DEWLET XWE DICERIBÎNE, YAN GEL DICERIBîNE!
HESEN HUSEYîN DENîZ
Bûyerên di van rojên dawî de tên pêkanîn, çi kuştina kesan a di bin çavdêriyê de, çi bombeya bi ser gel de hat avêtin û çi gengeşeyên di derûdora hikûmet û dewletê de tên kirin, tevî agirbestê berdewamkirina operasyonan tev dema li ser hev werin nirxandin pirsa ``Gelo dewlet, artêş, hikûmet –aliyê tirk- çi dike, dixwaze çi bike? tîne rojeva mirov. Bi van pêkanînan aliyê tirk dixwaze xwe biceribîne, yan gel biceribîne? Armanca wê çi ye? Ji aliyekî ve dicin Îmraliyê diaxivin û dibêjin ku dixwazin pirsgirêka kurd çareser bikin, naxwazin xwîn were rijandin; lê li aliyê din bombeyê diavêjin ser gelê bê çek û bê guneh.
Niha sedem û rewş çi dibe bila bibe, dema hêzeke çekdar, polis û leşkerên dewletê bombeyê biavêjin ser gel wateya vê eşkere ye: ceribandina qirkirinê ye, xwestina pîvandina asta bertekî û diyaxa gel e. Gelo li hemberî avêtina vê bombeyê wê gel bertekiyeke çawa şanî bide? Xwe bêdeng bike, yan qiyametê rake? Gelo wê partî û rêxistina kurd bi dayîna daxuyaniyan xwe têr bibîne yan bersiveke pratîkî şanî bide? Gelo bertekî û helwest wê bi Farqîn û derûdora wê ve tixûbdar bimîne yan wê li tevahiya Kurdistanê bi serhildan û çalakiyên cûr be cûr were bersivandin?
Dewlet dixwaze vê yekê zanibe. Ger li hemberî vê bombeavêtina ser gel, bertekî û helwesta gel, partî û rêxistinan tixûbdar, nişteyî, lokal, kêm û lawaz bimîne; hêzên dewletê wê di rojên pêş de xwe ji bo qirkirinên hîn mezintir biceribînin. Îroj bombeyek avêtin nava gel, sibe wê deh bombeyan biavêjin. Îroj pênc kes birîndar bûn, sibe wê pêncsed kes birîndar bibin. Îroj kesek nemir, sibe bi dehan kes wê jiyana xwe jidest bidin.
Bila ti kes ji bi aliyê tirk vê yekê rewa nebîne. Aliyê tirk li Kurdistanê bi dehê caran qirkirinên girseyî pêk anîne, li hemberî vê serhildana gel jî wê pêk bînin û dixwazin pêk bînin. Ev bombeavêtina ser gel jî ceribandineke vê yekê ye. Ger ji aliyê tirk re biserife, wê bûyerên hîn dijwartir bi sere gel de bînin.
Bi vê sedemê divê tevahiya Kurdistanê li Farqînê xwedî derkeve, dakevin kolanan û qiyametê rakin. Divê tevahiya partî û rêxistinên kurdan helwestên tund şanî bidin, dakevin kolanan, çalakiyan lidar bixin û vê yekê ji aliyê tirk re nehêlin. Ger ev yek ji aliyê tirk re bimîne; îroj li ser serê Farqînê ferman e, sibe dor were Batmanê, duzbe Mêrdîn, sêzbe Amed, çarzbe Gever, pênczbe Wan, şeşzbe Dêrsim û hefteyeke din tevahiya Kurdistanê ye…
Ji xwe gerîla çawa ku mafê xweyê bersivdayînê li Kerboranê pêk anî, wê li hemberî vê bûyerê jî wiha bi çalakî şanî bide. Ev bûyereke ne ji rêzê ye ku bê bersivdayîn bimîne. Tişta avêtine ser gel ne bombeyeke çavsoj a gazê, ne guleyên plastik; rasterast bombeya kuştinê ye. Mirov bi vê bombeyê ji çavê xwe, ji destê xwe bûn. Ev yek dijwariya bombeyê û helwesta aliyê tirk dide diyarkirin. Parêzer divê yekser dozê li hêzên ewlekariya tirk vekin, dozê hildin bibin qada navnetewî; giliyê Tirkiyê li ber tevahiya cîhanê bikin û bêjin, `Em li hemberî ceribandinên qirkirina gel giliyê dewleta tirk li ber we dikin. Dewleta tirk dixwaze gelê me bikuje!`
Dîsa di meclîsa tirk de divê ev bûyer were gengeşekirin. Parlamenterên kurd divê bi qurdeleyên reş bikevin meclîsê û vê helwesta aliyê tirk protesto bikin. Ew zihniyeta ku berya demekê lingê jina parlamenta kurd şikand niha jî dixwaze dest û çavê gel bişikîne. Bûyer evqasî xwediyê peyameke eşkere ye.
Nivîskarên kurd, çapemeniya kurd, tv û radyoyên kurdî divê di ser vê bûyerê re derbas nebin. Mijar - rojev divê li ser vê bûyerê be û ji kiryarên vê bûyerê hesap were xwestin. Ji ber ku ev ne bûyereke munferîd e. Yanî ne ku dilê polîsekî xwestiye û bombe avêtiye ser gel. Ev ji jorê ve hatiye plankirin. Yekser di Konseya ewlekarî ya Milî ya artêşa tirk de, bi sitendina raya serokkomar û serokwezîrî biryara ceribandina vîna gel hatiye sitendin. Gotine; `Li çend cihan dest û lingê gel bişikînin, çavê gel derxînin, bigrin û bikujin. Binêrin bê bertekî dij-helwest çawa ne. Ger kêm be bidomînin ta kû hûn tixûbê asta bertekiyê têbigihêjin. Dibe ku sibe-duzbe gel bixwaze serhildanên encamgir bike, wê demê divê em jî qirkirinên mezintir bikin. Ji niha ve em vîna gel biceribînin. Çavê gel bitirsînin. Vîna gel bişikînin. Gel fêrî qirkirinan bikin ku em sibe duzbe hezar kesî jî bikujin wekî bûyereke ji rêzê were bersivandin.``
Belê aliyê tirk ji jora herî jor û kûr ve ev biryar sitendiye û dixe pratîkê. Li hemberî vê jî tişta dikeve ser mile aliyê kurd, bilindkirina berxwedanê, xwedîderketina girseyî û netewî ya li seranseriya welêt û li derveyî welêt, lidarxistina çalakiyan û pirsîna hesabê vê bûyerê ye. Divê aliyê tirk li xweceribandinê were poşmankirin ku li ser vê yekê gavên din û mezintir neavêje!
HESEN HUSEYÎN DENÎZ