Şehîd SEFKAN: Sembola Hunermendên Şoreşger ( 1960 – 1985)
Kakşar OREMAR
Email:kaksharoremar@gmail.com
Mirovheziya Sembolên Jiyanê
Dema em behsa mirovheziya kesekî/ê dikin, du tişt hene ku kesayetiya mirova radixin ber çavan:
1. Dan-standin û xisletên mirovahiyê yên taybetî.
2. Cesaret û berpirsyartiya exlaqî-wijdanî ku kerameta mirovan dixemlîne.
Kesên wiha tenê ne yên xwe ne, belkî bi fikir û ramanên xwe malê hemû civaka cihana mezin in. Ew bi qasî cihana mezin bi kar û exlaqê xwe jêhatî û mezin in. Cihanbînîya wan pir berfireh û cesareta insanbûna wan bûye sedem ku mekteba demokrasîyê sal bi sal mezintir û rengê mukemeltir bixwe bigire. Wan bi ked û xwîna xwe hemû êş û elemên jiyanê pejirandin, lê qebul nekirin ku „bihayê insaniyetê“ bê xwarê an jî kêm bibe. Reş, spî, Arî, Samî, Tirk, Ereb, Ingilîz, Kurd û bi serhev da „insan“ tev ji wan ra mîna hev in. Du ji wan kesên ku ketin ser vê rêya pîroz, bo me mînakên dîrokî ne: Prof. Îsmaîl Beşêkçî û Dr. Şopenhauers ku yek ket pey xizmeta ji bo doza Kurdistanê û yê din jî çantê xwe hilanî û berê xwe da welatên Afrîka û heya mirinê ji feqîr û hejaran ra bû dost, êş û derdên wan jî derman dikirin. Ew insanên mukemel bûn û cihana îro ger heye bi xêra wan li ser piya maye.
Di jiyana min da yekî wiha rastî min jî hat ku armanca wî ya herî mezin guherandina zêhniyeta civakê bû. Ev armanc jî xwedî felsefe û cewherekî kûr bû. Yanî çêkirina şoreşeke hemû alî di Kurdistan û hemû cîhanê da. Navê wî Sefkan(Celal Ercan) bû. Em demeke kurt bi hev ra bûn, lê di wê dema kurt da min di xwîndigeha wî da dersên mezin standin.
Dengê Jiyanê...
Ji bo wan salan ku ewrekî reş ji zulim û zordariya dijimin esmanê Kurdistanê bernedida, dengê wan “dengê jiyanê” bû. Ew ji hêlekê hunermend bûn û ji hêla din jî bi deng û awazên xwe manîfestoya “şoreşeke nû” di nava çînên civaka me da belav dikirin. Bihayê kar û xebata kesên weke şehîd Sefkan, Mizgîn, Hogir, Çiya, Serhed û yên din ger bi vê pîvanê bê nirxandin, yê baştir ji me re eşkere bibe. Çimkî wan salan her tişt di jiyana Kurdan de nû an jî sava bû. Li pey têkçûna serhildana Dêrsimê cara yekê bû ku ciwanên Kurd li dora hev kom bibûn û binêşê rêxistineke bihêz damezirandibûn. Hereketa ku dixwest ji her alîve pêş bikeve û civakê bigûherîne. Wiha bû ku em îro li Kurdistanê encam an jî destkeftên wê şoreşê teva di”şoreşa zêhniyetê” da dibînin. Keda şehîdên qada huner û wêjeya Kurdî di van guherandinan da pir. Ji bona wê jî ez kesên weke hunermend Sefkan wek ”Sembola hunermendên şoreşger” dibînim.
Sefkan Kî Bû?
Şehîd Sefkan(Celal Ercan) di sala 1960an li gundê “Laleş Şaxî”yê ku girêdayî
bajarê Çemîşgezika wilayeta Dêrsimê ye, hate dinê. Hingî siyaseta asîmîlasyona komara Tirkiyê bi hemû hêza xwe li bakurê Kurdistanê dihate meşandin. Di şertên wiha de Celal xwîndina xwe li bajarê Elezîzê bidawî tîne. Ew ji zarotiyê jîr bû û hertim ji dayika xwe dipirsî:” dayê em çima bi zimanê Tirkî dersê dixwînin?! Ma em Kurdin an Tirk?!” Ew bi ramanên wiha mezin bû û siyaseta înkar û tunekirina Kurda zû rêya wî ya paşerojê li pêşberî wî vekiribû. Yanî di xortaniya xwe de bi hisên neteweyî mezin bibû. Celal sala 1977an PKKê nas dike û li pey lêkolîneke berfireh dibe endamê wê rêxistinê. Hema hingî di nava hevalên xwe yên şoreşger de hem saz lêdixist û hem jî helbestên melodîk dinivîsin û bi dengê xwe yê germ û nerm distrî. Carna jî di çardîwarên malan da ew li dora hev kom dibûn û Sefkan wiha diqêriya:
Vaye PKK rabû lê / li deşt û çiya belav bû
Kulîkên welat sor bûn / bilbil bi gula şabûn....”
Ev strana wî ya herî xweş bû ku weke bayê biharê li her derê belav bû û zû ket ser zarê xelkê. PKK çêbû û ev mizgîniya mezin û dîrokî bi dengê germ û nermê Sefkan li çar hêlên Kurdistanê belav bû.
Sefkan heya sala 1980an wek kadroyekî çalak li bajarên Amed, Elezîz û Dêrsimê hem xebatên hunerî dikirin û hem jî xebatên siyasî didan meşandin.
Şêwekar û Hunermend
Sefkan şêwekarekî serketî bû û li Kurdistan û Ewropa rûbergên gelek kasêt,
rojname û kovarên Kurdî bi tilêyên wî dihatin xemladin. Ji ber ku li ser zimanê Kurdî zêde şehreza nebû piranî bi zimanê Tirkî stranên xweş diafirandin. “Ha Gerîla” strana wî ya herî xweş bi zimanê Titkî ye ku heya roja îro jî li ser zarê xelkê ye:
Ha gerilla, gerilla, gerilla / Cihanın umudu gerilla.
HA gerilla, gerilla, gerilla / Halkımın umudu gerilla.
Damezirandina Hunerkom
Piştî derbeya leşkerî ya 12ê îlonê Sefkan çû welatê Elmanya. Li wira di etmosfêrekî azadtir de û bi evîneke bêdawî him karê siyasî û him jî li ser karê xwe yê hunerî sekinî. Li ser serhildana Dêrsimê û di pey re jî şêweyên talankirina folklor û hunera Kurdî Sefkan xwedî agahiyên baş bû. Li Dêrsim wî ji zimanê pîr û kalan çîroka rastîna tevkujiya sala 1938an bihîstibû. Ji ber wê jî ew bi zimanekî bilind û hisên tejî êş û elem wiha dibêje:
Dêrsim dagi Dêrsim dagi / Derelerin kanla dolu
Ahin yerde kalmayacak / Başi duman Dêrsim dagi
Wî dixwest ji bo zindîkirina wê oqyanosa bêbinî xizmetekê bike. Ji ber wê jî Sefkan li ser bingeha ku çand û wêjeya Kurdî bê bipêşxistin û rêyek li ber bayê reşê asîmîlasyona dewletên dagîrker bê girtin, xwedî îde û ramanên nû bû. Pêşniyara wî ya herî esasî ew bû ku saziyeke kulturî û netewî çêbibe. Destpêka sala 1983an bû. Di dawiyê da encama van hewldanên wî û kesên weke Zozan, Emele, Mizgîn, Çiya, Xemgîn Bîrhat û Seyîd Xan bû sedema damezirandina “Yekîtiya Hunermendên welatpêrêzên Kurdistan-HUNERKOM ê”. Hunermend û stranbêjên ku piştre di bin siya vê saziyê da ketin qada xebatên hunerî, xizmetên gelek mezin bi deng û muzîka xwe pêşkêşî gel kirin.
Vegera Kurdistanê
Sal bi sal endamên Hunerkomê zêdetir bûn. Ev jî dibû sedem ku xebat û berpirsyartiyên nû li ser rêya kesên weke Sefkan vebibin. Sefkan piştre
ku ji bo dewlemendkirina hunera Kurdî pêwîstiya wê saziyê bi dewlemendkirin û serûkaniyek nû heye. Ew gencîneya huner û stranan jî tenê di nava dilê civakê da veşartiye. Bo vê armancê piştî demekê ew biryara vegera welat dide. Havîna sala 1984an ji Ewropa çû Kurdisatnê. Li Kurdistanê gund bi gund digere û bi dengbêjên Kurd re li ser komkirin û nivîsandina stranên Kurdî yên folk dixebite. Demekê jî di nava gerîla de dimîne. Demekê jî çû Beyrut û piştre careke din vegerî Kurdistanê.
Li gund û çiyan tevî cî bi cîkirina wezîfeyên rêxistinî, ji xebatên xwe yên hunerî jî xafil nabe. Nota hîn dibû û kilamên ku dinivîse bi rêya postê ji hevalên Hunerkomê re dişîne Ewropa.Wan karekî kolektîv didan meşandin.
Beriya ku ew vegere ser axa bav û kalan, li Ewropa kasêtekê li jêr navê “KANDIL DAGI” amade û belav kiribû. Ew bi hemû wateya xwe hunermendekî şoresgher bû. Ji ber wê jî şehadeta rêhevalên doza Kurdistanê bandoreke mezin li ser hisên wî yên nazik çêdikir. Li pey şehîdbûna Mihemed Karasungur û heval Îbrahîm ew bi dengê xwe yê tejî hisên homanîstî wiha qêriya:
Kandil dagi topragi / Çatlak çatlak susuz yazda
Karasungur bir burgudur / Deşiyor kuru çatlagi
Gün yüzü gormemiş umut / Nice sevdalarla dolu
Şehîdbûna Sefkan
Li pey re ew jî bû gerîla û şervanê doza Kurdistanê. Hereketa ku ew pêre bû roj bi roj pêş diket. Çimkî “Apoçiyên hingî” hem digotin û hem jî dipatin. Bêtir ji axaftinê di piratîka xwe de bala xelkê dikişandin ser hereketa xwe. Ev bû sedem ku rêxistin û komên oportunîst li dijî wan bikevin nava liv û lebatê. 16ê Nîsana sala 1985an Sefkan bi komployekê ku ji hêla “Partiya komunîsta Iraqê” ve hatibû çêkirin, tevî heft hevalên xwe şehîd bû.
Heyf û mixabin wî bi sedan xwezî û hesret bi xwe re birin bin axa sar ku şev û roja ji bo cî bi cîkirina wan dixebitî.
Şehîd Sefkan hem şoreşger û hem jî hunermend bû. Xortekî bi piresnîp û baweriya wî bi vê rastiyê hebû ku berî herkesî hunermend dikarin di civakê da guherandinan çêbikin.
Mezarê wî niha li serê çiyayê Kurdisnê ye. Rojekê ew mezar yê bibe cihê serlêdana rewşenbîr û hunermemdên Kurd. Evîndar û dilxwazên awazên şoreşgerî ticara kesên weke: Sefkan, Mizgîn, Çiya, Serhed, Cemal Moftî û hwd ji bîr nakin.
22. 10. 2010 Düsseldorf / Elmaniya