal ber bi pêşve diçin. Di rewşeke wiha de danîna heykela Seyîd Riza mezintirîn destkeft û pêşkeftin e.
Dema min ew peykera Seyîd Riza li navenda Dêrsim dît, çavên min tejî bûn. Pêşewa Qazî Mihemed hate ber çavên mîn û got:” hûnê kengî peykera min li qada Çarçira ya bajarê Mehabadê deynin?!” Simkoyê Şikak jî pirsî:” hûn dizanin min ji bo bilindkirina navê we û zindîmayîna doza Kurdistanê çiqas xizmet kir, ka hûnê kengî careke din li Urmiyê min zindî bikin?” Qedemxêr, ew şêre jina Lek û qehreman:” Min salên dirêj şerê Riza Pehlewiyê diktator kir, gelo ez li bîra we mame?”. Qazî, Simko, Qedemxêr û Seyîd Riza û bi sedan lîderên din tev jî di oxira Kurdistanê da bi serbilindî çûne bin sêdara îdamê û weke qehremana mirin. Misetfa Kemal beriya îdama Seîd Riza çû herêmê, piştî gereke dirêj li ber çemkî, li ser pirekê rûnişt, pişta xwe da çiyayekî bilind û dest bi cigarekişandinê kir. Qurmeke kûr li cigara da, çû nava fikreke kûr û dûr!! Belkî ji xwe re digot:” Min Dêrsim xiste ser çoka…”, lê haya wî ji wî çiyayê bilind nebû ku ber bi esmana hilkişaybû û tejî Rizo bûn. Bawerim hingî wî nedizanî ku hezaran Seyîd Riza li serê çiyayên Kurdistanê hene. Çimkî gotinên Kurda yên li ser Seyîd Riza ji bîr kiribûn.
Pêşewa Qazî hê sax bû ku gel mîna pêxemberekî ji wî hez dikirin. Dema bi bêedaletî û li pey dadgeheke leşkerî hate îdam kirin, ji generalên tirsinok re wiha got: hûn “Qaziyekî dikhûjin, lê yê li pey min hezaran Qazî bêne dine.” Û îro tirba wî bûye ziyartgeha hemû azadîxwazan.
Simko qet bawerî bi “nemerda” nebû, lê bo çareseriya pirsgirêka Kurd canê xwe fîda kir. Sala 1930an bi destê “nemerdên Ecem” hate şehîdkirin.
Serdema ku Riza Pehlewî hate ser kursiya êqtidarê, Qedemxêra Lek li Îlam, Kirmaşan û Loristanê li dijî zulma wî gel li dora xwe kom kir û ji bo standina mafên gelê Kurd salên dirêj şerekî bêeman da meşandin.
Cihê bexteweriyê ye ku em Kurd: mezin, lîder û şehîdên xwe ji bîr nakin. Hemû hereket û miletên ku qîmeta mîrasê xwe yê netewî digirin, tim zindî û li ser piya dimînin.
Kemalîstên înkarger Seyîd Riza û Kurdên şorsehger weke” wehş, paşverû, dijiminên medeniyet û pêşkeftinê” binav dikirn. Wan Kurd wek astengên herî mezin li ser rêya xwe ya qaşo “pêşkevtinê” diheisibandin. Ji bona wê jî bi destûra Mistefa Kemal ter û hişk bi hevre şewitandin. Dêrsim wêran kirin û mîdala li jêr navê:” Tünceli Ordu Manevrasi Hatirasi”dan cinayetkarên weke frokevana şovînîst Sabiha Gökçen. Wê prova xwe bi bombebarankirina li ser gund û kuştina Kurda dikir û bi dengekî bilind dikeniya. Ev bû piraktîk û azmona jineke Kemalîst.
Lê îro bila torin û generalên komara Tirkiyê temaşe bikin an jî ji Dêrsimiyan bipirsin:” Seyîd Riza kîye?”.
Ez li hîviya wê rojê me ku em Kurdên Kurdistana mezin rojekê peykera: Cigerxwîn li Qamîşlo, Qazî li Mehabadê, Biroyê Hesikê Têlî li Agirî, Simkoyê Şikak li Urmiyê, Mîr Bedirxan li Cizîrê, Mezlum Dogan li Amedê û hwd peykerên nirxên xwe yên siyasî-netewî li çarrê û qadên bajarên mezin bibînin. Herbijî Dêrsim û Dêrsimiyên qehremanperwer. Vê pênbgavê pêvajoyeke nû di jiyana me ya siyasî û meinewî de da destpêkirin. Elbete pêra jî hemû xeyalên cinayetkara vala derketin. Dîrok bi edalete û carna keneke tehil bi wan kesên ehmeq dike ku tenê xwe dibînin û kesî qebûl naken.
Kemalîst jî bila piştî 73 salan careke din jî herin Dêrsimê û baş li kena watedara li ser lêvên Seyîd Riza temaşe bikin.
21. 08. 2010 ROJ TV
Vegere Destpêkê