ROMANGERIYA EWROPA Û KURDÎ
HESEN HUSEYîN DENîZ
Tê gotin ku di rojên 25-27ê Mijdarê de li Stenbolê wêjeger, romannivîsêr, akademisyen tên cem hev û wekî Parlamenta Nivîskarên Ewropa li dar bixin wê li ser rewş û pirsgirêkên wêjeya Ewropayê gengeşe bikin. Ev cara yekemîn e ku hewildaneke wiha berfireh di vî warî de pêk tê. Tê gotin ku ji 27 welatan qasî sed nivîskar, rexnekar û akademisyen werin cem hev. Nivîskar S. Naipaul pêşkêşvaniyê bike û nivîskar Yaşar Kemal jî wekî beşdarê rûmetî tê de cih bigre.
Gelo di vê parlamenta were lidarxistin û gengeşeyên werin lipêşxistin de, wê rewşa wêjeya kurdî jî were ser zimên? Wêjeger û romannivîsêrên kurd ên li Tirkiyê û li Welêt dijîn çiqasî ji vê haydar in an tê de cih bigrin, nayê zanîn. Lê hêvî heye ku hinek ji wan sed kesan mijara pirsgirêkên wêjeya kurdî jî bînin ser zimên.
Wêjeya kurdî xwediyê dîrokeke kevnare ye. Ger mirovahî li ser xaka Kurdistanê çavên xwe li şaristaniyê vekiribe, dest bi vegotin û nvîsandinê kiribe, ne mumkun e ku kurdî ji vê bêpar be. Ji xwe di zimanê kurdî de wêjeya peyvkî/devkî pir li pêş e. Kêm zêde di her gundî de dengbêjek, stranbêjek ango çîrokbêjek heye. Ji xwe her dayikeke kurd çîrokbêjeke xwezayî ye. Di dengbêjiya kurdî de tê zanîn ku hemû êş û azarên gelê kurd tên ser zimên. Çi şer û pevçûn kirine, çi kêf û şahî lidar xistine mirov dikare di vê wêjeya devkî de bibîne.
Tevî pir pêşdeçûna wêjeya devkî, di zimanê kurdî de wêjeya nivîskî zêde li pêş neketiye. Di dema Fqiyê Teyran, Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Cegerxwîn, Mûsa Anter de berhemên nivîskî hatine hilberandin lê ji sedemên bindestbûna Kurdistanê ev berhem qasî tê xwestin cihê xwe di nava wêjeya cîhanê de negirtine. Ger Mem û Zîna Ehmedê Xanî ji Romeo û Juliet a Şekspîr ne kêmtir be, çima tevahiya cîhanê Şekspîr û berhema derxistiye dinase, lê çima Ehmedê Xanî û berhema derxistiye nanase?
Sedem, bindestbûna Kurdistanê ye û pê re dema welat blindest be, ziman jî, çand jî, huner jî û bê guman wêje jî blindest dimîne.
Li Kurdistanê bikaranîna zimanê kurdî bi salan e qedexe ye. Zimanekî qedexekirî çawa dikare wêjeya xwe li pêş bixe? Wêje, tê zanîn ku bi dîtina nivîsê ve li pêş ket û gihişt roja me. Tişta tê nivîsandin ji nivşên din re bê ku were guhertin dimîne. Dikare were zêdekirin û xwe bigihîne gelek mirovan û gelek mirovên ji gelên cuda. Ji bo vê wêjeya nivîskî dikare welatekî an kesekî bi tevahiya cîhanê bide nasîn.
Dewleta tirk wekî bandora xwe daniye ser her tişta kurdinî, li ser wêjeya kurdî jî bandoreke tund daniye û çarîkeke reştarî kişandiye ser. Ger nivîsandin û xwendina bi kurdî were serbestkirin û pêşî li wêjeya kurdî were vekirin, di hundirê çend deh salan de dikare wêjeya tirkî deh qat bibore. Di wêjeya kurdî de gelek materyalên bikaribin werin bikaranîn û wêjeyê xurt bikin hene. Ziman bi xwe xwediyê dewlemendiyekê û naverokeke xwezayî ye. Zimanê kurdî hêza xwe ya naverokî ji xwezayê û afirandina jiyanê digre. Ji bo vê dewlemend e.
Vegotina bi zimanê kurdî tam û bijeke xweş dikare bide xwendekaran. Dikare bibe avzêyeke şêrîn a diherike ser behra wêjeya Ewropa. Lê ji bo vê divê Ewropa bixwaze li rehên xwe lêvegere. Ewropa bilindbûn û pêşdeçûna wêjeya xwe ji hinava şaristaniya mirovahiyê deraniye. Hinava şaristaniyê jî, xaka di navbera du çeman de ye. Xaka di navbera Dîjle û Firatê de, bi hemû xweşikbûn û dewlemendiya xwe ji mirovahiyê re û ji hemû berhemên mirovahiyê re dayiktî kiriye. Di himbêza vê dayikê de şêrînahiya wêjeya kurdî hîn jî vaşartî ye. Bes divê zilmdarî û zordariya tirk ji ser zimanê kurdî bê rakirin, wê demê wê bişkivîna qurmê dara Neolîtîkê were dîtin.
Bi vê armancê ger bi navê `Wêjeya Ewropa` kombûnek çêdibe û di vê kombûnê de li ser wêje û romana 27 welatan tê gengeşekirin û ger wêjeger û akademisyenên van welatan rehê wêjeya xwe ji Kurdistan û kurdî qut hilgirin dest, wê ev nebe komcivîneke armancgir, berûvajî wê bibe ji rêzê. Divê ev komcivîn wêjeya kurdî jî hilgire dest û biryara azadberdana zimanê kurdî û lipêşxistina wêjeya kurdî bistîne. Çawa ku fêkiyên darekê dizanin xweşikbûn û şêrînbûna xwe ji ava ji rehên di bin xakê de tên distînin; divê wêjeya Ewropa jî zanibe ku dewlemendî û xweşikbûna xwe deyndarê şaristaniya li ser xaka Mezopotamya li pêş ketiye ye. Wê demê li pêşketina wêjeya kurdî wê ji bo wêjeya Ewropa bibe xwîneke nû, bêhneke nû ya ku hêz û tam û bijê dideyê.
Hêvîdar im ku di vê komcivînê de wêjeya kurdî neyê jibîrkirin.
HESEN HUSEYÎN DENÎZ