pen-kurd.org

Helbest - Pexshan - Gotar - Daxwezanî - Kampanî - Endam

 

 

 Nivîsên din yên Nivîskar

Kakshar Oremar

- Seyîd Riza û Qazî Mihemed!

Kurek û dayikek!

 -Boykot û Paşeroja Me!

 

Vegere Destpêkê

 

Du rojên xweş û nexweş!

Kakşar Oremar

Email:kakşaroremar@gmail.com

 

 

Her sal 8ê Oktober(Cotmeh) wekî “Roja Cihanî ya Zaroka” hatiye binav kirin. Roja ku divê hikûmet û rêxistinên sivîl li ser mafê zaroka zaniyarîyên nû bidin raya giştî û agehiyên nû di nava civak, dê û bava da bên belav kirin. Dema ez li ser vê rojê difikirim, gelek tişt ji zarotiyê tên bîra min. Dema me zarokên malê ji dayika xwe re digot:“ Sibe roja zarokan e“, gotinên wê yên xweş û maçên wê yên ji dil mezintirîn xelat bûn ku pêşkêşî me dikirin. Elbete xwarina wê rojî jî hinek taybet bû, xelat jî carna hebûn û carna jî qet tiştek tunebû. Me jî xebat dikir ku bersiva ewqas muhebet û dilovaniyên wê di „roja dayikan“ da bidin.

 

Bawer nakim hingî li hemû Kurdistana mezin ji çend milyon zarokên Kurd hezar kes agehdarî wê hindê bûn ku ji 365 rojên salê rojeke wan jî heye!. Em jî bi xêra çûyina dibistanê agehdar dibûn ku rojeke wiha jî heye. Baş tê bîra min ku hingî gelek zarokên hemtemenê me danê sibê dihatin dibistanê û êvarê li mal an jî li kargehê diçûne karê çinîn û çêkirina qalîçe, cacim û berikan. Hineka jî karê vaks kirina pêlava dikir. Min ji tiliyên wan yên birîndar û çavên wan yên xewalo dizanî. Gelek ji wan wisa feqîr bûn ku carna heftiyê du roja jî nedikarîn bêne xwîndingehê. Piraniya wan jî ji sala 5ê dibistanê û pêde dersxwîndin diterikandin û li kêleka bav an jî diya xwe diketin pey peydakirina pariyekî nanê jiyanê. Rojekê min hevalekî xwe yê çaxê dibistanê dît. Xwîndevanekî zîrek bû. Çend sal bû ku me hev nedîbû. „Ş.“ êdî mezin bibû, dema me silav da hev, min jê pirsî:“ Tu niha çi karî dikî, te heya ku dersa xwe berdewam kir?“, demekê li min nêrî, serê xwe berda û giriya. Bi hilke-hilk got:“ Min ji ber feqîriyê nekarî dersê bixwînim, lê ez niha jî aşiqê xwîndinê me. Ez çend sal in ku karê pînekirina pêlava dikim û ger rojekê kar nekin çerxa jiyana malê disekine…“. Ez û Ş 5 salên dibistanê bi hevre bûn, em pir bi hevre semîmî bûn. Ji bona wê jî wekî bira û hevalekî sifra dilê xwe ji min re vekir û li ser hemû êş û elemên jiyana xwe axivî. Hemû zarotiya wî di nava êş û eleman de derbas bû û piştre jî ji ber karê giran hestiyên dest û pişta wî felc bûn. Ew hê pir ciwan bû ku êdî ket nava cihan. Heya çend sal berî niha jî haya me ji hev hebû, lê piştre nizanim qedera wî gehişt ku!.

 

Kesên wek „Ş.“ di nava me da gelek in. Êca ez carna ji xwe dipirsim ka ji hingî heya îro di jiyana zarokên Kurdistanê da çi guherandin çêbûne! Heyf ku zêde ferqê nabînim û niha dîsa jî rewşa berê berdewam e. Heta dikraim bêjim hingî zaroka kêmtir ji niha kar dikir. Bi taybetî jî li pey şerê Îran û Îraqê li başûr û rojhelatê Kurdistanê rewşa jiyana Kurda pir tevlîhev bû. Vê rewşa xerab bandora herî negatîv li ser torekirina zarokan bandor danî. Li bakur û rojavayê Kurdistanê jî ji ber şerê 30 salan rewşeke xerabtir di jiyana zarokan de diyare.

 

Ger civakek bixwaze li ser xîmekî durist bê ava kirin, pêwîste ji terbiyetkirina zaroka dest pê bike. Wiha ye ku guherandinên bingehîn yê çêbibin an jî sîstmek pêşkeftî bê çêkirin. Ji ber wê jî başe ku di rojeke wiha de berî herkesekî dê û bav baştir bi wezîfeyên xwe yên li hemberî zaroka bihesin. Lêdan û tenbîh bi awayekî kuştina hisên wan û çêkirina kompileksên bêderman e ku piştre dema ew mezin bûn, ew êş baştir di nava malbat û civakê da xwe didin kifşê.

Ew roj ji min re tev nostaljîk û bîranînên xweş û nexweş in, lê dîsa jî xweşiyên hingî ji bîra min naçin û ez tevlî mamosta Aram Tîgran dibim ku diqêriya:“ Xuzila dîsa zar bûma…“.

 

Van rojan li ser girtina ROJ TV xeber pirin. Li pişt perdê çi heye û çi tune, kêm-zêde Kurd pêhesiyane. Rayedarên dewleta herî demkoratîk(di warê ragehandinê de) berdewam li Enqerê ne. Kemalîst ji destpêka jiyana xwe ya tejî xwînrêjî û înkarê heya roja îro ji bihîstina peyvên “Kurd, Kurdistan, Kurmanc” dikevin taya mirinê. Wan di ragehandina xwe ya berfireh da bi sedan caran, ev nêrîna xwe beyan kirine.

Hereketa bakur bi can û xwîna ciwanên Kurd ew tabo tev şikandin. Med TV hat û şoreşeke hemû alî pêk anî. Ew sekinandin, piştre Medya TV, MezTV û Roj TV“yê rêya wê domandin. Çiqas neyarên Kurda hebûn li dora hev kom bûn ku wê pencereya ku nûr û ronahî lêdibare, bigirin, lê êdî Kurda gotin:” Em bê TV nikarin bijîn”.

Roja 19´ê Cotmehê li Danîmarka dadgeh yê biryara dawiyê li ser ROJ TV bide. Nizanim di karekî wiha da em Kurd çiqas sucdar in ku hêceteke wiha ji bo girtina ROJ TV ketiye destê wan, lê pêwîste “em û ew” du tişta baş bizanîbin:

1. Di vê sed salê da daxistin an jî qedexekirina TVya neteweyek bindest berevajî hemû pirensîpên exlaqî û şopên demkorasiyê ne.

2. Kurd êdî hînî TVya bûne û ger ROJê bigirin emê “ Stêrk”a teva bikin ROJ TV. “Stêrk” jî li esmana pir in û ez bawer im ronahiya wan stêrkên geş yê mejiyê kesên ku hê bi xeyal û ramanên sedsala 19an dijîn, vala derxîne û ronahiyeke nû li pêşberî çavên wan veke. Ger “ROJ”a me bigirin, ew roj yê ji min re roja herî nexweş be. Em Kurd tev dîrok û şoreşeke hemû alî deynadarê TV´yên xwe ne.

10.10.10 ROJ TV

Vegere Destpêkê

 

 

 

 

 

Copyright ® 1990 pen-kurd.org