EWÊ Sê sal berê, dema agahîya mirina mamostayê mezin Ordîxanê Celîl gihîşte min, min hest û r’amanên xwe bi gotar a “STÊRKEK A GEŞ JÎ JI ASÎMANÊ K’URDISTANÊ R’IJYA” anî zimên (http://www.pen-kurd.org/indexalt.html).
Û piştî sê salên bihurî, wek ku mirovekî tiştekî xwe winda kiribe û bixwaze wî tiştî an dewlemendîyek a xwe ji nûva qîmet bike, ez r’ûniştime, li fotowêneyê me yên bi hev r’a yên sala 2004-an, ên ku me li Amedê k’işandibûn, dinihêr’im. Û di nava bîrîyên xwe da ez careke din veger’yame Amedê, careke dine bi mamostayê Mezin r’a dip’eyvîm, û careke din jinûva her gotineke wî wat’edar dikim…
Tê bîra min, dema em li Amide bûn, piştî r’ûniştina yekem a Konfêransê, dema em derketin navberê, ji min r’a got: “Binihêre, em dibin dewlet, çito kadro gihîştine, her yek dikare ne ku t’enê bajarekî, lê her wisa dewletekê r’êvebibe. Belê,- piştî bêhdanekê wî jinûva domand,- ez berê jî hatibûm Welêt, lê naha min ew nas nekir... Eger yekîtîya net’ewî çê bibe, emê, wek net’ew, ji bo serxwebûnê amade bin.”
Min dizanibû, ku ew bi nemir Apê Mûsa r’a beşdarî vekirina Înstituta K’urdî ya Stenbolê bûye, dost û hevalên wî yên ji welêt p’ir’ in, dûrva jî guhê wî li ser bûyerên welêt bûye. Her pêşk’etinek a welêt mamosta Ordîxanê Celîl fir’nax û serbilind dikir, lê her bûyerek a ne baş, a ku dikaribû ji bo yekîtîya netewî bibûya xeter, ew xemgîn dikir, û ew demeke dirîj bi derdê xwe r’a dik’ewgirî… “Bavê min, çend serên dijmin jî hebin, ewê bi me nikareibe, eger yekît’îya me hebe.”- Ewî digot-
Carana, dema ew bi k’arê xwe yê zanistî r’a gîro dibû, mirov digot, ku cîhan li ber ç’avên wî tarî dibû, tiştek li ber ç’avên wî nedihatin xuyan… Lê dema ew carekê li Moskovayê li bal me mêvan bû, û min ev dîtina xwe jê r’a got, ew vebeşirî û li min vegerand: “Belê, her tişt di ç’avê min da tarî dibe, ji bilî K’urdistanê, ji ber ku her tiştê ku ez dinivîsim, ji bo wê ye…”
Wek ku tê zanîn, helbestvanê k’urd ê Mezin Cegerxwîn mamostayê welatp’arêzîyê ye di wêjeya k’urdî da, ewî ji bo k’urd û K’urdistanê straye, ji bo Azadîya wê. Û, dema helbestên Cegerxwîn di welêt da qedexe bûn, destpêka salên şêstî yên sedsala XX mamosta Ordîxanê Celîl helbestên Cegerxwînê Mezin veger’andin ser tîpên kîrîlî û kir hebûna k’urdên Sovêtê jî. Piştî wê me- şagirtên k’urd ên Ermenîstan Sovêtî di dibistanan da helbestên Cegerxwînê nemir dixwandin û ezbere dikirin… Wê demê bi r’êya p’irtûka mamosta Oedîxanê Celîl a “Poêzîya Cegerxwîne bajarvanîyê” berhemên helbestvanê Mezin bûn bingewa welatparêzîya nivşa me û yên ku pey me r’a hatin.
Her çiqas mamosta Ordîxanê Celîl wêjezan-zargotinzan bû, lê zanista di derbarê zimên da jî ji nav goveka zanînên wî der nînbû. Dema sala 2007-an p’iortûka min a “T’aybetmendîyên r’êzimanî yên navdêr û bingehên destpêkî yên mak-zimanê hindewropî di k’urdî da” di weşangeha Zanîngeha Sankt- Pêtêrbûrgê da ji bo weşanê amade dibû (û r’êdaktorên wê jî profêsor Ordîxanê Celîl û akadêmîsyan Î. M. Stêblîn-Kamênskî bûn), destnivîsên min li ber çav r’a derbaskiribûn, gelek nêrînên giranbiha gotin, û lê zêde kir: “Di derbarê pirsa alfabêya k’urdî da hinek nêr’înên min hene û min ew di p’irtûka xwe a “Poêzîya Cegerxwîne bajarvanîyê” da anye zimên.”
Bi r’astî jî, min di p’irtûka mamostayê hêja da helwestek a zanistî dît. Û paşê min ew di gotara xwe ya “Dîsa li ser pirsa alfabê” (http://www.pen-kurd.org/indexalt.html). da bi k’ar anî.
Mirov dikare di derbarê zanîyar û welatp’arêzê Mezin Ordîxanê Celîl da pirtûkan binivîse, û ez bi bawer im, demê bê, û zanîyarên k’urd dê di zanîngehên K’urdistana Azad da dersên mamostayê Mezin bidin.
R’ûniştime, min wêneyên mamostayê Mezin daye ber xwe û bi r’amanî ji wî r’a dip’eyvim... Û nû têdigihîjim, k’a pêwîstîya me çiqasî bi wî heye. Hê çiqas tişt mabûn, ku wî dikaribû bida gelê xwe! Lê dîsa jî, dema mirov berhemên wî tîne ber ç’avan, ên ku wî û birayê wî- zanyarê k’urd ê navdar Celîlê Celîl bi hev r’a nivîsîne (“Zargotina kurdî”, “Stranên mêranîyê” û yên din) her yek peyk’ereke çanda k’urdî ye.
Cara dawîyê, dema ez Sankt-Pêtêrbûrgê bûm û çûme mîvanîya wî, ewî ez birim oda xwe ya nivîsarê, destnivîsên p’irtûka xwe û birê xwe Celîlê Celîl da ber min û got: “Ez vê jî bigihînim mirazê wê, wê demê ez bi hêsane dikarin ji vê cîhanê k’oçbikim…”
Lê mirinê nehîşt, ku ew wî k’arî bibe dawîyê, û ew bi hêvîya birayê biçûk- Celîlê Celîl ma. Ji bilî van destnivîsaran hê yên din jî di arşîvên wî da mane û ew hemû jî wê benda lêk’olînerên xwe bin.
Ordîxanê Celîl ji nav me k’oç kir, lê mîraseke mezin ji me r’a hişt, ya ku hebûna gelê me û zanista di derbarê gelê k’urd a cîhanî ye.
Îro, dema em di sêsalîya mirina Ordîxanê Celîl da wî bîr tînin, dikarin bi bawer bibêjin, ku ewê bi k’ar û berhemên xwe va di bîra gelê xwe û civaka cîhanê ya zanistî da bijî, ji ber ku her mirovek, ê ku bixwaze di derbarê wêje an zargotina k’urdî da tiştekî bibêje (ew k’urd be, an- bîyanî!), pêwîstîya wî dê bi gotina zanyarê k’urd ê Mezin hebe, û ewê serî li nivîsên wî bide.
Dibêjin, bilindaya ç’îya ji dûr vat ê xuyanê. Û, her çiqas sal bibuhirin mezinayîya mamosta Ordîxanê Celîl wê bêt’ir bê ber çavan.
Lê em- dost û hevalên wî, emê t’ime bîrîya wî bikin.