Divê ser were temamkirin
HESEN HUSEYîN DENîZ
Boykotkirina Referandûmê gavek bû. Ev gav bi tevlêbûna kurdên welatparêz bi ser ket. Ji referandûmê tecrubeyek erênî hat derxistin. Dema kurd bixwazin dikarin hêza xwe li ser xalekê bicivînin û di wir de encamê bidest bixin. Li ser vê tecrubeyê êdî divê gavên din ên ku dewlet û sazûmana Tirkiyê bixe astengiyê werin avêtin. Kurd divê xwe tenê bi gava boykotkirina referandûmê nehêlin, yek li pey yek gavên sertemamkirinê biavêjin ku serkeftin jî domdar bibe.
Dewlet û sazûmana Tirkiyê li welatê me xwe bi çi tiştî li ser lingan digire, divê ew tişt werin boykotkirin. Ji vana yek jê perwerdehiya bi zimanê tirkî û bêguman bikaranîna zimanê tirkî ya di her warê jiyanê de ye. Ya duwemîn jî hatin û bidestxistina wê ya aboriyê ye.
Bi vê sedemê wekî gava yekemîn a piştî boykotkirina referandûmê, divê gelê kurd di van her du xalên din de jî hêza xwe deyne holê. Boykotkirina bikaranîna zimanê tirkî û aboriya diherike ser aşê sazûmana dewletê divê werin boykotkirin. Ev çawa dikare pêk were?
Destpêkê divê kurd xwe ji axaftin û nivîsandina bi tirkî dûr bixin. Ji siyasetmedarên kurd bigir heta şivanekî li navsera zozanan her kes xwe di ber bikaranîna zimanê kurdî de berpirsyar bibîne. Dema kurdekî/ê devê xwe vekir, divê bi kurdî bipeyive; dema pênûs hilgirt bi kurdî binivîsîne. Rojnameya Kurdî divê êdî ne bi hezaran, bi deh hezaran were xwendin û kurd tev xwe lê bikin abone. Bila rojnameya kurdî bikeve her malê, destê her zarok û ciwanî. Çawa ku musliman her roj destê xwe diavêjin Quranê û pê sûnd dixwin, divê her kurdek jî rojane rojnameya kurdî hilgire dest, bixwîne, bide xwendin û bê wê jiyanê li xwe xweş neyne. Ew kesên pereyê xwe didin rojnameyên tirkî yên wekî Miliyet, Huriyet, Tercuman, Zaman û nizam çi û çi, divê ji rewşa xwe bidin şermê. Çima bi kurdî naxwînin divê xwe lêpirsîn bikin.
Em kurd in. Em sed boyaxê di ruyê xwe û laşê xwe de bidin jî dîsa jî em kurd in. Em li ser xaka Kurdistanê jidayik bûne - yan nebûne, di malikên me yên genetîk de tovên kurdbûnê hene. Em çi kincî li xwe bikin, bi çi zimanî biaxivin, çi xwarinê bixwin dîsa jî em kurd in. Ger em ji xwe re nebêjin, `Em kurd in` jî, dîsa jî em kurd in. Ji ber ku ev rastiyeke me ya xwezayî ye ku bi çi tiştekî din nayê guhertin.
Ji bo vê, dema kurdek bi zimanê xwe naaxive, bi kincên xwe nagere, xwarina xwe naxwe ewe di nava mirovên din de wekî dilopa rûn ku bikeve ser avê, her li holê dimîne. Nikare xwe tev li nava ti civakê bike û pê re bike yek. Yan di navê de dihile, tiştek ji ber namîne, yan weke dilopa rûn li ser dimîne, qet tev lê nabe. Her du jî şaş in. Ya rast xwe tevlêkirina bi çanda xwe û zimanê xwe ye. bi vê sedemê, ger emê tev li civaka Tirkiyê bibin jî emê bi zimanê xwe û çanda xwe tevlê bibin. Wekî din nabe.
Lê em dibînin ku tirkitî ji me kurdan tevlêbûneke ku em di navê de bihilin dixwazin û mixabin gelek kurdên xwenenas jî ji vê yekê re xizmetê dikin. Bi salan wiha hat û meşiya. Lê êdî dem û dewran hat guhertin. Kurd niha ji her demê zêdetir xwedîhêz in. Têkoşîn di her warî de di asta bidestxistina serkeftinê de li pêş ketiye. Wê demê ji îroj û pê de divê gavên pratîkî yên encamgirtinê û bidestxistina serkeftinê werin avêtin. Her kurdê xwe bi nirxên kurdinî ve girêdayî dibîne, divê bikaranîna zimanê tirkî boykot bike.
Ger bi kurdî nizanibe, bila xwe fêr bike. Bi sedan fêrgeh û dibistan divê li her aliyê welêt û cîhanê werin vekirin. Her cih, tax, gund, navçe, û bajarê kurd lê ne, ger ji xwe û zarokên xwe re dibistanekê saz nekin û dest bi perwerdehiya fêrbûna ziman û çanda kurdî nebin, wê demê ti mafê wan kurdan namîne ku ji dewletê jî perwerdehiya zimên hêvî û daxwaz bikin.
Wekî vê di warê aboriyê de jî divê li Kurdistanê çandinî û hilberîn were lipêşxistin. Kooperatîf werin sazkirin. Gelê kurd hêza xwe ya aborî bixe ser hev û di van kooperatîfan de xwe bigihîne sermayeyeke ku bikaribe di hilberînê de bikar bîne. Ji bazirganiyê bigir heta xwedîkirin û çandiniyê, bi her awayî divê kurd karibin bê ku ji dewletê hêvî bikin zikê xwe têr bikin.
Wê demê wê were dîtin ku pêwîstiya kurdan bi dewleta Tirkiyê tine ye. Dewlet jî dema vê rastiyê bibîne ji mecbûrî wê kumê xwe deyne ber xwe û bifikire. Yan wê bi tevahî xwe ji kurdan dûr bixe û yan wê were ser rêka kurdewariyê; wê mafên kurdan binase û ji nirxên kurdinî re rêz bigre.
Pêkanîna vê di destê kurdan de ye. Boykotkirina bikaranîna zimanê tirkî û aboriya dewletê wê kurdan bigihîne serkeftinê.
HESEN HUSEYîN DENîZ